26 december 2020

Çima tu têr naxu ?

Rojekê Xoce Nesredîn li bajêr digere, him bê pere bû, him jî birçî bû. Di ber firnakê ra derbas bû, danê êvarê bû, bîna nanê germ, nanê teze li serî xist. Çû ber ket hundur firnê, ji yê nanfiroş ra got:

- Ma ev nan giş yên te ne ?

Mêrik got:

- Erê, giş yên min in.

Xoce got:

- Ê mubarekê Xwedê, madem ev nan giş yên te ne, wê demê tu çi sekinîye, çima tu nakişî ber û ji xwe ra têr naxu!

Pûl

Xort ewê nameyên şîrketê bida postê. Nameyên xwe dan mamûrê postê. Nameyekê giran xuya dikir. Mamûr name wezinand, got:

-Ev name giran e, dibê em du pûlên din lêxin.

Xort got:

-Keko, ma tu dibê wê demê ewê girantir nebe?


Hey ez heta vira hatime

Kerê mêrikê cilînî wenda bûbû, ew û lawê xwe lê digeriyan. Piştî bîstek ger, lêwik ker di nav dêr da dît, deng li bavê xwe kir:

-Bavo, were vaye min ker dît.

Bavê ji ser girê hember bersîv dayê:

-Lawo, hey ez heta vira hatime, ezê herim li vê newala jêr jî mêzim, hela bê ew tûmê hanê ne kerê boz e...

 

Ka bibêje...

Mêrik li ser terzî ji xwe ra qatek kinc(taximek, kostumek) dabû dirûn, lê terzî tim roj bi rojan dida, taximê mêrik nediqedand. Dawiya dawî, rojekê mêrik jê ra got:

-Hoste, ma ev bû goştê gê, bû çi? Xwedê dinya di şeş rojan da xuluqand, lê ev bîst roj in tu nikanî qatek kinc biqedînî.

Hoste mizicî, got:

-Rast e. Lê ka ji min re bibêje, ma tu ji vê dinya ku Xwedê di şeş rojan da qedand memnûn î?

 

Meriv çavê xwe digre

Kakirekî kurd nuh ji Stenbolê vegerîyabû gundê xwe. Hevalê wî jê pirsî:

-Law ma Stenbol bajarekî çawa ye?

-Weleh ji qelebalixê meriv bînçikyayî dibe. Meriv çavê xwe digre û bîna xwe digre û berdide…

-Ê dûra çi dibe?

-Dûra jî tu çavên xwe vedikî û bala xwe didê cuzdanê te ne di bêrîka te da ye.

 

 Gorristan

Li ser derîyê gorristanê nivîsîbûn:

-Em jî digeriyan wek we, dawîya dawî, hûnê jî werin vira wek me.

Yê nivîs xwend li binî nivîsî:

-Law hela tu bala xwe bidê, mêrik mirîye, lê dîsa jî bela xwe ji me venake.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE