28 december 2020

Min serê xwe xist teqereqê

 Îro li mala me teqereqa karkiran e, em paceyên xwe diguherin. Mal tevlihev e, min kompîtor nuh vekir.

Xaniyê me di sala 1974a da lê bûye, pace hîn ew pace ne.

Textên çend heban riziyabûn, guve guve bê bû. Vê çelê zivistanê me xwe xist vê teqereqê. Hoste dibêje ewê du rojên din jî bajo.

Hêvî dikim rast be, dirêj najo, nemîne sala bê.

Lê ez bar nakim berî serê salê biqedînin, gelek hingeding û hûrikmûrikên biçûk hene.

Panjûr gereke werin kirîn. Yanî min bi destê xwe serê xwe xistiye belayê.

Lê dema qediya hundur malê ewê germtir bibe û deng jî ewê zêde neyê me. Hoste wer dibêje. Hêvî dikim rast derkeve...

 

XXX
Erdogan gotiye, biyara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpî ya li ser Demirtaş ne huqûqî ye, siyasî ye û lema jî ewê bi cî neynin.

Mêrik wek serokê mahkima bilind dipeyive, Demirtaş ewê were berdan, neyê berdan ew biryarê dide.

Lê ev realîteya Tirkiyêye, îro Tirkiye wek şîrketeke Erdogan e, dilê wî çawa bixwaze wer îdare dike.

Girtina kê bixwaze, dide girtin û di zindanê da dirizîne. Bi emrê Erdogan bi hezaran kurd û tirk êsîr hade tine girtin. Heger Erdogan guh bi edaletê û dadgehan dibê kesên êsîr girtine gişan berde. Ev jî nayê hesabê wî. Lema jî heta neyê mecbûrkirin guh nede biryarên tu dadgehan.

 

XXX
Ji tu tiştê tirk li ser kurdan dibêjin bawer nekin, ji sedî 99, 9ê wê vir in, bêbextî ne.

Serokên rejîma îslamî-faşîst çi gotin, medyaya tirk a xulamok çi got eksê wê bifikirin. Armanca wan manewîyeta me bişkînin, me bêhêvî bikin, tiştên şaş têxin serê me. Dijmin rastiyê nabêje.

 

XXX
Di ser qetlîama Robozikê ra 9 sal buhîrin, qatilên 34 zarokên me hîn nehatine girtin, giş hîn serok, wezîr û serokên partiyan in. Em gişan, yek bi yek nas dikin.

Heta sûcdar neyên cezakirin emê pêxîla wan ber ndin.

Em Robozikêyê tu carî ji bîr nakin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE