27 december 2020

Çend numûne ji gotinên li ser tirkan hatine gotin

Di malpereke tirkî da do ez rastî çend peyvên, biwêjên, îfadeyên miletên din li ser tirkan dibêjin hatim.
Min ji wan çend heb tercumeyî kurmancî kirin. Ji bo ku hûn bibînin miletên din di heqê tirkan da çi difikirin û çi gotine.

Ji ber ku tirkan bi xwe ew tercumeyî tirkî kirine, lema jî tu mahzûrê nabînim ez jî wan belav bikim.


Tirkan jî li ser me gelek gotinên irqçî û ne xweş gotine û her roj di medyayê da dibêjin û belav dikin.

Me kurdan jî li ser tirkan çend tişt gotine. Mesela em dibêjin ”bextê” romê tuneye, yanî bextê tirkan tuneye, jê bawer nekin.

Helbet tirk giş ne xerab in, giş ne nezan û cahil in, tirkên baş û medenî jî hene. Lê mijara min ne ev e, min xwest nîşan bidim miletên din di heq tirkan da çi gotine û bi kîjan çavî li  wan dinêrin.

Îtalî

-Dayê, tirk tên ("Mamma li Turchi"): Îfadeyeke tirkan wek hov, cinawir dibîne.
-Wek yekî tirk bîna pîs jê tê ("Puzza come un Turco"):
-Wek tirkekî çêra dike. Îfadeyeke tirkan pir devpîs, bêexlaq nîşan dide.

Sirbî

-Wek tirkekî egoîst ("Ljubomoran kao Turčin")

-Wek tirkekî otomobîlê dajo("Vozi kao Turčin"): Yanî tirk otomobîlê pir xerab dajon, nizanin şufêriyê bikin.

Rûsî
-Tirkek heger ne xêvik/ehmeq be ne tirk e. ("Если турок не придурок – значит он не (турок"): Rûs gava yekî ehmeq dibînin dişibînin tirkan.
-Tirk ("турок"):  Rûs, ji kesên cahil, xêv ra dibêjin tirk.

 

Maltayî

-Tirkek waftîz bû. ("Tgħammed Tork!"):  Li Maltayê gava bûyereke pir xerîb diqewime ev biwêj tê gotin.

-Tirk. (Tork)Li Maltayê kesê meriv jê ditirse, merivê jê nayê hezkirin ra ”Tork” tê gotin.
-Ma ez tirk im? ("Mela jien xi Tork, jew?"):  Li Malta ji bo kesên jê nayê hezkirin tê gotin.

Fransî
-Tirkekî rastîn. ("C'est un vrai Turc"): Li Fransayê biwêjeke ji bo kesên bêûjdan, zalim tê bikaranîn.
-Wek tirkekî ("à la turque")Ji bo kesê ne tu tişt e, cahil e tê gotin.

 

Almanî
-"Kümmeltürke”: Bi almanî tê maneya ”tirkê kîmyon”. Navê baharatekê ye.

-"Türkenhund": Kûçikê tirk.

 

Ermenî

-Wek mala tirka ("թուրքի տուն"): Ji bo mala bêdûzan, tevlihev tê gotin.

-("Թուրքի հետ ընկերություն արա, բայց փայտը ձեռքիցդ բաց մի թող"): Bi tirk ra dostiyê bike, lê belê ço ji dest xwe bermede. Dostiya merivên tirk heta menfaeta wan biqede.

 

Erebî
-Ma tu tirk î? ("թուրք ե՞ս"): Yanî tu ehmeq î?
-Wî negire hundur, ew tirk e ("لا تدع له في البيت وهو الترك"): Ji bo kesên diz, kannin diziyê bikin tê gotin.
-Ma ez wek tirkekî xuya dikim? ("هل أبدو مثل الترك")

Yûnanî
-Ji hêrsa bû tirk ("Εγινε Τούρκος"):   Ji bo kesên zû hers dibin, zûl hol dibin.!

Romenî

-Tirko("Măi, turcule"):Ji bo kesên cahil tê gotin.

Flemenkî
-Tirk(Turk) Bi flemenkî gotina “Turk” tê maneya qilêrokî, barbar, xwînxwar,
-Dişibe tirkekî ("eruit zien als een Turk"): Di maneya pîs, kirêt.


Îspanî

-Tirk(Turco) Li Îspanyayê peyva “Turco”, wek heqaret, biçûk dîtina merivekî tê bikaranîn.

Norweççî

-Wek tirkekî hêrsok ("Sint som en tyrker")Gava yek zû´ biqehere, jê ra dibêjin eynî wek tirkekî ye.

Îran

-"Turk-i hâr" (ترک خر): Tirkê ker.

Qeredaxî

-Ma tu tirk î? Li Qeredaxê (Montenegro) gava yek karê xwe pir xerab bike, jê ra dibêjin ”kuro, ma tu tirk î?”

Awustûrya
-"Es ist schon dunkel. Türken kommen. Türken. kommen" : Dinya ji zûdaye tarî bû. Tirk tên, tirk tên.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE