24 december 2020

Me jî îro sifra Noelê raxist

 


Îro serê sala Noelê, Erîfeya Noelê ye; swêdî dibêjin ”Julafton, yanî roja berî cejna Noelê. Her sal di 25ê meha çele da xiristiyan jidayikbûna Hz. Îsa  pîroz dikin, îro roja berî wê ye, îro jî cejn e.

Ez û xanim derketin, me meşa xwe kir û em hatin. Derve sar e, qirsayî ketiye, 2 derece di bin sifirê da ye.


Esas dibê nuha Stockholm di bin berfê da bûya, lê îsal hîn rindikî çavê me bi berfê nebûye, tiştekî pir anormal e.

Lê sermaya 2-3 derece di binê sifirê da erd sipî kiriye, ew jî ne xerab e.


Swêdî îro giş di malê xwe da ne û nuha ewê sifra Noelê raxin û xwarinên mexsûsî îro bixun.

Me jî ji xwe rah in tişt kirîne, emê jî bîsteke din sifra xwe raxin û xwarina xwe bixun. Sifreya me bi qasî ya swêdiyan ne dewlemend e, gelek xwrin û tahmên wê kêm in, lê tişt nabe, ji xwe em Noel moelê pîroz nakin, yê me kêf e... 

Piştî me xwarina xwe xwar, em pê hesiyan me çend tişt dananîye ser masê, hêk, penêrê kufikî, çokolat û hin tiştên din me ji bîr kir. Sûcê xanimê bû.

Masîyekî biçûk heye, swêdî jê ra dibêjin ”Sîll”, di Noelê da tê xwrin, ez jê hez dikim, min du babetên wî yên bi sos kirî. Xanim naxwe, jê hez nake, masiyê wê ”Lax” e, masîyekî sorgoşt e, jê ra ”Somun” jî tê gotin.






Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE