25 december 2020

Sûcdarên vî halê me yê perîşan Amerîka û Yekîtiya Ewrûpa ye

Siyasetmedarên ewrûpî û emerîkî xwe pir zana û jîr dihesibînin. 

Lê ne wisa ye, li gorî siyasetmedarên misilman û rojhilatî di siyasetê da ew pir nezan û korfahm min, wek xilt in, tim xweliyê li serê xwe dikin, bi siyasetên xwe yên şaş malikê li welatên xwe wêran dikin.

 Û ya xerab, tu carî jî bi vê siyaseta xwe ya şaş û malwêran nahesin, lema jî şaşiyên xwe tim dubare dikin û bi vê yekê ra jî ji xwe ra geleşên mezin çê kirine û welatên xwe kirine cehnimeyeke rastîn.


Ewrûpa, lê bi taybetî jî welatên Ewrûpa Rojava di warê ewlekariya jiyanê da hêdî hêdî dibe wek Afrîka Başûr, Meksîka û welatên Amerîka Latîn. Welatên Ewrûpa Rojava ji bo însana êdî weka berê ne warekî ewle ye, bi sedhezaran berdûş, çete jiyan li însanan kirine zindan.

Li ser korfahmiya siyasetmedarên ewrûpî û amerîkî ezê çend numûneyan bidim.

Xumeynî ji ber nezanî û ehmeqîya Amerîka û Ewrûpayê hat ser hukim. Heger amerîkiyan û ewrûpiyan bixwstana kanîbûn rê li ber hatina Xumeynî bigrin, kanîbûn Şah li ser hukim bihêlin û  rejîma wî hinekî reform bikin.

Lê nekirin, xwesitin Şah bikeve û li hatina yekî wek Xumeynî temaşe kirin, Xumeynî ji Parîsê bi balafirê şaşndin Tehranê û îktîdar danê.

Netîceya vê şaşiya wan li ber çava ye, ev 41 sal e rejîma meleyên Îranê li serê dinyayê bûye belayek mezin û di gelek waran da mala Ewrûpayê şewitandiye.

Li Afganîsatnê jî Amerîka û Ewrûpayê zora Sovyetê birin û Talîban anîn ser hukim. Ne alîkariya Amerîka û Ewrûpayê bûya Talîban çê nedibû û nedihat ser hukim. Amerîkayê Talîban çê kir û anî ser hukim.

Heger ne piştgiriya Amerîka û Ewrûpayê bûya AKP û Recep Tayyip Erdogan jî nikanîbû bihata ser hukim, bi xêra piştgiriya Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê Erdogan zora leşker û kemalîstan bir û rejîmeke îslamî-faşîst tesîs kir.

Bi piştgiriya Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê, Erdogan Tirkiye kir Îrana duduya.
Nuha Tirkiye ji Îranê gelkî talûketir e û xistina wê jî ji ya Îranê pir zortir e.
Rejîma tirk a îslamî-faşîst ji Pakîstanê, ji Afganîstanê, ji Bengalê, ji Îranê, ji Kafkasan, ji Afrîkayê bi milyonan însan, terorîst, îslamîst, zarok, jin, kal û pîr û seqet li Tirkiyê top kirine û peyder pey dişîne Ewrûpayê. Ev bi serê xwe gelşeke pir mezin e.

Ewrûpî dixwazin bi bertîlana Erdogan rê li ber koçên mezin, yên wek 2015a bigrin, lê ne mimkûn e, heta Erdogan li ser hukim be, ji Ewrûpayê ra rehetî tuneye.

Ev gelş jî Amerîka û Ewrûpayê bi destê xwe çê kirin, wan Erdogan anîn ser hukim û hîştin ew were vê nuxteyê. Kanîbûn rê li ber bigrin, lê nekirin. Nuha jî dar qalind bûye û destê wan lê nayê hev.

Li Lîbyayê jî Amerîka û Ewrûpayê eynî şaşî kirin. Wan neyartiya Qeddafî nekira, Qeddafî nediket. Wan hîşt Lîbya têkeve vî halî.

Li Îraqê jî wan hîşt hêzên şîî bi tena serê xwe werin ser hukim û vê zulmê li kurdan û li sûniyan bikin.
Amerîka û Ewrûpayê, heger bixwestana kanîbûn nehêlin şîî hewqasî bi pêş da herin, kanîbûn nehêlin Kerkûkê, Şengalê û nîvê Kurdistanê dagir bikin.

Lê li şikestina kurdan û sûniyan temaşe kirin. Lema jî Îraq ket vî halî.
Sûriye jî bi destê û Amerîkayê, Yekîtiya Ewrûpa û Natoyê ket vî halî, wan destpêkê destek dan organîzekirina hêzên îslamî û ew li Tirkiyê perwerde kirin.

Amerîkayê, Natoyê hîşt Tirkiye li Sûriyê hewqasî bi pêş da here, bajaran dagir bike, şerê kurdan bike û bi sedhezaran kurdî bi çolan xin.

Amerîka û Natoyê destûr dan Tirkye Efrînê, Serê Kaniyê, Girê Sipî û gelek derên din dagir bike.
Tirkiyê li ber çavê Amerîkayê, Natoyê, Ewrûpayê  terorîstên Daîşê yên ji mirinê xelas bûbûn ji nûve organîze kir û bi artêşa xwe ve girê da. Nuha van çeteyên îslamî û Daîşê dişîne Lîbyayê, Yêmenê, Somalîyê, Qerebaxê.

Li Ewrûpayê jî bi hezaran çeteyên îslamî di bin destê tirkan da ne.

Amerîkayê, Natoyê, Ewrûpayê destûr dan vî karê Tirkiyê, jê ra dengê xwe nekirin, heta ew bi destê Yekîtiya Ewrûpayê û Neteweyên Yekgirtî fînanse kirin. Tikriyê jî bi perê wan çeteyên îslamî organîze kir û meaşê wan da. Nuha jî nikanin bi Tirkiyê û bi çeteyên îslamî.

Meriv kane van numûneyan gelkî dirêjtir bike, lê ne hewceye, li her derê Amerîka û Ewrûpayê eynî şaşî kirine, sûcdar ew in, wan bixwesta kanîbûn Afganîstan Îraq, Sûriye, Lîbya, Yêmen nexistana vî halî, kanîbûn rê li be Erdogan bigrin, lê nekirin. Nuha jî bedelê vê şaşiya xwe didin. Sûcê wan e, ji ber ehmeqiyên xwe ketine vî halî, welatên xwe perîşan kirine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE