24 december 2020

Bi kurmancî klîba salê ya herî baş


Diyarnameyê wek gelekê caran vê carê jî karekî baş kiriye, klîba salê ya kurmancî ya herî baş hilbijartiye. 

Diyarnamê ji 20 kesan jûrîyek ava kiriye û wê jûriyê jî di nav 21 klîbên kurdî da klîba ”Nazê nêrgiza hewşê” wek klîba îsal ya herî baş, herî serketî hilbijartiye. 

Bi baweriya min jî jûriyê hilbijartineke rast kiriye. Ji min jî bihata pirsîn, minê jî raya xwe bida klîba ”Nazê nêrgiza hewşê.” Çimkî bi rastî klîbeke pir xweş û mikemel e. 


Ez ji muzîkê fêm nakim, lê ez kanim gelek caran li ser hev lê guhdarî bikim û jê aciz nebim.
  
Bi ya min ne kurd û kesên bi kurmancî zaniin tenê, kesên biyanî jî, ewrûpî jî kanin bi kêf li klîba ”Nazê nêrgiza hewşê” temaşe û guhdarî bikin û jê pir jî hez bikin. Ji nuha da ye gelek kesan ev sitran ji ber kirine. 

Ez dibêjim heta nuha, di demeke hewqasî kin da li tu klîb û sitraneke kurdî hewqasî nehatiye temaşe û guhdarî kirn. 

Li gorî Diyarnameyê nivîsîye, di nav 6 mehan da 6 milyon carî hatiye temaşekirin. Ji bo klîbeke kurmancî ev reqoreke pir mezin e. 

Helbet ev tîraj ne tesadufîye, tiştê xweş, bi qalîte jê tê hezkirin û temaşekirin. 

Gava kurd tiştên bi qalîte çê bikin, çi dibe bila bibe, bikirên wê ewê hebin û xelkê jê hez bike. Îspata vê yekê klîba ”Nazê nêrgiza hewşê” ye.

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE