06 december 2020

Me nizanîbû jiyan hewqasî kin e

 Jiyan dişibe demsalan, çawa ku her demsalek(mewsimek) li gor xwe hin xweşî û hin mêweyên xwe hene, jiyan jî wisa ye, yê wê jî bihar, havîn, payiz û zivistana wê heye.

Payizê meriv nikane tuyan û buharê jî nikane hejîr û hinaran bixwe.

Heger meriv dixwaze hejîr û hinaran bixwe(ez ji herduyan jî pir hez dikim), dibê meriv demsala payizê jî bijî.

Havîn û zivistan ne tu demsal in, sertaca demsalan bihar û payiz e.

Jiyan jî wisa ye, demsalên herî xweş zaroktî û kalîtî ye, ez ji herduyan jî pir memnûn im…

Însan mexlûqatekî ecêb e, tim hin tiştên nuh dixwaze. Dema em zarok bûn, bi bêsebrî me dixwest em zû mezin bibin. Em mezin bûn,me zaroktî û ciwanî li pey xwe hîşt, em kal û pîr bûn. Nuha jî meriv dixwaze paşda vegere, dîsa zarok be, dîsa xort be.

Em xeşîm bûn, me nizanîbû jiyan hewqasî kin e, me zanîbûya, me yê nexwesta zû mezin bibin.

 

XXX

Careke din îspat bû Tirkiye welatê nezan û cahila ye.

Tirkiye, di axaftina îngilîzî da di nav 33 welatên Ewrûpa da di rêza 32a da ye. Di nava 100 welatên dinyayê da jî welatê 79a ye.

Li gorî lêkolîna PISAyê, Tirkiye di fen, matamatîk û qabîlîyeta xwendinê da welatekî pir û pir paşdamayî ye. Û di zanîna îngilîzî da jî di nava 33 welatên Ewrûpayê da di rêza 32a da ye.

Di rêza 33a da Azerbêcan e, azerî jî birayê tirkan in, ew jî ji eynî qumaşî ne.

Di warê zanîna îngilîzî da Hollanda yekem e.

Dema kesên wek Erdogan û Devlet Bahçelî bibin rêberê tirkan û Tirkiyê îdare bikin, tirk ewê tim nezan û cahil bimînin.

Bi îktîdara AKPê û MHPê miletek ji cehaletê xelas nabe, ewê bêtir korfahm bibe.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE