30 december 2020

Mirinê îro hevalê me Îzet Kandemîr jî ji nav me bir


Ez û Îzet Kandemîr, Swêreg, hezîran 2011

Hevalê minê xortaniyê û micadela salan, kurdperwerê hêja, fedekar Îzet Kandemîr jî îro xatir ji dinya ronak xwest û çû rahmetê.

Bi bihîstina vê xebera tahl pir xemgîn bûm.

Îzet, merivekî fedekar, mitewazî û bêdeng bû. Merivekî zana, bi kultur û sergiran bû.

Di sala 2010a da dema ez vegeriyam welêt, çûm Swêregê û bûm mîvanê wî. Em li bexçê mala wî rûniştin, me têra dilê xwe sohbet kir.

Em rojekê bi hev ra geriyan. Ji min ra dilê xwe vekir û qala gelek serpêhatî û bûyerên dema 12ê îlona 1980î kir.

Piştî darbeya leşkerî ya faşîst gelkî kişandibû, pir êşiya bû. Dûra ez careke din bûm mîvanê wî û em bi hev ra baş li Swêregê gerîyan, ez quncik, bi quncikê Swêregê gerandim. Giş bû xewnek.
Îzet, fotokêşekî pir jîr û jêhatî bû. 
Di salên 1970î da çû li gelek herêmên Kurdistanê geriya û gelek fotografên hêja, fotografên jiyan û kultura kurdan nîşan didin girtin. 
Lê ji ber xebatên siyasî dev ji vî karê xwe berda. 

Bira serê malbata wî û ya dost û hevalên wî sax be

 

XXX

 

Yilmaz Odabşiyê şair jî girtine, birine girtîxaneya Kandirayê. Bi girtina Yilmaz Osabaşî xemgîn bûm.

Ji bo ku kurd dev ji doza azdî û serxwebûna xwe berdin û Kurdistan ji wan ra bimîne, ev 100 sal e wer me digrin, zindan dikin, îşkence dikin, dikujin.

Lê ne em dev ji micadala xwe berdidin û ne jî teslîm dibin.

Hûn çi hovîtiyê bikin jî Kurdistan ewê ji we ra nemîne, emê azad bibin.

Kurd bi girtinê, bi zindankirinê, bi kuştinê naqedin.

Îslamî-faşîstên tirk pir zalim û xerab derketin, îspat kirin mîha di postê gur da bûne. Berî werin ser hukim, digotin û ew berx û mîhî ne, ew li edaletê û heq in, lê piştî çend salan, xuya kir ku gurê di postê mîhê da bûne, lema nuha wek gurên har êrîşî me dikin.

XXX

 

Ziman tim bela serî ye, ziman çiqasî dirêj be, feqîrê serî hewqasî pê ra dikeve belayê.

Berî hebûna medyaya sosyal çavê meriv zêde bi zimandirêjan nediket, meriv çend hebên derdora xwe didîtin.

Lê bêxwediya vê medyaya sosyal ra zimandirêj li bin guhên hev dikevin, meriv çiqasî xwe dide alî jî têrê nake, tu hew dibînî yekî zimandirêjiyek kir, hat xwe li te qeliband, xîçek, kuçek, gomeyek avêt ji

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE