28 december 2020

Dewleta tirk cirmîmeşûd hat girtin

Ji arşîva
13/11-2005
Netkurd

Bombeya di 9ê mehê da li Şemzînanê teqiya nîşan dide ku dewleta tirk siyaseta xwe ya kurdan bi qasî serê derziyê jî neguharandiye û nêta wê ya guherandinê jî tuneye. 

Hemû gavên xwedêgiravî di riya demokrasî û Yekîtiya Ewrûpayê da hatine avêtin, hemû qanûnên hatine derxistin wer xuya ye ku bi qasî misqalekî jî qîmet î herbiya wan tunye. Ew nikanin rê li ber cînayet û terora dewletê bigrin.

Heger siyaseta ”dewleta kûr”, dewleta ku esas xwedî desthilatdar e ne xapandin bûya , heger dewletê bi rastî jî siyaseta xwe guherandiba û amedeyî guherandinê bûya ew ê li Şemzînan bombe nexista dikanên xwelkê û milet nekuşta.

Heger nêta vê dewletê û çareserkirina mesela kurd hebûya ew ê lîsteya kesên ku ewê werin kuştin çênekira û neda destên qatilên xwe.

Dewleta tirk heta nuha li hember kurdan çi siyaset meşandiye diyar e dixwaze nuha û ji nuha û pê va jî wê siyaseta xwe ya înkar û îmhayê her bidomîne. Yanî wek destpêka salên 1990î dîsa dest bi cînayetên qatil ne diyar bike, dîsa li vir û li wir kurdan birevîne û bikuje.

Bûyera Şemzînan vê nêt û siyaseta dewleta tirk radixe ber çavên me. Dibê em kurd qet xwe nexapînin û vê rastiyê bibînin.

Wek tê zanîn ev sê çar meh bûn ku li Colemêrgê û li hin qezayên wê, gelek sabotajên bombeyî yên fail ne diyar dihatin meydanê. Di van sê çar mehên dawî da bi kêmanî li neh deh ciyan bombe teqiyan. Di van teqînan da sê çar kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Dewletê û medya tirk wek hertim bûyer dixistin hustuyê PKKê.

Lê bombeya di 9ê mehê da li Şemzînan, di dikana Sefer Yilmazê kitêbfiroş da teqiya derxist ortê ku yên van sabotajan dikin û xelkê dikujin dewlet bixwe ye. Dewlet bi leşker û pûlisên xwe bombeyan dike mal, dikan û erebeyên xelkê û mirovên sivîl dikuje. Armanc teror e, xuluqandina kaosê ye.

Berdevkên hukûmetê çi dibêjin bila bibêjin, çi soz û peymanan didin me û Yekîtiya Ewrûpayê bira bidin pere nake, hêza ku esas xwediyê dewletê ye dev ji siyaseta xwe ya berê bernade û naxwaze berde jî.

Wek bûyera ”Sûsûrluk”ê, li Şemzînan jî bûyer bi tesadufî derket ortê. Qatil bi tesadufî hatin girtin.

Bêguman bûyera Şemzînanê jî bi qasî bûyera ”Sûsûrlûk”ê girîng û mezin e. Dibê em kurd girîngî û mezinayiya vê bûyerê bibînin û li gor wê tedbîrên xwe bigrin û siyaseta xwe tekûz bikin.

Bêguman di bûyera Şemzînan da tiştê herî girîng, hersê kesên ku ji alî gel va hatibûn girtin leşker û mensûbê JÎTEMê(teşkîlata cendirman ya îstîxbaratê) derketin. JÎTEMê di nava van 15-20 salên dawî da li Kurdistanê bi hezaran kurd kuştine.

Di erebeya terorîstên dewletê da (erebe li ser JÎTEMê qeydkiriye) gelek belgeyên girîng ketin destê gel. Nasname û rutbeyên wan, belgeya kesê emir dabû wan, sîlehên giran, bombe û malzemeyên bombeçêkirinê, lîsteya kesên ewê werin kuştin, xerîte û krokiyên gelek mal û dikanan.

Di van belgeyan da ne tenê plan û programa vê bûyera Şemzînan, pilan û programên gelek bombekirin, kuştin û suîqestên din jî pir hindik ronî dibin.

 Di ereba JÎTEMê da du belgeyên ku van hersê şexsan wek wezîfedar nîşan didin jî ketin destê gel. Yê wezîfename îmze kiriye Mîralay(Albay) Erhan Kubat e û Qumandarê Alaya Cendirmeyên Çolemêrgê ye.

Dîsa, di erebeya qatilên JÎTEMê da 3 lîsteyên cuda jî ketin destê gel. Ji van lîsteyan yek, lîsteya kesên ku ewê bihatana kuştin e. Di vê lîsteyê da navê 80 kesî heye. Li hember her navî ji edresa mal û karê wan bigre, heta bi numreyên telefonên wan, gelek agahdariyên taybetî hene. Lîsteya din jî ”Lîsteya Milîsan” e. Di vê lîsteyê da jî navê 25 kesan heye. Lîsteya sêyemîn, lîsteya ajanên dewletê ye, navê kesên ku ji dewletê ra ajantiyê dikin hene.

Ev belge jî hemû nîşan didin ku dewletê li Kurdistanê dîsa dest bi teror û cînayetan kiriye. Lê bi hawakî bêhemdî, li Şemzînan bi qatil û aletên xwe yên sûc ve cirmîmeşûd hate girtin. Ev tesadufeke xêrê bû.

”Dewleta Kûr” wek do, îro jî bi hawakî bêtirs û bêperwa li qatilên xwe xwedî derket û pesnê cînayetên wan da.

Serokkomarê Tirkiyê Sezer got:

-Ez ji medyayê fêr bûm. Ji ber ku agahdariyên bi teferûat negihîştine destê min, loma jî ez nikanim tiştekî bibêjim. Dema agahiyên bi teferûat gihîştin min ezê şiroveyekê bikim

Yanî tiştê bûye ez ne li dij im.

Li ser pirsa rojnamevanekî ku kesên hatine girtin leşker in, hûn çi dibêjin, Serfermandarê Artêşa Tirk Ozkok jî got:

-Li wê herêmê gelek kesên wezîfedar hene. Mimkûn e. Nasnemeya her wezîfedsarî heye.

Fermandarê Cendirman General Fewzî Turkerî jî bûyer pir biçûk nîşan da û got:

-Ne wek bûyera Sûsûrlûkê ye, bûyereke lokal e.

Serfermandarê Hêzên Reşayiyê General Yaşar Buyukanit wek her tim ji hemûyan jî eşkere û vekirîtir zabitên hatine girtin parast. Buyukanit got:

-Yekî ku bi kurdî dizane. Li Bakurê Iraqê gelek xizmetên baş kirine. Dema min li wir wezîfe dikr, tim li ba min bû.

Kesên ku bi çek, bombe, xerîte û lîsteyên kesên ku ewê werin kuştin hatine girtin mensûbên artêşa tirk in.

Kesê ku emir û wezîfa kuştin û bobmbekirinê daye wan jî mîralayekî(albayekî) artêşa tirk e.

Ji Serokkkomar bi bigre heta bi Serfermandarê Giştî, hemû fermandarên artêşê yeko yeko beyanan didin û li merivên xwe xwedî derdikevin, dibêjin ew ”leşkerên pir hêja” ne. Yanî mesele pir vekirî ye.

Li hember bûyereke hewqas girîng û mezin hikûmet û hemû wezîrên berpirsiyar wek kevrê ku tu bavêjî binê bîreke bêbinî, bê deng û bê his in, heta nuha tu gaveke ciddî neavêtine, tu beyaneke cîddî nedane. Tenê milet gazî sakînbûnê dikin.

Gelo ji bo çi?

Du îhtîmal hene, ya hikûmet bixwe jî bi vê siyaseta ”dewleta kûr” ra ye loma deng nake, ya jî li dij e lê nikane tiştekî bike. Hêza wan nagihîjê girtina berpirsiyarên esasî, kesên ku emir dane qatilan.

Ji bo me kurdan herdu îhtîmal jî xerab in. Loma jî ji hikûmet û edelata Tirkiyê bêtir dibê em bîrûraya giştî ya Ewrûpayê ji bûyerê agahdar bikin, dibê em Yekîtiya Ewrûpayê mecbûrî mudaxeleya vê bûyerê bikin.

Pêşketinên li Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî gerra Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ya Emerîkayê û hin welatên Ewrûpa dewleta tirk dîn û har kiriye, çi nerindî û xerabî ji destê wan wê bê ewê bikin. Ev yek dibê ji bo me hemû kurdan zelal be. Dibê em hesabê xwe li gor vê bikin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE