05 december 2020

Şaşî zû belav dibe û rastkirina wê jî zor e

Li gorî lêkolîneke di kovara akademîk a Amerîkê Scienceyê da belav bûye, twîttên bêbingeh, twîttên agahiyên wan ne rast in, virên bêbingeh in ji twîttên naveroka wan rast in şeş caran pirtir belav dibin û jê tên bawerkirin.

Yanî vir, tiştên şaş, çewt ji rastiyê zûtir û pirtir belav dibe û jê tê bawerkirin. Derew, çewtî zû belav dibe.
Ev yek ji bo belavûna şaşiyên zimên jî wisa ye.

Em bibêjin yek bi şaşî ya jî bi nezanî gotinekê çewt binivîse, ya jî ne şaşiya nivîskêr be, şaşiyeke rastnivîsê be jî, rastkirina wê şaşiyê pir zor e. Ew şaşî  belav dibe û piştî demekê ji alî gelek kesan ve wek rastiyekê tê qebûlkirin û rastkirina wê mimkûn nabe. 

Belkî xwediyê şaşiyê jî bibêje ev şaş e, nikane rast bike.
Di kurmancî da fiîla ”şêkir kirin, şêkirandin” heye. Di hin metnan da wek ”şekir kirin, şekirandin” hatiye nivîsîn.

Bi baweriya min şaşiyeke rastnivîsêye, ”ê” bi şaşî” bûye ”e”, şêkir kirin, bûye ”şekir kirin”.

Ya jî yê nivîsîye şaş nivîye. Yanî îhtîmala şaş hatiye nivîsîn gelkî zêdeye. Çimkî têkiliya wê bi ”şekir” tuneye.

Hin kes dibêjin na, ne şert e ”şekir kirin, şekirandin, şekir, şekirî” şaş be, kane devokeke herêmî be.

Koka etîmîlojîk ya ”şêkir kirinê, şêkirandinê” erebîye, ”muteşekkir” e, bi tirkî dibêjin ”teşekkur.”

Kurmancî ew li gorî qalibê xwe tewandiye, modîfe kiriye, bûye şêkir. Gava yek çêyiyekê bi meriv dike, meriv dişêkirîne, yanî ”teşekurî” wî/wê dike.

Ji merivê nankor ra meriv dibêje, tu çi çêyiyî pê bikî jî naşêkirîne.

Lê hin kes dibêjin, erê ev rast e, lê ”şekir kirin, şekirandin” jî rast e, belkî devokeke.

Tiştekî meriv bike tuneye, fikrê meriv, tiştê meriv dibêje rast be jî, meriv nikane bi zor bi kesî bide qeûlkirin.

XXX

Rast e, daristan bê çeqel nabe, welat bê merivên zirzop nabe. Lê belê li Tirkiyê zirzop Tirkiyê îdare dike. Jê wetnê siyaset çeqelî û zirzopî ye, heqaretkirina li xelkê ye. Lîderên ewrûpî guh nadin zirzopiyên kesê çeqel, xwe bi ber teqala wî naxin.

XXX

-Dibê ya tu bibî nêçîr ya jî nêçîrvan. Lê belê tu carî nebe kûçikê nêçîrê dibe ji nêçîrvan ra.

Li Tirkiyê kûçikên nêçîrî dibin ji nêçîrvan ra pir zêde bûne.

 

XXX

-Dibê ya tu bibî nêçîr ya jî nêçîrvan. Lê belê tu carî nebe kûçikê nêçîrê dibe ji nêçîrvan ra.

Li Tirkiyê kûçikên nêçîrî dibin ji nêçîrvan ra pir zêde bûne.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE