03 december 2020

Nûçeyên Tirkiye terorîstên Daîşê digrin vir e

Medyaya tirk carnan li ser Daîşê xeberên derewîn belav dike, dibêje xwedêgiravî nizanim li ku derê, pûlis li hemberî Daîşê operasyonek kiriye û nizanim çend çeteyên Daîşê girtine.

Rûdaw jî ji vê vir û manîpulasyona medyaya tirk bawer dike û ew jî xeberê belav dike.

Tirkiye li hemberî Daîşê û çeteyên îslamî tu operasyon, moperasyonan nake, giş virên MÎTê ne, dezînformasyon in, ji bo ku ji Amerîkayê, ji Yekîtiya Ewrûpayê û dinyayê ra bibêjin em li dijî Daîşê ne û va ye em wan digrin. 

Lema carnan xeberên wiha belav dikin, dixwazin balansekê çê bikin. Çimkî girtina kurdan tenê zêde bala dikşîne, dinya rexne dike.

Tirkiyê bi hezaran terorîstên Daîşê bi artêşa xwe ve girê dane, kirine legosoldatên xwe û li Sûriyê, li Lîbyayê, li Qerebaxê xistine şer.

Tirkiye leşkerên xwe, çeteyên xwe nagire, dibê Rûdaw ji virên tirkan bawer neke.

Heger rast e, bira rismên wan, navên wan eşkere bikin, bira nîşan bidin hela ev Daîşiyên digrin di kîjan girtîgehê da ne û çi ceza dane wan?

XXX

Mahkima engîzîsyonê Galîleo Galîleî mecbûr kir bibêje ”dinya dûz e, doş nabe.”

Galîleo ji mecbûrî got ”dinya doş nabe”, lê dû ra jî got, ”ez bibêjim doş nabe jî doş dibe.”

Tirk bi darê zorê ji kurdan ra dibêjin, hûnê bibêjin Kurdistan tuneye.

Hin kurd ji tirsa ruhê xwe dev ji hebûna Kurdistanê berdin jî Kurdistan heye û ewê çê bibe. Zorbatî û barbariya we nikane rê li ber çêbûna Kurdistana azad bigire. Zû, dereng, hûnê rojekê Kurdistana azad bibînin…

 

XXX

Hin hiştên îro meriv bawer dike sedîsed rast in, bi rastiya wan sond dixwe, lê piştî demekê derdikeve ortê ne rast e, pûç dibe.

Montaigne gotiye, ”Heta do jî gelek tiştên me wek asasên îmanê qebûl dikirin îro em wek xemîşokan(fabil) dibêjin.

-Şika pir zêde, ji bawerkirina pir rehet baştir e.

Robert G. Ingersoll

 

XXX

Korona bêxwedî hal di me da nehîştite, roja em xebera nexweşî û wefata dost û hevalekî xwe nebihîzin tuneye. Me di digot piştî çend mehan belkî em jê xelas bûn, lê wa ye te xerabtir bûye.

Li Swêd di nav 24 saetan da 174 kes mirine.

Vê vîrusa qebîh moral bi me ra nehîştiye, di rewşeke wiha da ji dilê meriv nayê henekekê bike.

 

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE