03 december 2020

Bi bahozê re

 Yekî donjuan ji bo ku tobe bike çû dêrê ba keşe, got:

-Fader, ez û dişa(baldûza) xwe wê şevê ji xwe ra li mal rûniştibûn, me ji xwe ra li telewîzyonê temaşe dikir. Ji nişka ve hewa xera bû, bû bahoz, baranekê lê kir, şevreşek çêbû, qet qal meke, cava çav nedidît. Min xwe wenda kir. Carê ez bi xwe hesiyam ku ez di himêza dişa xwe da me...

Keşe got:

- Xwedê xefûr û rehîm e...

Yê gunehkar dom kir, got:

- Wê rojê jî cîrana me mîvana me bû. Dîsa ji nişka ve hewa xera bû, bû ba û bahoz, bû xumîna baranê, gurrîna tavan û şîrqîna birûskan. Qey min xwe tertiland. Min hew carê mêze kir ku cîrana min şût tazî di himêza min da ye. Çawa bû, çawa ket himêza min, min jî fêm nekir...

Gava jê donjuan wiha got, keşe hêzî ser xwe kir, çû ber pacê, bîstekê li derve nêrî, bala xwe dayê ewr çê dibin. Vegeriya ser donjuan got:

- Lawê min, waye ewr giran dibin. Berî ku bahoz dest pê bike û bibe baran, bibe girrîna tavan û şîrqîna ewran ji kerema xwe zû ji hundur derkeve, çimkî çi dibe, çi nabe, Xwedê hevza meriv ji bêtarên giran bike...!

 

Serê vehesiyayî

Mêrik ji hevalê xwe ra buxça kul û derdên xwe vekiribû, got:

-Berî ez bizewicim halê min pirr xerab bû, azibî perîşanî bû. Gora nigê min tim qul bû. Lê nuha şikir ji Xwedê ra, serê min vehesiyayî ye, êdî ez ji vî derdî xelas bûme. Ne gora nigê min qul e, ne jî îşlig û pantorê min qilêr û ne ûtîkirîne. Her tiştê min paqij û tekûz e.

Hevalê wî got:

-Law hela ka bibêje başiya wê ji azibiyê çiye, belkî ez jî bidim ser riya te û bizewicim.

-Başiya wê ev e, jinikê roja pêşî ez fêrî pînekirinê û karê malê kirim. Min rehet kiriye.

 

Lê ku eksê wê bibe ?

Bernard Shaw ji jinikeke ciwan û pak nameyekê digre. Jinik di nameya xwe da dibêje:

-Ez xweşika dunyayê me û tu jî herî biaqilê dunyayê yî. Ku em bi hev ra bizewicin ewê zarokên dunyayê yên herî xweşik û biaqil ji me sadir bibin.

Bernard Shaw bersîvê dide jinikê, dibêje:

-Gelek sipas ji bo pêşniyara te, xatûna delal! Lê ku zarokên me di xweşikî û pakiyê da li min werin û di aqil da jî li te werin emê çi bikin ?

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE