Wey ji erd heta bi asîman mala Xwedê ava be, dawiya dawî ez jî bûm xwedî BLOG.
Lê dibê ez bibêjim ev yek jî bi xêra xelkê bû. Heger ne Nîhatê swêregî bûya(dîsa ez di swêregiya geriyam û çêya wan bi ser min ket. Diyar e "goşt û nenûk" ji hev naqete)nuha ezê ne xwedî vê blogê bûma. Hema em bi kurdî jê ra bibêjin quncikê înternetê.Ji roja ku ez ji Netkurdê veqetiyam û virda min dixwest ez jî wek xelkê bibim xwedî malper. Lê ji ber ku ez merivekî pir klasîk, pir paşdamayî û nezanê pêşketinên nuh im, loma jî min nikanîbû ji xwe ra tiştek li hev ragirta. Her çuqas min ji çend heval û hogiran gazî û hawara alîkariyê kir jî pere nekir.
Mala gişan ava, kesî negot na, lê tu malper jî çênebû. Dawiya dawî wê rojê di rojnameya METRO da ez rastî îlanekê hatim.
Di îlanê da digot "di deqîqeyekê da bibe xwedî bilog!"
Min got wele ev ji bo min loto ye.
Min got ez çuqas nezan bim jî, ezê bikanibim ji heq karekî yek deqîqeyî derkevim.
Lê gotin û kirin ne yek e, bawer bikin min hemû zanîn û hunera xwe lê da, lê ez dîsa jî bi ser neketim.
Lê yekcarnan Xwedê karê nezanan li hev tîne. Qey ew jî ji ber paqijiya dilê wan e.
Wê şevê(28/9-07)li Stockholmê bi însîyatîfa hin hevalan 30 saliya damezirandina DDKDê bi şahiyeke bi dansos(belê we çewt nexwend, DANSOS!) hate pîrozkirin. Û him jî şîrînperiyeka swêdî, yeka wek horiyeka Buhuştê bû. Û ya herî xerab jî di nava hewqas milet da, xanim jî li kêleka min, hat xwe bi ser min da hejand. Bi vê gava nuh, hevalên me yên DDKD him diyardeyeke nuh li kultura "çepên" kurd zêde kirin û him jî careke din pêşengiya xwe îspat kirin. Derketina şîrînperiya dansoz di nava beşdarên şevê da wek bombeyekê olan da. Gelek kes matmayî man.
Neyse, em werin saadetê, yanî vegerin ser mesela xwe.
Di şevê da min derdê xwe ji Nîhat Saganda ra got. Min got, ez dixwazim blogekê ji xwe ra çê bikim, lê ji heq dernakevim. Gelo tu yê bikanibî blogekê ji min ra li hev ragirî?
Wek her tim, Nîhat dîsa bi tebat mizicî û got:
- Pir hêsan e, ez sibe ji te ra yekê çê dikim.
Roja din dema min posta xwe ya elektronîk vekir, min hew dît ku bloga min bi risim, bi edres, bi nav û nîşan hazir di qutiya min da ye. Tiştê kêm tenê nivîssîn e.
Ew jî bi van rêzan, bi lez û bez ez dest pê dikim.
Ez nuha pir dilşad û pir jî bi heyecan im.
Ez ji hemû malperên bi nav û deng ra dibêjim, xwe bidin alî ez hatim.
Wek tê zanîn di mala xelkê da meriv tu carî xwe rehet û azad his nake. Mazûban çuqasî dost û mîvanperwer be jî meriv wek li mala xwe ne serbest e.
Ez van rêzên jorîn wek numûne dinivîsim û dixwazim bi çavên serê xwe bibînim ku rast e. Ji nuha û pê va her cara ku wexta min çê bibe ezê tim hewl bidim ku di vî quncîkî da hestên xwe, bîr û baweriyên xwe bi we xwendevan ra par bikim.
Bi hêviya ku xwendevan hebin.
Mamoste ez te ji dil û can pîroz dikim. Te bîryarêkê gelik pîroz daye û ji roja ewil heta nuha ser 400000 behtirîn hatîya tikandin bloga te. Xwedê hez bikê ez jî dixwazim du an jî se meh din blogek vekim.
SvaraRaderaSpas xortê hêja. Veke, ewê baş be.
Radera