25 december 2020

Fîlmê "Lawê rojê" û ferqa swêdî û tirkan

Nils-Aslak Valkeapää 

Ez di telewîzyona swêdî da (SVT2) li fîlmekî belgeyî, dokumenter temaşe dikim. 

Fîlm li ser miletê samer e. Navê fîlm "Lawê rojê" ye. Bi swêdî ”Solens son” e.
Fîlm di sala 2017a da ji alî jineke bi navê Gunîlla Bresky va hatiye çêkirin.
Fîlmekî muhteşem e, li ser jiyan, kultur, urf adet, muzîk û zulma li wan kirine. Navê muzîka wan ”jojk/jojka” ye. Jojka pir dişibe meqamê kilamên kurmancî ”lolo lolo, lêlê lêlê...”
Samer, li bakurê Swêd dijîn û wek pez, bi kerîyan pezkûviyan xwedî dikin.
Sam, miletekî vê herêmê yê herî kevn e, li Rûsyayê, li Norweçê, li Fînlandîyayê û li Swêd hene.


Sam hindik mane, piranîya wan asîmîle bûne. Li gorî tê texmînkirin li çar welatan(Swêd, Rûsya, Fînlandîya, Norweçê) li ser hev, nufûsa wan li dora 100 hezarî ye.

Li Rûsyayê 2 hezar, li Fînlandîyayê 8 hezar, li Norweçê 50 hezar û li Swêd jî li dora 40 hezarî ye.
Samên Rûsyayê li gorî yên Swêd, Fînlandyayê û Norweçê halê wan gelkî xerabtir e.

Sebê vê nivîsa min ne nasindina samera ye. Swêdiyan û dewletê pir zulm li wan kirine, ji bo ku wan bihelînin, bikin swêdî her tişt kirine, kultura wan biçûk dîtine, muzîka wan”jojka” kirine guneh û dengê îblîs. Cî û warên wan ji wan stendine, nehîştine jiyana xwe ya tradîsyonî bidomînin, ciyên çêrê li pezkûviyên wan teng kirine. Û gelek tiştên din.

Di vî fîlmê belgeyî da van neheqiyan yek bi yek dibêjin û bi belgeyên arşîvî nîşan didin, însana didin peyivandin, nivîs û vîdeoyên kevn nîşan didin.

Yanî di tarîxê da çi zulm li sameran kirine belge û wesîqe, bi dokument nîşan didin, dibêjin me wek Swêd û û swêdiyan ev zulm, ev nehehî li sameran kiriye, em înkar nakin, dibê hûn jî bibînin, bê me çi aniye serê vî miletê mezlûm.

Qebûlkirina şaşiyên xwe, mukirhatina li neheqîyên xwe fazîlet û xisletekî baş e, hêjayî teqdîrê ye. Swêdî, amerîkî, ewrûpî xwedî vî xisletê baş in, berê çi zulm li xelkê kiribin înkar nakin, li xwe mukur tên û nîşan didin.

Ev xislet bi tirkan ra tuneye. Dema min li fîlm temaşe dikir, tirk hatin bîra min. Tirk, ji dêlî ku ew jî wek swêdî û amerîkiyan zulma li xelkê kirine, qetlîamên kirine qebûl bikin, înkar dikin, belge û delîlên hebin ya vedişêrin ya jî hemûyan îmha dikin. Înkar bûye exlaq û kultura tirkan. Li gorî tirkan di tarîxê da wan zulm, neheqî li tu miletî nekirine. Ji bo ku jenosîda êrmeniyan, rûman, kurdan û miletên din veşêrin her derewê, her manîplasyonê dikin.

Ev sed sal e tiştên tirkan anîne serê me kurdan dûrî aqil e, bi gotinê naqede. Ji bo ku demografîya Kurdistanê biguherin bi sedhezaran kurd bi darê zorê ji Kurdistanê derxistine û ji Balkanan, ji Kafkasan, ji Îranê, ji herêma Derya Reş bi milyonan xerîb anîne di gund, bajar û malên kurdan û êrmeniyan da bi cî kirine.

Lê li ser vê meselê tu carî fîlmek dokumenter çê nakin.

Ji bo ku kurdan asîmîle bikin axaftina kurdî qedexe kirine, yên bi kurdî peyivîne serê her gotinekê ceza li wan birrîne. Mamosteyan ji bo ku zarok bi hev ra bi kurdî peyivîne dane ber şîrmaqan, zulm li wan kirine.

Tirk van zulmên xwe yekê jî qebûl nakin, lema jî yek fîlmekî dokumenter bi tirkî tuneye, tirkan li ser tu neheqiyeke xwe, li ser tu bûyereke ew neheq in, wan zulm li kurdan, li xelkê kirine çê nekrine û çê nakin jî.

Lê swêdî, amerîkî, ewrûpî çê dikin, neheqyên xwe, zulma berê li xelkê kirine qebûl dikin û lema jî îro min kanîbû li fîlmê ”Lawê rojê” temaşe bikira…

Tirk di pesin da mukrîm/comerd, di rexne da çikûs in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE