06 december 2020

Şertên endametîya partiya komunîst

 Di salên 1950î da kurdekî Kurdistana Rojava(Sûrî) dibe endamê partiya komînîst. Yê wî dike endam, piştî sondê jê ra dibêje:

-Wa ye êdî tu bûyî endamê partiyê. Lema jî dibê êdî tu dûzanekê bidî jiyana xwe, êdî weke berê nejî. Dibê tu êdî cixarê nekşînî, dev ji vexwarina araqê berdî, neçî der-meran berdûşiyê, zemberetîyê nekî, pereyê tu didî cixarê û araqiyê bide partiya xwe.

Û heger rojekê hewce be, dibê tu canfîda bî, canê xwe jî bê dudilî bikî qurbana partiyê…

Yê kurd dibêje:

-Ê piştî ku ezê cixarê nekşînim, araqê venexwim, kincên baş li xwe nekim, kêfekê nekim, perê xwe bidim partiyê, bi Xwedê tew ne hewceye ku ez li bendî wê rojê bimînim, hema bira ev can ji nuha da bi qurbana partiyê be çêtir e…

Bavê te ye...

Lawikê biçûk rojekê bêhemdî li malê rastî rismekî hat. Cara ev risim nedîbû, lema jî meraq kir, ji diya xwe pirsî:

- Dayê, ev mêrikê xweşikê yê tu himêz kiriye kî ye ?

Dê keserek kûr kişand, got:

- Ez bi qurban, bavê te ye, bavê te…

Lêwik bi matmayî got:

- Ê heger ev bavê min e, wê gavê ew serzulûtê her şev li mala me radikeve û ji min ra dibêje ez bavê te me, kî ye ?

 

Ew mêrê min e...

Mêrik nexweş bû, ge diket take sar, ge diket take germ, ditirsiya bimre. Derengê şevê bi dengekî melûl ji xanima xwe ra got:

-Delala min, rojekê ez bimrim tu’yê mêr bikî ya na?

Jinikê got:

-Wîîî, marûmo, ma ji ku ez kanim bêmêr deyax bikim, qey ezê mêr bikim.

- Û mêrikê were di nav van nivînan da jî rakeve, ne wer?

- De tu were min û vê ecêbê! Ma tu nizanî nivînên me hew ev in, qey em li erdê ranakevin, em mecbûr in di nav wan da rakevin.

- Ê tu yê ji mirêk hez bikî?

- Ê de tu were min û vê ecêbê, marûmo, qey ezê jê hez bikim, hema çawa be jî ew mêrê min e.

- Ê tu yê ereba min jî bidî wî?

Jinikê bawîşk anî û got:

- Ez bawer dikim ereba wî berê heye…

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE