01 december 2020

Hûtê ji mişk ditirse

Heger Yekîtiya Ewrûpayê bixwaze kane Erdogan bike dizê şekala xwe, lê nake.

Gava meriv di her warî da ji yekî xurttir be, jê bi hêztir be, ji wî bêtir ew motajî meriv be, meriv jê natirse, meriv serê xwe jê ra natewîne.

Yekîtiya Ewrûpayê, di her warî da ji Tirkiyê xurttir e, heger bixwazin kanin Erdogan perîşan bikin, bikin dizê şekala xwe, bi parsê xin.

Lê nakin, çima nakin, çima hewqasî ji ber Erdogan dadixwin, çima hewqasî wî aşûnî dikin ez fêm nakim.

Yekîtiye Ewrûpayê dişibe hûtû ji mişk ditirse, Tirkiye ji bo YE mişk e, lê jê ditirsin.

 XXX

Tirkiyê do keştiya xwe ya sîsmîk ji Derya Sipî paşva vekişand, qey benzîna wê qediya ya jî dîsa jê ra tahmîr lazim e.

Çimkî Yekîtiya Ewrûpayê heta 10ê mehê molet dabû Erdogan.

Lê paşve vekişandina keştiyê tatîk e, ji bo ku di 10ê mehê da YE li dijî Tirkiyê biryareke ne baş negire.

Çend rojên din ewê keştiya xwe bişînin dereke giraveke din, herêmeke din.

Erdogan henekê xwe bi Yekîtiya Ewrûpayê dike. Heta YE sîleyeke bi tîn lênexin biaqil nabe û bela xwe ji Yûnanîstanê vaneke.

XXX

Heger serokkomarê Tirkiyê Erdogan, hema piçekî bi Yekîtiya Ewrûpayê ra bimizice, heqaretên mezin li wan neke û demekê bela xwe ji Yûnanîstanê veke, lîderên Yekîtiya Ewrûpayê amadene herin eniya wî ramîsin, wî xelat bikin û çend milyar euroyê din xûgiya bidin wî.

Lîderên Yekîtiya Ewrûpayê ne tu meriv in, bêzirav û şelaf in. Erdogan viya baş zane, lema jî ji wan natirse û wan naxe dewsa însên, miamela şelafan bi wan ra dike, bi wan dilîze, henekê xwe bi wan dike.

Sînyalên berpirsiyarên Yekîtiya Ewrûpayê didin, ewê dîsa Erdogan himêz bikin, bidin ser serê xwe.

Yekîtiya Ewrûpa, navî giran e, warî wêran e, 28 welat wek ezraîl ji tirkan distirsin. Lema jî ez tu hêviyekê ji Yekîtiya Ewrûpayê nakim. Erdogan kînga bixwaze kane bibe serdilkê wan.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE