26 december 2020

TIRSONEK NAGIHÎJIN ARMANCÊ

26/9-2005
Netkurd

Wek tê zanîn Osman Baydemîr Serokê Belediya Bajarê Mezin yê Diyarbekrê ye.
Baydemîr salek berê ji gelê Diyarbekrê bi sedhezaran ray girt û bû serokê belediyê.
Û her kes dizane ku gelê kurd bi wan rayên xwe Osman Baydemîr ne tenê wek serokê belediyê û ji bo xizmeta ji bajêr ra hilbijart, ji viya bêtir di warê siyasî da jî mesûliyetek da ser milên wî, ew kir nûner û berpirsiyarekî xwe yê siyasî jî.

Osman Baydemîr jî dema bû namzetê serokê belediya Diyarbekrê ev berpirsiyariya siyasî qebûl kir û li gor vê ket sere govendê.

Lê gelek heyf û mixabin ji roja ku Osman Baydemîr hatiye hilbijartin û vir da bi kirin û xeta xwe ya siyasî ew tu carî nebû nûnerekî gelê kurd yê baş. Heta  îro bi hemû beyan û axaftinên xwe yên siyasî wî him hilbijêrên xwe û bi giştî jî gelê kurd mahcûp kir û fedîkar derxist. 

Baydemîr di hemû axaftin û gavên xwe yên siyasî da di bin navê “birayetiyê” da tim ruh û îdeolojiya tirkîtiyê derxist pêş û kurd û kurdayetî jî tim qels kir.

Ji kirinên Baydemîr bi baweriya min du bûyer hene ku bi maneyên xwe yên siyasî gelkî girîng û watedar in. Li vir ez dixwazim çend gotinan li ser wan bibêjim.

Ji bûyerên ku ezê li ser rawestim yek, du roj berê Komeleya Malbatên Şehîdan (şehîdên tirkan) bi însîyatîf û organîza Walî û hêzên dewletê yên din, li Dîyarbekirê bi navê roja xazîyan merasimek çêkir. Osman Baydemîr jî beşdarî vê merasimê bû û axaftinek kir. Di axaftina Baydemîr da dîsa gelek gotinên ne xweş hene, lê ezê li ser wan ranewestim. Ezê tenê li ser bûyera alayê rawestim.

Piştî axaftina Baydemîr, Serokê Komela Şehîdan, Ahmet Buyukburç û cîgirê  Walîyê Dîyarbekirê Ahmet Aydin aleke tirkan û albûmeka şehîdan(şehîdên tirkan) dîyarî Baydemîr kirin. Li gor nûçeya rojnameya Diyarbekir Sozê, Baydemîr al ji destê Wekîlê  Walî girt, maç kir û  wek dîyarîya Walî bi serbilindî qebûl kir.

Heger Baydemîr ne Serokê Belediya Diyarbekrê bûya û di warê siyasî da jî tu kes û tu hêz temsîl nekira, meriv dikanîbû guh neda vê bêşexsîyetî û şalûziya wî ya li hember dewleta tirk. Lê her kes dizane ku Baydemîr ne merivekî serbixweye. Him li ber çavên dinyayê û him jî li ber çavên tirkan, Baydemîr nûner û serokekî kurda ye. Û her kes jî bi vî çavî lê mêze dike û li gor vê nûnertiya wî ya siyasî pêra dide û distîne.

Û ji xwe ji ber vê statuya wî ya siyasî ye tirk ala xwe bi wî didin maçkirin. Yanî di şexsê wî da, bi hawakî sembolîk ew bi hemû gelê kurd didin maçkirin.

Li welatê xelkê serok û rêberên wan bi piranî layiqî meqam û navên xwe ne. Lê li ba me bi piranî berovacî vê ye. Kesên îro xwedêgiravî serok û rêberên vî gelî ne bi piranî ne layiqî cî û navê xwe ne.

Heger Baydemîr bi xebat, fedekarî, mezîyet û zanîna xwe hatibûya vî meqamî bêguman ewê di axzftina xwe da xwe û gelê xwe hewqas biçûk nexista û bi hêsanî ala tirk jî maç nekira. Ewê bi cesareteke medenî li hember daxwaz û zixtên wiha derketa û li hember her zirt û pirta tirkan, ewê hustuyê xwe xwar nekira.

Baydemîr jî baş dizane ku tirk ne tenê ala me qebûl nakin û hurmeta wan ji ala me ra tunye, li dera dibînin dikin bin nigên xwe û dişewitînin jî. Bira ala jî li wir bimîne, li hember rengên wê yê kesk, sor û zer jî tehamula wan tuneye. Kurd newêrin ji tirsa wan, wan rengan wek kinc jî li xwe kin. Li gel van rastiyan jî Baydemîr, bi ”kêfxweşî û bi serbilindî“ dikane ala tirk maç bike û dûra jî bi hawakî bêşerm vê şêla xwe biparêze.

Meriv dema kesên wiha tirsonek û ne tu tişt dibîne, meriv li ber ked û fedekariya gelê xwe dikeve. Heyf!

Bûyera din ku ez dixwazim bi kuratayî li ser rawestim ev e:

Çendakî berê Baydemîr, li Diyarbekrê bi Cîgira Serokê Giştî ya ÎHDê Reyhan Yalçindag ra zewicî. Bêguman rexna min ne ev e. Ez wan pîroz dikim û ji wan ra dilşadî bextewariyeke heta heta dixwzim.

Tiştê bala min kişand merasima marbirînê bû. Yê marbir ji zava û bûkê xwest ku ew bi tirkî û bi kurdî bibêjin ew hevûdu wek jin û mêr qebûl dikin. Baydemîr bi kurmancî, tirkî, îngilîzî û fransizî û bûkê jî bi kurmancî, zazakî, tirkî û îngilîzî bersîva marbir dan û gotin "erê"

Belê we çewt nexwend, Serokê Belediya Diyarbekrê Osman Baydemîr ne tenê bi tirkî û kurdî, lê bi îngilîzî û fransizî jî dibêje “erê“

Yanî çi?

Bi baweriya min di vê bersîva komîk da durûtî, konetî-yanî qurnazî- û şêlûkirina şêleke siyasî heye. Ji dêlî ku wek camêran bi zimanê diya xwe bersîvê bide, bi zanetî wê bersîva kurdî jî tevlihev û bêqîmet dike. Heger hat û rojekê hinekan hesabê vê gotina kurdî jê pirsîn, ewê bibêje, “min wek henek û ji bo ku mîvan bikenin bi çend zimanan bersîv da“ û bi vî hawî xwe biparêze.

Bi vê numûna jorîn jî diyar dibe ku Baydemîr merivekî ne samîmî, durû û tirsonek e. Û ne layiqî nav û meqamê xwe ye.

Pêşiyên me gotine, “ mêrê tirsonek tu carî nikane bi sîngê gewr û boz şa bibe!“

Divê Baydemîr û kesên wek wî baş bizanibin ku bi tirsonekiyê, bi şalûzî û pişo pişo kirinê ne tirk dixapin û ne jî nerm dibin. Bi tevgerên wiha meriv tenê xwe pîs û bêqîmet dike.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE