04 december 2020

Dinya dereke ecêb e, kesî sax bernade

 Dinya dereke pir ecêb e, meriv sax têyê, mirî jê dihere, kes sax jê dernakeve.

Çi bi bextewarî, çi bi bextereşî, çi bi xemgînî, çi bi dilşadî, her roja derbas dibe, meriv dibe roja dawî.

Ev roja dawî carnan di wexta xwe da tê, meriv li bendeye, qebûl dike, dibêje temam, karê min qediya, dibê em herin û xatirê xwe ji saxan dixwaze.

Lê carnan jî meriv qet ne li bendeye, ne dema hatina wê ye, ji nişka ve û pir zû tê.

Epîdemîya korona malşewitî gelek rojên dawî, anîn pêş û pir jî zêde kirin.

Gava mirinên ji nişka ve, mirinên meriv ne li bende li ser hev tên, barê dil giran dibe, dil di bin da xûz dibe, dike nalîn…

Lê em çi bibêjin, çi gazinê jê bikin, çi rexneyê lê bigrin jî gunehê merinê tu carî bi meriv nayê, tim bi ya xwe dike…

Welhasilî kelam, dinya dereke ecêb e, kesî sax bernade, dixwe, naxwe têr nabe....

 

XXX

Îro hewa ne xweş e, ewr û baran e, sar û serma ye û li Swêd êdî dinya zû tarî dibe.

Payiz qediya û zivistanê wezîfeya xwe ji payizê dewr girt. Hîn dinya tarî nebûye dibê ez rabim.

Xanim ji gerra di baranê da hez nake, lê min ji xwe ra kiriye adet, ezê rabim xwe bijdînim û herim meşa xwe ya rojane bikim.

Ezê li dora 1,5, 2 saetan bimeşim. Bira baran min şil bike, ez ji şilbûnê natirsim.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE