04 december 2020

Harûn Reşîd û dara xurmê

Dibêjin ji rojan rojeke Remezanê Xelîfe Harûn Reşîd bi wezîrê xwe Cafer Bîn Yahya ra li rex Çemê Diclê ji xwe ra pîyase dikir. 

Harûn Reşîd(763-809) bala xwe dayê ku waye yekî kal dareke xurmê diçîne. Meraq kir çû balê, jê ra got:

- Kalê delal, tu zanî dara xurmê di çel salî de ber dide, te jî wa ye sal buhurandine. Çend sal umrê te ma ye, ma tu yê çi feydeyê jê bibînî?

Kalo got:

- Ya Sultanê min, pêşiyên me, yên berî me hatine, ji me ra çandin, ez jî wê ji bo yên ku wê di pey me ra bên datînim.

Kêfa Harûn Reşîd gelekî ji vê bersîva kalo ra hat û rabû kîsek zêr da kalo.

Li ser vê, kalo bi çongan ve kete erdê, her du destê xwe ber bi jor ve vekir û ji Xwedayê xwe ra şukur kir. Vê yekê jî bala Harûn Reşîd kişand û ji kalo sebebê dua wî pirsî.

Kalo got:

- Herkes dara xurmê diçîne ji bo ku piştî çel salî jê xurma bixwe, lê belê vaye ez tavilê, bi çandinê ra jê dixum. Ji bo wê jî min ji Xwedayê xwe ra hemd û sena kir.

Kêfa Harûn Reşîd ji vê bersîva kalo ra jî hat, rabû kîsek zêrê din dayê. Wezîr, sohbeta wan birrî û ji Harûn Reşîd ra got:

- Ya Sultanê min, heta ku ev serwet ya te be û ev zimanê şîrîn jî yê kalo be, wer xuya ye ku ewê xezîna te ji bin da req û rût bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE