Gerra serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ya Amedê piştî
gelek propagande û reqlam dawiya dawî do bi rast geriya.
Serokwezîrê Tirkiyê
Erdogan, do li Diyarbekrê siyaseta xwe ya ”nuh” ya li hember Kurdan, ku ji
alî gelek der û doran ve pir dihat meraqkirin eşkere kir.
Wek hemû serok û siyasetmedarên Tirkan yên din,
Erdogan jî di axaftina xwe da gelek
mesajên baş û xerab, gelek sinyal û îşaretên tevlihev dan Kurdan.
Wek qedeha avê ya nîvtije, yê bixwaze nîviyê vala bibîne ewê nîviyê vala
bibîne û yê bixwaze nîviyê tije bibîne ewê nîviyê tije bibîne. Herdu dîtin jî rast in. Ji ber ku di axaftina Erdogan da him qebûl û him jî
înkara problemê hebû.
Lê helbet ev mesajên Erdogan yên tevlihev û ne zelal, ne
ji nezanî û ne jî hin gotinên bêhemdî bûn.
Dikane du sebên van mesajên tevlihev û ne zelal hebin. Ya Erdogan dixwaze
herdu aliyan jî, yanî him leşkeran û him jî Kurdan îdare bike, ya jî ew û
leşker di vê siyaseta ”nuh” da hemfikir in.
Ji ber ku heta nuha qet nehatiye dîtin k (dema Ozal ne tê da,) tu hikûmetekê
bêyî destûr, ya jî lihevkirina bi artêşê ra siyasetek bi serê xwe tespît
kiribe û xistibe jiyanê.
Heger hin teşebus bûbin jî piştî ”fîtika” leşkeran, tavilê hikûmetan çerx
kirine û dîsa vegeriyane siyaseta Tirkiyê ya resmî.Yanî siyaseta înkar û îmhakirina Kurdan.
Erdogan jî wek gelek serokwezîrên tirk yên din, ”soz û
ahdên demokrasiyek hîn zêde” da gelê Amedê û got, ” mesela kurd ewê bi riya
demokrasiyek hîn zêde were çareserkirin.” Erdogan got, ” Em tu gelşê tune hesab
nakin. Em amadene ku bi van gelşan ra
rû bi rû bibin.”
Erdogan li gor yên berî xwe hinekî din jî pêş da çû û got, ” Li her welatî di
demên rabirdû da çewtî hatine kirin.
Rojên dijwar hatine jiyîn. Tirkiye di gelek badîreyan ra derbas bûye û hatiye
gihîştiye roja îro. Înkarkirina çewtiyên ku berê hatine kirin ne karê
dewletên mezin in. Dewleta mezin ew dewlet e ku diwêre xêr û gunehên xwe raxe
ser masê.”
Ev gotinên Erdogan bêguman gotinên bi cesaret in, heger di
parktîkê da jî bi rastî meriv li gor van gotinan hin gavên nuh û hin
guhertinên berbiçav bibîne bi rastî baş e û proseseke nuh e. Lê em kurd ji
tecrûbên xwe dizanin ku ew dikane tenê ”gotin û wa’dên vala” bin, tenê
taktîkeke aşkirin û xapandinê be.
Erdogan li ser biratiyê, wekheviyê, heq û huqûq û
demokrasiya li her derê û ji bo her kesî jî gelek gotinên girover kirin û
got, “Heta nuha gelek çewtiyên siyasî û îdarî hatin kirin. Problema kurd ne
problema beşekî ya vî miletî tenê ye, problema her kesî ye. Problema min e jî. Problem yek e û edresên cihê cihê
jî tunene.”
Ev jî gotinên him baş û him jî cesûr in. Tirkiye bi hawakî
resmî hebûn û problema kurdan qebûl dike. Ji bo kurdan ev qebûkirineke resmî
ye. Di warê siyasî da gelkî girîng e. Lê li alî din dema meriv li siyaset û
kirinên hikûmetê yên li hember kurdan temaşe dike, meriv newêre baweriya xwe
bi gotinên Erdogan bîne. Çimkî Demirel jî gotibû, “em realîta kurd qebûl
dikin”, Yilmaz jî gotibû, “riya Yekîtiya Ewrûpayê ji Amedê derbas dibe” lê tiştek
nehat guhertin.
Erdogan got,”Problema
kurd ewê bi riya demokrasiyeke hîn fireh û hîn pêşketî were
çaraserkirin. Em tu problemê tune nahesibînin. Em her gelşê rast qebûl dikin
û amadene bi van gelşan ra rû bi rû bibin.”
Erdogan ji alîkî da dibêje, em problemê rast qebûl
dikin, ” problema kurd ewê bi riya demokrasiyeke hîn fireh û
hîn pêşketî were çaraserkirin”, lê di eynî axaftina xweda jî dibêje ”emê
mesela kurd di çarçeva yek dewlet, yek al û yek miletî da” hel bikin.
Helkirina problema kurdan bi siyaseta ”yek dewlet, yek al
û yek miletî” siyaseta Tirkiyê ya resmî ye, yanî înkara kurdan e. Bi taybetî
jî siyaseta ”yek milet” î, înkara hebûna kurda ye. Di vê siyasetê da tu
tiştekî nuh û pozîtîv tuneye.
Loma jî ev gotin û sozên xwedêgiravî ”emê mesela kurd bi riya demokrasiyê hel
bikin”, li hev nakin û heta wan pûç dike, dibe sebebê ku meriv ji wan gotinan
şikê bike.
Dîsa Erdogan li alîkî di axaftina xwe da got, ”Em amadene
ku li her kesî guhdarî bikin. Ji bo ku em bikanibin şîdet û şer berteraf
bikin.”
Pir baş e. Ev jî tê wê maneyê ku ew amadane bi şexsiyet,
rêxistin û hêzên kurdan yên siyasî ra rûnin, li wan guhdarî bikin û bêguman
ji bo çareseriyê bi kurdan ra dest bi
guftugoyan bikin. Lê hin kirin û tesarufên Erdogan hene ku vê hêviya meriv jî
pûç dike.
Mesela berî ku ew here Amedê, li
Anqerê bi grûbek rewşenbîrên tirk ra rûnişt û bi wan ra problema kurdî minaqşe
kir. Di wê civînê da nehîşt kurd jî beşdar bibin. Yanî problema kurdî ne bi kurdan
ra, lê bi çend rewşenbîrên tirk ra minaşeşe kir. Ma meriv kane çi navî li vê
wetoyê ke?
Ev wetoya axaftina bi kurdan ra û gotinên ku ”em dixwazin li her kesî guhdarî bikin” jî
li hev nakin.
Ya din li Amedê, li gel israra Serokê Belediyê Osman
Baydemîr, Erdogan neçû ziyareta Baydemîr û fîncanek qahwa wî venexwar.
Ev şêla Erdogan ne tenê li hember kesên dostên PKKê, li hember kurdên din jî
wiha ye. Wî heta nuha bi tu hêzeke din ra jî têkilî dananîye. Ev yek jî
bixwaze nexwaze meriv dide fikirandin. Gelo hikûmet dixwaze problema kurdî
bêyî ku bi kurdan ra rûne çareser bike?
Tirkiye welatekî xerîb e, her tişt mimkûn e…
|
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar