28 december 2020

Hostatiya derewan

Du bira hebûn, ji wan yekî pirr derew dikir, yekî virek bû.  Rojekê birayê derew nedikir ji birayê xwe yê virek(derewçîn) ra got:

-Keko, wele min nêt heye ez îşev li odê derewekê bikim.

Birayê derewçîn got:

-Birao, ku tu bi ya min dikî tu yê nekî, çimkî tu nizanî derewa bikî, Ji bo ku meriv kanibe derewan bike jî hostayî û zanebûn lazim e. tu ne hosteyî vira yî, tu yê nikanibî li hev ragirî.

Birê qebûl nekir; got:

-Na, min carê biryara xwe daye, ezê îşev li odê dereweke xwe bikim û xwe biceribînim.

Bû şev, her du bira bi hev re çûn oda gund. Cimatê dest bi şêwr û mişêwra kir. Birayê ne virek( ne derewçîn) bi hawakî bêsebir gotina yekî dipeyivî birrî û got:

-Hûn zanin, min îro min dengê cewrikekî ji ezmana dihat.

Cimatê got:

-Wey agir bi cilên te nekeve, cewrikê kûçikan li ezmanan çi digerin, qey te dengê teyr meyrekî bihîstiye...

Xwediyê derewê di ciyê xwe de tevizî, nikanîbû cî bida derewa xwe. Birayê virek bala xwe dayê derewa birê wî derket û birê wî nikane cî bide derewa xwe, berê xwe bi cimatê da kir, got:

-Rast dibêje, deng hat min jî. Cewrikekî biçûk di devê qertelekî da bû û qeretel berbî ezmanan ve bilind dibû...

 Milet got:

-Wele pirr ne dûrî aqila ye, cewrikek ji qeretel ra ne tiştek e. Qertel kane pezkûvîyekî rake…

Piştî cimat belav bû, her kes çû mala xwe. Birayê derewçîn bi rê da ji birê xwe ra got:

-Birê min, min ji te ra negot tu nizanî derewan bikî, derewan meke, tu yê şermezar bibî, çimkî ji derewan ra jî hostayî lazim e. Her kes ji heq derewan dernakeve…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE