Ji Mûradê IV(1612-1640) ra dibêjin van rojana resamekî xerîb hatiye Stenbolê, rismên pirr tazî çê dike û difroşe milet.
Bi van rismên tazî exlaqê milet xera dike.
Mûrad dibêje:
- Zû, herin bigrin bînin ba min.
Diçin resam digrin, bi rismên wî ra derdixin huzûra Padîşê. Mûradê IV ji resam ra dibêje:
- Hela wan rismên xwe yên berradayî û bêexlaq derxe nîşanî
min jî bide.
Resam ji mecbûrî risman yek bi yek rê dide.
Mûradê IV dibîne ku pîrek û peya şût û tazî li hev piçikî ne bêtir hêrs
dibe, dibêje:
- Ya ya duruziyê bêexlaq! Ma tu fedî nakî van rismên zinêkariyê
çê dikî û exlaqê milet jî pê xera dikî?!
Resam xwe xwaro maro dike, destên xwe di hev dide, dibêje:
-Padîşahê min, ev ne rismên zînayê ne, giş jin û mêrên hev
in.
Li ser vê bersîva resam, Mûradê IV hinekî nerm dibe û
dibêje:
-Hiii, ê lawê min, piştî ku wisaye, wê demê baş veke ji bo ku
ez jî rind bibînim.
Bersîva pîrê
Lawê pîrê di nav hevalên xwe de komunîstekî bi nav û deng bû, ji ber xebata xwe ya çepîtî û Kurdayetiyê di hefsa Diyarbekir da girtî bû. Rojeke seredana girtiyan, pîrê rabû hin tiftar kir tûrikê xwe û çû serdana lawê xwe. Demek dirêj pa, dor hat ser pîrê. Lawê wê hat. Bîstekê li hal û demên hev pirsîn. Lawê wê got:
- Dayê, carek din dema tu hatî, ji min ra Quranekê bi xwe ra
bîne.
Pîrê şaş ma, ji guhê xwe bawer nekir. Lê dû ra bi qehr got
-Xwelî li serê xwelî li ser, ku te yê Quran bixwenda, ma
karê te li vir çi bû!?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar