04 december 2020

Şêkirandin kirine şekirandin

Li ba ma fiîla "şêkir kirin", şêkirandinê heye. Gotineke pir xweş e û pir jî tê bikaranîn. Dema yek çêyîyekê bi meriv dike, meriv dişêkirîne. Yanî teşekurî wî/wê dike.

Min nuha li Wîkîferhengê nêîrî, tê da tuneye. Di ferhenga D. Îzolî da jî tuneye.

Ferhenga Zana Farqînî tirkî-kurdî li ba min heye, kurdî-tirkî li ba min tuneye. Di wê da heye, tuneye, ez nizanim.

Gava yek qenciyekê, çêyîyekê bi meriv dike, meriv dişêkirîne. Yanî teqdîr dike, dibêje mala te ava be.

Eksê şêkirandinê nankorî ye. Merivê nankor kî çi çêyiyê pê bike jî tu carî naşêkirîne.

Ez bawer dikim koka şêkirê ya etîmolojîk erebî ye, bi erebî dibêjin "şukren, miteşekîr" û bi tirkî jî dibêjin "teşekkur."
Lê kurmancî ew modîfe kiriye, xistiye qalibê xwe, kiriye şêkir, şêkirandin. Gava yekî çêyîyek,  alîkariyek bi meriv ra kir meriv dişêkirîne, yanî sipas dike, "teşekur" dike, dibêje mala te ava. Yê neke nankor e. 

Mesela, tirk nankor û bêbext in, camêrî û çêyiyên kurdan tu carî ne dinitirînin, ne jî dişêkirînin. Kêra wan di bêrîka wan da ye, gava ji ser sifra te rabin, ewê kêrê bidinê û rabin.

Hêvî dikim ev gotin di ferhengên din da heye.

 

Mahmûd Lewendî: Zinar min li ferhengan mêze kir, di ya Enstituya Kurdî ya Parîsê de heye di maneya minetdar, sipasdar de û di ferhenga birê min Mistefa Gazî de jî bi heman maneyê heye. Lê min belkî li deh ferhengên din nihêrt tunebû.

Zinarê Xamo:  gelek sipas Mahmûd. Li Qerejdaxê pir tê bikaranîn.

Ecêb e, gotineke hewqasî xweş û li herêmeke mezin tê bikaranîn, çawa tuneye meriv fêm nake.

Lê ya xerab di Wîkîferhengekê da wek "şekir û şekirandin".

Berevajî: Mamo li ser -ê jî heye, lê hebekî cuda ye. Wek "şekirandin"ê qeydkirî ye, yanî bi "e"yê ye li dewsa "ê"yê. Lînka wê jî va ye:
Mamo min hinekî lê kola, di berheminan de wek "şekirandin" jî hatiye bikaranîn. Lewre xwiya ye ev lêker xwedî du varyant e, di hin devokan de bi awayekî di hinan de bi yê din e. Wek te gotî koka wê erebî ye. Herwiha di erebî de koka wê "شَكَرَ" ye ku wek "şekere" tê xwandin.

 Zinarê Xamo: Xorto, ez di bextê te da me, xeberê bide hevalên Wîkîferhengê, bira vê şaşiyê rast bikin. Bira ev gotin bi şaşiyê nekeve berheman. Hinkê ji hev ra "şekir" bikin...:)) Ne "şekir" e, şêkir e, şêkir kirin û şêkirandin e.

Berevajî:Apo çavkaniyên wan di twîta din de ne; …
Helbet mumkin e şaş bin. Lê endamên Wîkîferhengê giş bi xwebexşî dixebitin, nikarin ji bo her peyvê li hemû tekstan bikolin. Lewma xwezî hemû rûspî û zanayên me jî dest bidana Wîkîferhenga kurdan ji bo bi pêş bikeve.

 

Zinarê Xamo: Ez fêm dikim xortê delal. Ez qedir û qîemteke mezin didim karê we yê ferhengî. Her keç û xortê Wîkîferhenga kurdî çêkirine taca serê min in, ez ji wan ra tiştekî nabêjim. Tenê min xwest ev nivîsa min jî têkeve Wîkîferhengê. Lê ez bawer dikim numûne şaşiyên rastnivîsê ne 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE