02 december 2020

Li Tirkiyê kuştina kurdan êdî bûye karekî rûtîn ê leşker û pûlisan

 Li Tirkiye gava mesele dibe kurd û Kurdistan, bi tirkan ra ji berê da ye bext, ûjdan, merhamet tuneye.

Ji bo ku zirarê bidin me, kanin her derewê, her bêbextiyê, her telaqreşiyê bikin.

Nuha, hûrik mûrikên huqûq, muqûqa, edalet medaleta hebû jî rakirine.

Êdî qetla me jî, xwîna me li xwe helal kirine. Dewlet jî, tirk jî bi çavê egîdan li xwîniyên me dinêrin.

Kîjan leşker û pûlisê tirk, kînga bixwaze kurdan, gencên kurdan bikuje serbest e, jê ra ceza tuneye.

Li Hekariyê leşkeran xurtekî 16 salî gulebaran kirine û kuştine.

Walî gotiye, leşkeran gule bera hewa(ezmên) dane, bêhedsî çûye li wî ketiye.

Însan bêexlaq be û huqûq û edalet jî tunebe ewê wiha bipeyive.

 XXX

Êdî her kurd baş zane dewleta tirk neyarekî me yê pir xedar e, ji bo ku me wek milet bihelîne, bike tirk, her fêlbaziyê, her zalimiyê, her xerabiyê dike.

Gyava ev jî têrê neke, riyên xerab bi ber xortên me, însanên me dixin, wan teşwîqî narkomaniyê, fuhûşê û tiştên pîs dikin.

Him zulmê û terorê, him jî van riyên pîs li bajarên me bi pêş dixin, civatê, kultur û urf û adetên civatê dejenere dikin.

 XXX

Kî ji dîn bawer dike, kî bawer nake bi kêf axwe ye. Lê dibê meriv xwe wekîl û berdevkê îslamê ya jî felfese û îdeolojîya jê bawer dike nebîne.

Dibê meriv her rexneya, her tiştê li ser îslamê hat gotin, wek heqareta li şexsê xwe nebîne. Xiristiyan xwe wekîlê Hz. Îsa nabînin.

Kî ji dîn bawer dike, kî bawer nake bi kêfa xwe ye.

Lê dibê meriv xwe wekîl û berdevkê îslamê ya jî felfese û îdeolojîya jê bawer dike nebîne.

Dibê meriv her rexneya, her tiştê li ser îslamê hat gotin, wek heqareta li şexsê xwe nebîne. Xiristiyan xwe wekîlê Hz. Îsa nabînin.

 

Evîndar: Li gorî min her tiştî rexne dibê, lê dîn divê rexne nebê , netewên me kurda jibo dîn hişkin jiber wê yeki , divê em xwedê, kitêbê pîroz , pêxember...rexne nekin ,wekîdi şex, mela ,sofîya ... tiştên go îro xisar didê meron rexne bikê

Zinarê Xamo: Ji xwe ya şaş û talûke jî ev e, ji ber vê baweriyê di nava misilmanan da aramî û aştî çê nabe û tevgerên wek El Qaîde û Daîşê derdikevin, seriyan jê dikin. Ez te mecbûrî fikirê xwe nakim. Çima tu min mecbûr dikî? Tiştê tu jê bawer dikî ez jê bawer nakim. Her kes li ser fikrê xwe.

Evîndar: Ez te mecbûrî fikirê xwe nakim . tu kê rexne bikê tu bi kiyma xweyi,ez dibêm kurd liser dîn rexne qebûl nakin
Heyran, mesele ne ez im, dibê meriv rexneyê li tu kesî qedexe neke. Bihêlin ji Xwedê ra.

Heger yên ne dîndar, ne misliman jî wek misilmanan bibêjin em qebûl nakin hûn dînê me, baweriya me, îdeolojiya me rexene bikin, wê çawa be? Însanên qirra hev bînin.

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE