29 december 2020

Huzûr

Rojekê tirkekî perîşan, belengaz ji Xwedê ra gotiye:

-Ya Rebî, wek ji te ve jî xuyaye, halê me ne tu hal e, rewşa milet pirr xirab e. Vî zalimê Erdogan em perîşan kirine. Ma ewê kînga huzûr û rehetî were welatê me jî?

Xwedê gotiye:

-Evdê minê hêja, li qusûra min nenêre, ji rewşa we, ji halê we yê şerpeze ez jî gelekî xemgîn im. Lê heta kurd azad nebin û Kurdistan çê nebe, hûnê tu carî ruyê huzûr û rehetiuê nebînin...

Ma te çi hîşt!

Du paleyên dimilî navroja xwe dixwarin.Yekî ji yê din pirsî:

-Ku rojekê perakî te yê pirr çê bibe, tu yê çi bixwî:

Hevalê wî got:

Bi Xwedê hema ezê têra dilê xwe zilika pîvazê bixum.

Îcar wî ji hevalê xwe pirsî:

Le heger tu rojekî pir dewlemend bibî, tu yê çi bixwî ?

Hevalê wî keniya, got:

-Ma te ji min ra çi jahr hîşt ku ez bixum.

 
Leşker natirse

Qumandar araq qedexe kir û li ser diwêr jî nivîsand:

-Araq ji sihetê ra ne baş e, meriv dikuje.

Dotira rojê cumleyeke din li bin vê cumleyê hatibû nivîsîn:

-Merivê leşker tu carî ji mirinê natirse.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE