31 december 2024

Sala we ya nû pîroz be !


Bi hêviya sala 2025´a ji bo gelê me bibe sala serktinê û azadiyê.

Bi vê hêviyê sala we ya nû pîroz be !

Gott nytt år!

Îhtîmala Sûriye wek dewlet nemîne ne hindik e

Îhtîmala Sûriye ji hev da bikeve, wek dewleteke serbixwe nemîne, ji ya mayina wê zêdetir e. 

Çimkî çete û terorîstên hatine ser hukim ne merivên kanibin dewletê îdare bikin. Û karên pir xerab dikin.

Tirkiye jî bi hostayî bingeha belavbûna Sûriyê tekûz dike. Çimkî nêtxerab e, li dû nêçîra xwe ye, dixwaze Kurdistana Rojava û Sûriyê lûp bike, daqultîne.

30 december 2024

Bes e vê xerabiyê bi kurmancî bikin !

Gotina ”min jiyan kir” bûye benîştê devê gelek kesan, bûye qîreke nayê pakkirin. Min çend caran li ser şaş bikaranîna wê lêkerê nivîsî lê pere nake.

Camêrekî di Facebookê da gotiye, filan keso ”C. C… 88 salan jiyan kir…
Ev çend sal in bi riya telewîzyonê û medyaya sosyal gotineke şaş (min jiyan kir)ketiye devê hin kurdan, ji devê wan dernakeve. 

Gava ez dibînim lêkera "jîn, jiya, dijî, bijî" şaş tê bikaranîn pir li ber dikevim. Xerakirina lêkereke kurmancî bi min zor tê.

Bi serdana van hersê dostên xwe pir kêfxweş bûm


Hefteya borî(22/12-24) sê dostên min ên ezîz, Îbrahîm Xelîl Baran, Memo Îldîgur û Emîn Maskan hatin serdana min.

Bi dîtina van hersê dostên xwe yên hêja, bi mazûbaniya ji wan ra pir kêfxweş bûm. 
Min bi destên xwe ji wan ra qahwake kurdî a kizwana çêkir. Me sohbetek xweş û bi fêde kir.

29 december 2024

Beyana DEM partiyê dişibe tiştanokên kurmancî

Dem Partiyê li ser hevdîtina Pervîn Buldan xanimê û Sirri Sûreyya Onder a bi Evdila Ocalan ra beyanek daye. Min bi xwe ji beyanê qet tiştek fêm nekir. Belkî jî ji min da ye...

Bi ya min beyaneka vala, beradyî ye. Diyar e gelşek heye, dewlet ji Evdila Ocalan hîn tam ne razî ye.

Beyana DEM partiyê dişibe tiştanokên/mamikên kurmancî, tiştekî min heye, ew çi ye ?

Şêx Murşîdê Xeznewî: Oxlim bavê te nikanîbû !


Şêx Murşîdê Xeznewîyê hêja, do jî li Tirbespiyê bû. Di mitîngeke pir qelebalix da peyivî, dîsa gelek mesajên muhîm da gelê xwe û neyaran. Êrişên çete û terorîstên ereb şermezar kir. Şîretên muhîm li serok û siyasetmedarên kurd kir.

Xeznewî di axaftina xwe da li ser gefên terorîstên ereb jî rawestiya, got:
”Kes nikane kurdan tine bike. Ji me ra dibêjin, ‘Emê wan û çekên wan binerd bikin’.
Oxlim(lawê min) bavê te nekanibû!

28 december 2024

Gelo hewce ye meriv ji zeytê ra bibêje "zeta zeytûnan" ?


Rûdawê di ser nivîsa xwe da ji zetê ra gotiye, ”zeyta zeytûnan.”

Di nivîsê da ”rûnê zeytûnan” jî bi kar anîye.
Em li Wêranşarê tenê dibêjin ”ZEYT”.
Em nabêjin ”zeyta zetûnan” ya jî ”rûnê zeytûnan”.
Zeyta me qediyaye dibê ez herim bikirim.
Ez ji xwarinên zeytê hez dikim.
Li Wêranşarê gava te got ZEYT, her kes fêm dike tu qala çi dikî.
Ji rûnê heywîn û netaban ra meriv dibêje rûn, lê ji yê zeytûnan ra meriv dibêje zeyt.

Tifaqa me bi xwe nikanîbû bikira belkî xelk bi me bide kirin

Kekê hêja Ahmed Zekî Okçuoglu, li ser girîngiya tifaqa kurdan a netewî ya li Rojavayê Kurdistanê ya dilê min pir xweş gotiye. Lema jî ez wan gotinên wî dikim kurmancî:

27 december 2024

Li Serê Kaniyê 45 kurd mane !

Berpirsiyarê Pêwendiyan Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Ciwan Îso ji Rûdawê ra gotiye, “Li Serê Kaniyê tenê 44-45 kurd mane.”

Serê Kaniya ji sedî nodê nufûsa wê kurd bûn, Tirkiyê di nav 5 salan da 44-45 kurd lê hîştine.
Ev jenosîdeke pir mezin e. Bajarekî ji sedî 90´ê nufûsê kurd be, piştî 5 sala 50 kurd lê nemîne !

26 december 2024

Rêwîtiya Dawî


Min îşev di telewîzyona Swêd kanala 1´ê da fîlmê dokumenterê bi navê ”Rêwîtiya Dawî/Den Sista Resan” temaşe kir. 

Fîlîp Hammar bavê xwe Lars Goranê 80 salî bi hevalê xwe Fredrik Wîkîngsson ra dibe Fransayê, der û mekanên bavê wî pir jê hez dikir, havînan tahtîla xwe li wan deran diborand digerîne. Him jî jê ra qala bîranînên xwe û wî dike. Bavê xwe dibe dibe wan rojan.

Lars Gosta Hammar mamosteyê fransî bûye û di çend fîliman da jî rol girtiye. Şexsîyetekî nas ê telewîzyona Swêd e.

Vê dara sêvê guh nedaye zivistanê !


Di vê demsalê da vê dara xweşik guh nedeya zivistanê, hîn xemla xwe dananî ye! 

Di gerra me ya îro da ez û xanim rastî çend darên sêvan hatin, pel weşandine lê sêv hîn pêva ne. 

Sêvên pir hûrik in. Lê taxa me ji van deran çend heb hene. Îsal pir sêv girtibûn. 

Neweşîna sêvan hetanî nuha tiştekî balkêş e!

Terorîstên îslamî li Sûriyê kirinên Daîşê dubare dikin

Rejîma Beşar Esed hilweşiya. Lê yên hatine dewsa wî ji Esed pir xerabtir xuya dikin.
Bi îhtîmaleke mezin xelkê, xiristîyan, elewî ewê bibêjin xwezî bi rejîma Esed. Terorîstên îslamî ji nuha da pir êrîşkar, bêtolerans hereket dikin.
Dest bi girtina însanan kirine, tiştên pir metirsîdar dikin. Xelkê digrin, lînc dikin, însanan wek kûçikan didin ewtandin.

25 december 2024

Di Noelê da ez têr masiyê SENAPS Sîll dixum !


Ez her sal di cejna Julê(Noelê)da miheqeq masiyê Senaps Sîll, zeletê silqasor/zeltê dîpsorê(rödbetssallad), hêka kelandî, patat û nanekî taybet dixum. Xulorîkên goşt(
Köttbullar)jî dibê li ber hebe, min vê carê nekirî.

Min nuha xwar, xwe pê kuşt ! Dahmê da boçikê...

Min hewqas ecele kir, min hêka xwe ji bîr kir.
Tu sos wek sosa vî masîyê sîll ne xweş e, ez kanim şûşakê bixum.
Li mala me bêyî min kes naxwe, ne xanim, ne jî zarok devê xwe pê nakin, madê xwe jê digerînin.

Heger vê carê jî li Kurdistana Rojava kurd azad nebin sûcdar dîsa serokên me ne

Ji ber du sebebên esasî di Şerê Cîhanê yê Yekê da Kurdistaneka serbixwe(başûr, bakur û rojava di nav da)çênebû.

Sebebê yekê, ji ber nakokiyên di nabêna serokeşîr û mezinên wê demê da bû. Serok û mezinên kurdan li hev nekirin, neyartiya hev kirin, eşkere û di bin ra bûn hevalên tirk û ereban.

Sebebê duduya jî, dîn, biratiya îslamê ya bi tirk û ereban ra bû. Dîn û biratiya bi tirkan û bi ereban ra di ser tifaqa netewî ra û çêbûna Kurdistanê ra dîtin. Ji bo wan hevaltî û piştgiriya tirk û ereban ji çêbûna dewleta kurd muhîmtir bû.

Nasyonalîzma kurdî ne nîjadperestî ye

Îslamîstên trik jî wek kemalîst, faşîstên tirk antî kurd in, ji kurdên miletperwer, nasyonalîst nefret dikin.

Hin îslamîstên kurd jî di bin tesîra îslamîstên tirk da mane, ew jî wek wan li dijî miletperweriya kurdî ne, kurdên nasyonalîst rexne dikin, dibêjin gerek kurd nebin nasyonalîzim, mîlîyetçîtî xerab e. Li ser vê gelek demagojiyên teorîk dikin.

24 december 2024

Gerek em gelê xwe û dostên xwe xeyalşikestî nekin !

Hewldanên Amerîka û Fransayê ji bo yekîtiya kurdên Rojavayê Kurdistanê berdewam e. 

Heyetên Amerîkayê û Fransayê li Qamîşloyê bi berpirsiyarên ENKS´ê û HSD´ê ra hevdîtinan dikin, şîreta li serok û siyasetmedarên kurdan dikin. 

Hêvî dikim serok û berpirsiyarên herdu alîyan bi mizgîna yekîtiyê dilê miletê xwe xweş bikin. Me û dostên me xeyalşikestî nekin !
Miletê kurd jî yekîtiyê, tifaqê dixwaze, li ser sînoran dua dike.

Heyetên amerîkî û fransî ji wan ra dibêjin law em ketine bextê we zû yekîtiya xwe çêkin.

Dostên me yên amerîkî ji bo me karên baş dikin

Senatorên Partiya Cumhûrîyetçî Lindsey Graham û Senatorê Partiya Demokrat Cris Van Hallen ji bo cezakirina Tirkiyê pêşniyarek bi navê ”Qanûna micadela li dijî êrîşkariya tirk” pêşkêşî Senatoya Amerîkayê kirin.

Di pêşniyarê da ji bilî cezayên leşkerî, li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê daxwaza herêmeke bêsîleh jî heye.

23 december 2024

Di nav 3 şertên Ebdulhekîm Beşar da daxwaza paş da vekişîna Tirkiyê tune ye


Nûnerê ENKS´ê Ebdulhekîm Beşar ji Rûdawê ra gotiye xwedêgiravî, ”3 şertên ENKS´ê hene: Xwe ji PKK´ê qut bikin. PKK´ê qedexe bikin. Kesên biyanî derxin.”

Ev ”hersê şert” jî demagojî ye, qal û qîlên redkirina hevakariyê ye.

Lê li gel vê jî serokê HSD´ê Mezlûm Ebdî jî eynî tişt çend caran dubare kir; got têkiliyeke wan a organîk bi PKK´ê ra tune ye, ji hevalên PKK´ê û şervanên biyanî ra gotine, ji bo alîkariya we ya heta nuha mala we ava be. Lê êdî dibê hûn ji vir herin. 

Yanî HSD, YPG, PYD jî tiştê Ebdulhekîm Beşar gotiye dibêjin û qebûl dikin. Ev yek.

ENKS û HSD ya ewê Qmîşloyê bikin Hewlêr ya jî bikin Efrîn, ev di destê wan da ye

Li gorî beyana serokê HSD´ê Mezlûm Ebdî çekdarên HSD´ê 110 hezar e. Ev artêşeke, ordiyeke mezin e.

Li Kurdistana Rojava kurdî zimanê resmî ye.
Li Kurdistana Rojava 4100 dibistan hene. Di van dibistanan da 900 hezar zarok bi kurdî perwerde dibin. Evy ek kurdî ji mirinê xelas dike, nifşên nuh bi kurdî mezin dibin.
Li Kurdistana Rojava 41 hezar mamosteyên dersa kurdî didin hene.

22 december 2024

Tirk dixwazin Ocalan PKK´ê û YPG´ê tasfîye bike û kurd li Rojava doza tu mafî nekin

Serokê MHP´ê Develet Bahçeliyê xirifî û devgirêz bi wî aqilê xwe yê çelqîyayî dixwaze PYD´ê û îdareya kurdan a li Kurdistana Rojava bi destê Ocalan bide tasfîyekirin.

Mêrik gotiye.

”Divê li Sûriyeyê cihê PKK´ê YPG´ê tunebe, divê ev rêxistin çekên xwe teslîmî hikûmeta Sûriyeyê bikin. Divê terorîstek jî li ser sînorên me nefesê negire."

Charles BUKOWSKİ: Gelo ez Xwdê nas dikim û fêm dikim?


Min ev nivîsa Charles BUKOWSKİ balkêş dît, kêfa min jê ra hat. Min wergerand kurmancî. Min got bira bi kurmancî hebe.

-Gelo ez Xwdê nas dikim û fêm dikim? Nas dikim, lê nikanim fêm bikim.
Tu zanî Sebastîan, carnan ez ji Xwedê qet tiştekî fêm nakim.
-Te got Xwedê efendîyê min? Kîjan Xwedê?
-Ew çi gotine Sebastîan? Ma çend Xwedê hene ku?

21 december 2024

Gerek em kurdên Rojavayê Kurdistanê bi tenê nehêlin

Di nav kurdan bi sedan şêx û alimên fena Şêx Murşîdê Xeznewî hene. Lê hetanî nuha yekî jî tiştê Şêx Murşîdê Xeznewîyê hêja dike nekiriye, hewqasî zelal nepeyiviye, gaveke wek ya Şêx Murşîdê Xeznewî navêtiye.

Alim, zana, şêx, rîsipî û serokên miletan di rojên giran da diçin hawara miletê xwe, didin pêşiya miletê xwe, riya yekîtiyê û felatê nîşanî miletê xwe didin.

Hevalbendiya bi dijmin ra însên bêexlaq û bêrû dike

Adem Çelkîn kurde e, parlamenterê Qersê yê AK Partiyê ye. Di meclîsê da gotiye, li Tirkiyê, “Pirsgirêka kurd” tune ye. Gotina pirsgirêka kurd tune ye, ji aliyê kesên nêtxirab ve tê berovajîkirin. Li welatê me pirsgirêka kurd nîne. Çimkî me ev mijar di dema AK Partiyê da hat çareserkirin.”

Parlamenterê partiya DEM´ê yê Antalyayê Saruhan Oluçê tirk jî gotiye, ”na ne rast e, gelşeke kurd heye û em ji bo çareseriya wê micadelê didin.”

20 december 2024

Dibê bi sedan siyasetmedar û ronakbîr bi Şêx Murşîdê Xeznewî ra çûbûna Qamîşloyê


Kurdperwerê dilşewat Şêx Murşîdê Xeznewî ji bo yekîtî û hevkariya kurdan bi dil û can dixebite.
Şêxê hêja, li Qamîşloyê, li Mizgefta Şêx Maşûqê Xeznewî, di xutbeya îniyê da daxwaza yekîtiyê, yekrêziyê li partiyên kurd kiriye, gotiye îro roja yekîtiya netewî ye.
Siyasetmedarno, serok û ronakbîrno, hûn li bende çi ne, çima hûn jî ne bi 
Şêx Murşîdê Xeznewî ra ne li Qamîşloyê ne ?
Piştî xutbeyê bi hezaran însan bi şîra ”bijî yekîtiya gelê kurd” meşiyan û piştgirî dan banga Şêx Murşîdê Xeznewî.

Qehremaniya keç û lawên me li hemberî barbarên DAÎŞ´ê dostên miletê kurd pir kirine

Keç û lawên kurd, miletê kurd bi berxwedan û qehremaniyên  xwe yên li Kobanê, li Sûriyê bi têkbirina barbarên DAÎŞ´ê li dinyayê deng dan, hurmet û sempatîyeke mezin qezenc kirin. 

Ji ber vê mêranî têkoşîna bêhempa li çarhawêlî dinyayê ji miletê kurd ra gelek dost çêbûne.

19 december 2024

Hevalbendiya dijmin Newaf Reşîd pir bêheya kiriye

Li ku derê merivekî cahil, bêkêr, bêxîret, şelaf heye xwe gîhandiye ENKS´ê.

Nûnerê ENKS´ê yê herêma Kurdistanê Newaf Reşîd ji Rûdawê ra gotiye, ji bo hevkariya bi HSD´ê, PYD´ê ra ji şertên ENKS´ê yek jî ”Divê Mazlûm Abdî bibêje "Em ne dijminên Tirkiyê ne."

Ne ev şelaf û zilamê tirkan tenê, serokên ENKS´ê hemû wek berdekên tirkan dipeyivin, ji berjewendiyên miletê xwe bêtir ketine heyra parastina dagirkeriya Tirkiyê.

Kitêbxane - Perwîz Cîhanî | سی ڤی - پەرویز جیهانی

Li Sûriyê yên hatin ji yên çûn gelkî xerabtir in

Serokê HTŞ´ê Ebû Muhammed el-Colanî jî di nav da berdevkên hukûmeta Sûrî û serokên mixalefetê gişan dev guhertîne, giş wek berdevkê tirkan dipeyivin, dibêjin, ew tu îdareyeke din qebûl nakin, Kurdistana Rojava beşek ji axa Sûriyê ye, dibê HSD, filan bîvan nemîne.
Li Sûriyê hukûmetek heye, ewê her derê kontrol û îdare bike. Heger kurd sîlehên xwe daneynin şer ewê dom bike.

18 december 2024

Diyar Dersim - Welat - Symphony Music Video ©2024

Tirkiye kînga bixwaze kane DAÎŞ´ê belav bike

Amerîkî li Sûriyê û li Kurdistana Rojava piştgiriya xwe ya bi hêzên kurd ra tim bi hebûna Daîşê va, bi îhtîmala vegera Daîşê va girê didin. Ev şêleke apolîtêk e, nedîtina hevkariya Tirkiyê ya bi Daîşê û terorîstên din ra ye.

Cigîrê Nûnera Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî Robert Wood gotiye:
”Divê em piştrast bin DAIŞ ewê ji nû ve venegere. Lema jî emê bi hevkarên xwe yên din ra şerê li hemberî Daîşê bidomînin, ji bo ku DAIŞ nikanibe xwe ji nû va ava bike û terorê li Rojhilata Navîn û li seranserê cîhanê pêk bîne.”

Mesela me û Tirkiyê mesela gur û berx e...

Tirkiye bi israr dixwaze berî Donald Trump hukum ji Bîden dewr bigire êrîşeke mezin bibe ser kurdan, Kurdistana Rojava bi temamî dagir bike. Ji bo vê êrîşê haziriyeke mezin kirine.
Hetanî nuha Amerîkayê destûr nedaye vê êrîşa tirkan, bi têkliyên dîplomatîk ew sekinandine.
Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder gotiye ew meselê ji nêz va dişopînin.

Lê ev hewildanên Amerîka yên dîplomatîk ewê kanibe tirkan bisekinîne ya na hîn ne diyar e.

17 december 2024

Vêsê dîsa şaşomaşoyî bûm

Vêsê(vê sibê) bi şaşî seet û nîvekê zûtir ji xew rabûm. Her sibe seet berî hefta(07.00) ji xew radibim. 

Vêsê berî zîla seetê lêxe bi xwe hesîyam, min li seetê nêrî şeş û nîv e. Min got de tişt nabe, ne hewceye zîl lêxîne, ezê çarîkekê zûtir rabim.

16 december 2024

Heger li Sûriyê kurd nebin şirîkê dewletê sûcê serokên kurda ye

Piştî sed salî fersendeke mezin û tarîxî çêbûye li Kurdistana Rojava kurd bibin xwedî federasyon, li Sûriyê bi ereban ra bibin şirîkê dewletê.

Lê heger kurd yekîtiya xwe çênekin, partiyên hene hemû bi hev ra hereket nekin Kurdistana Roja ewê ebedîyen ji dest here.

Sûcdarê vê felaketa mezin jî ne partiyek tenê ye; PYD, YPG, ENKS, PKK, PDK hemû sûcdar in, ji bo ku li hev nakin, ji bo ku yekîtiyeke netewî çênakin kurd vê carê jî ewê wenda bikin û him jî ebedîyen.

Tirkiye dixwaze YPG, PYD xwe fesh bike û kesên serok û berpirsiyar jî mal û welatê xwe biterikînin

Wezîrê karên derve yê Tikriyê Hakan Fîdan di hevpeyvîna xwe ya bi NTV´ê ra gotiye gerek serokên YPG´ê him YPG´ê, PYDê fesf bikin, him jî Kurdistanê, Sûriyê terk bikin.

Yanî ji bo ku Tirkiye Kurdistana Rojava dagir neke dibê Salih Muslim, Mezlûm Ebdî û kadirên YPG´ê, PYD´ê giş malên xwe, welatê xwe biterikînin û bi çolan kevin. Lê negotiye ewê ku da herin?
Mêrik fermaneke wer daye aqilê meriv disekine. Sê şert dane ber PYD´ê û YPG´ê:

15 december 2024

Tu derew nikane neyartiya hûn bi kurdan ra dikin veşêre

Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Yaşar Guler gotiye, ”li Rojava û Başûrê Kurdistanê 2939 kes hatine kuştin, hemû endam û hevalên PKK´ê bûne.” Yanî wan hewqas hevalên PKK´ê kuştine.

Mêrik bi kuştina hewqas însanî îftîxar kiriye. Heger ev reqem rast be, di salekê da kuştina hewqas însanî felaketeke mezin e.

Lê ji bo Yaşar Guler kuştina 2939 însanî tenê reqem e.
Li alî din jî mêrik gotiye, ”tu gelşeke me bi xwişk û birayên me yên kurdên Îraqê û Sûriyeyê ra tune ye” (!)
Lawo çawa gelşa we bi kurdan ra tune ye?

Dibê em neheqiyê li PYD´ê nekin

Hin kes serok û berpirsiyarên PYD´ê rexne dikin, hinek şîreta li wan dikin, dibêji çima navê we wiha ye, çima hûn serxwebûnê ya jî federasyonê naxwazin?

Her tişt girêdayî qeweta meriv e, tiştê li zirara xwe dibê meriv neke.
Kurd motajî piştgirya der û hundur in. 

14 december 2024

Heger PKK xwe fesh bike tirk ewê bela xwe ji kurdan vekin ?

Tirk, PKK´ê wek sebebên êrîşên xwe yên ser Kurdistana Rojava nîşan didin. Ne rast e, dereweke bi boçik e.

Ma PKK, YPG tunebe tirkê dev ji neyartiya kurdên Rojava berdin, ewê li Sûriyê federasyonê qebûl bikin?

PKK sibe xwe fesih bike, hemû sîlehên xwe teslîmî Kurdistana Başûr bike, serokên PKK´ê giş li dinyayê belav bibin jî tirk dev ji neyartî û êrîşên ser Kurdistana Rojava bernade.

Altan Tan neheqiyê li kurdan dike

Li ser micadela kurdan bi Tirkiyê ra Altan Tan şîret li siyasetmedar û serokên kurd kiriye, gotiye:

”Hûn bi Tirkiyê ra şer bikin, pişta xwe bispêrin hêzên biyanî ne mimkûn e hûn bigihîjin derekê. Gerek kurd bêyî ku bi Tirkiyê ra şer bikin hemû mafên xwe yên siyasî bixwazin. Riyeke din tune ye...”
Altan Tan bi van gotinên xwe neheqiyeke mezin li kurdan dike.

Yekî nizanibe ewê bibêje Tirkiye bi rehetî heqê kurdan daye, lê kurd qebûl nakin, dibêjin na, hutul batil emê bi we ra şer bikin.

13 december 2024

Bawer bikin ev zulma hûn li me dikin ewê ji we ra nemîne !

Tiştê Tirkiye dike zora zalima ye, roja çend kurdan negirin tuneye.

Gava dewlet ne dewleta meriv be, gava meriv bindest be, ne ewlekariya canê meriv heye, ne jî ya malê meriv.

Îro dîsa 12 kes girtine. Erdogan û Bahçelî ji me kurdan ra dibêjin em çi navî li kê dikin, ji kê ra dibêjin terorîst, ji kê ra dibêjin qehreman dibê hûn jî wek me bibêjin. Kî wek me neke, kî wek me nefikire, kî ji me ra li çepika nexîne terorîst e, ciyê wî/wê zîndan e.
Law Cengîz Xan jî hewqas sitûrê nekir...

12 december 2024

Ev çavsorî ewê ji we ra nemîne

Hukûmeta Erdogan û Bahçelî bi sê hêzan dajo ser kurdan, şerê kurdan dike.

Yek, bi hêza resmî, bi pûlis û leşkerên dewletê, bi sîstema edaletê. Bi mahkimeyên xwe, kînga dilê wan dixwaze kurdên jê aciz in digrin, dixin hefsê.
Dudu, bi çeteyên MHH´ê kurdan terorîze dikin.

Heta Kurdistan çênebe li herêmê aramî ne mimkûn e

Di praktîkê da Sûriye û Îraq nemaye, herdu jî belav bûne. Bi zor bi hev va dizeliqînin. Lê çi zamq û çîrêzê jî bi kar bînin Sûriye û Îraq careka din nabin dewletên berê.

Kevirên domînoya hilweşînê ji Sûriyê hetanî bi Iraqê û Îranê dirêj dibe. Ji bo ku li herêmê aramî û îstîkrar çêbibe pêwîstî bi dewletek kurdî, bi çêbûna Kurdistanê heye.

11 december 2024

Ev piştgiriya Amerîkayê hêjayî teqdîrê ye

Mala emerîkiyan hezar carî ava be, ji bo ku vê bela mezin, van çete û keriyên gurên boz ji ber deriyê me dûr xînin çi ji destê wan tê dikin.

Tirkiye û qatilên Daîşê har bûne, ref bi ref êrîşê dibin ser kurdên mezlûm. Amerîka ji bo ku van êrîşan rawestîne pir aktîv dixebite.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken roja înê diçe Tirkiyê.

Emê ji vê bela mezin çawa xelas bibin ez nizanim...

Li Kurdistana Rojava şertên gelê me ji bindestiyê, ji bin zulmê azad bibe çêbûye. Dibê em vê carê vê îmkanê, vê fersendê ji dest xwe nedin der.

Lê serok û birêvebirên Tirkiyê bela xwe ji me venakin, ji ereban bêtir êrîşî gelê me dikin, nahêlin kurd azad bibin.

10 december 2024

Hêvî dikim Sûriye nebe mesela kefendiz

Ez ditirsim ”şoreşa” Sûriyê bibe mesela kefendiz, ereb bibêjin xwezî Beşar Esed neketa. Sûriye bibe Îran ya jî Afganîstan.

Dibêjin yekî kefndiz hebûye. Îş û karê wî kefendizî bûye. Gava yek dimir bi şev diçû gorra yê mirî vedikir, kefenê wî/wê didizî.
Rojekê berî mirina xwe ban lawê xwe kiriye, jê ra gotiye:

09 december 2024

Gerek Amerîka û Îsraîl nehêlin li Kurdistana Rojava kurdan bifetisînin

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Saar nîşan daye ew û dewleta wî dost û dilxwazê miletê kurd e. Gîdoon Saar gotiye:
"Dibê êrişên li ser kurdan bên rawestandin û civaka navneteweyî li hemberî wan mêrxasan berpirsiyar e.
Em bi hevalên xwe yên hikûmeta Amerîkayê û bi yên welatên din ra li ser vê yekê dipeyivin.Berpirsiyariya civaka navneteweyî li hemberî wan kesan heye ku wan bi mêrxasî li dijî DAIŞê şer kirine û li Sûriyeyê faktoreke aramîyê ne."

Dibê meriv pir bilind nefire

Erdogan xwe wek nêçîrvanekî pir zîrek û kone dihesibîne, aqil di ser aqilê xwe ra nabîne, xwe wek alemî cîhan dibîne. Pir bilind difire, neheqî û zulmeke pir mezin li kurdan dike. 

Lê nêçîrvanên di kemîna xwe werdibin jî hene.

Ji rûvî feneketir tuneye, lê belê li çarşî û li bazarê herî zêde postê wî heye.

08 december 2024

Pêşnîyarek ji weşanxaneyên kurdî û ji zengînên amedî ra


Îro roja dawî ya Fûara Kitêban a Diyarbekrê ye. Hêvî dikim weşanxaneyên beşdarî fûarê bûne li zirarê derkevin.

Ez newêrim êdî ji amedîyan ra bibêjim herin kitêban bikirin. Çimkî feqîr û fiqareyên amedî xwe wek barçêmkê rûçikandin, qurişek di bêrîka kesî da nema.

Berê ne nivîskar hewqasî pir bûn, ne jî weşanxane. Nuha bi sedan nivîskar hene, jimara weşanxaneyan jî pir zêde bûne. 

Bi hezaran kitêb li piyasê hene. Meriv nizane kîjanê bikire, kîjanê nekire.

Dawiya dawî Beşar Esed reviya û Sûriye ket destê hêzên îslamî


Dawiya dawî ew roj hat, Beşar Esed reviya, çeteyên Tehrîr el Şamê paytexta Sûriyê Şam girtin û li kuçe û kolanên Şamê bi reqe reqa kelaşan zafera xwe pîroz kirin.

Tê gotin Beşar Esed û malbata xwe do derengê şevê reviya ye, li ku ye, çûye kîjan welatî kes nizane.

Serpêhatiya xewariya Sokrates

Fîlozpfê mezin Sokrates, rojekê ji xwendekarên xwe ra qala serpêhatiyeke xwe ya dema zortaniya xwe kiriye, gotiye:

-Dema ez xort bûm min hez nedikir sibehan zû şiyar bibim. Diya min ji vî exlaqê min nefret dikir, dixwest ez sibehan zû ji xew ra bim. Çimkî dixwest rojekê min wek bazirganekî(têcirekî)mezin bibîne. Li gorî wê, kar sibehan xweş e, rizq sibehan belav dibe.

07 december 2024

Ji xeraba wetnê bihar nayê

Biserketinên mezin bi fedekariyên mezin mimkûn e. Bi rûniştinê, bi leqeleqê, bi rexnekirinê û bi qazinan meriv nagihîje tu armanc û mirazan.

Kurdistan bi xebatê, bi fedekariyên mezin çêdibe.

Di xebatê da, di micadelê da d ibê meriv bi biryar û bi îstîkrar be, zû neweste.
Di riya azadî û serxwebûna Kurdistanê da mimkûn e carnan meriv bilikume, carnan hin bend û astenî derkevin pêşiya meriv.

Me pir kişandiye lê ewê baş bibe

Li gorî medyaya Swêd dinivîsîne Pûtîn ji Beşar Eshed ra gotiye dibê ew ji Rûsyayê êdî tu alîkariyê nepê. Bi îhtîmaleke mezin ev agahdarî rast be.

Çimkî Rûsyayê do bang li hemwelatiyên xwe kir, got ji Sûriyê derkevin.

Heger wiha be Îranê û Hizbullahê jî ewê neçin hawara Esed. Îsraîl herdu jî baş basko kirine, birîndar in, kel û kût bûne nikanin ji ciyê xwe bilivin.

06 december 2024

Daxwaz û hezkirin hebe tiştê meriv fêr nebe tune ye

Ji bo ku meriv baş ji heqê karekî derkeve, bibe erbab û hosteyêyê karê xwe, bibe alim, nivîskar, lêkoêîner berê meriv ji sifirê dest pê dike, dûra bere, bere fêr dibe, xwe bi pêş dixîne, dibe şagirt, xelfe û hosteyê karê xwe, sinetê xwe.

Ji bo ku meriv bi pêş keve dibê meriv dest pê bike. Meriv berê elîfbayê fêr dibe, dûra dibe nivîskar, rojnamevan, alim, edîb, şair û zana. Kes zane ji diya xwe nabe.

Meriv kane di her umrî da xwe bi pêş xîne

Umrekî fêrbûnê tune ye, meriv bixwaze kane di her umrî da xwe bi pêş xîne, tiştên nuh fêr bibe.

Xortek rojekê li bajêr rastî mamostê xwe yê dema lîseyê hat. Silav li hev kirin, li halê hev pirsîn. Dest bi sohbetê kirin.
Mamoste pirsa karê wî jê kir, gelo çi dike, çi dixwîne?
Xort got, wî dev ji xwendinê berda û ji bo ku ew neçû zanîngehê gelkî poşman e.
Mamoste got:
-Çima tu nuha naçiyê?
Xort got:

05 december 2024

Di siyasetê da kî jîr û zane be ew bi ser dikeve

Heger mezinên me, pêşeng û serokên me ji yên tirkan jîrtir, zanetir bûna Mistefa Kemal û hevalên xwe nikanîbûn ew bixapandana, nikanîbûn, ew bi darên sêpiyan va li ba kirina. 

Heger ew ji tirkan jîrtir, zanetir bûna, wanê zora tirkan bibira, wanê ew ji ortê rakirina.

Dîsa rev û koçberî û girî bû para me

Li gorî îstatîstîkên Neteweyên Yekbûyî ji ber êrişên çeteyên Tehrîr El Şamê herî kêm 115 hezar kes, yanî kurd ji Kurdistana Rojava koçber bûne.

Ev yek bi destê Tirkiyê tê kirin. Çeteyên THŞ´ê girêdayî artêşa Tirkiyê ne, li ser daxwaza Tirkiyê vê zulmê li kurdan dikin, vîdeoyên vê terora xwe jî bi serbilindî belav dikin. 

Tirkiye nexwaze terorîstên îslamî nikanin viya bikin.

04 december 2024

Dilê şivên bixwaze kane nêrî bidoşe

Nivîskarek kurdîya wî baş be lê tu carî nivîsekê, twîttekê bi kurdî nenivîsîne, parvekirinekê bi kurdî neke pir eyb dike. 

Ne analfabet e, ji ber ku bi tirkî dinivîsîne, gelek berhemên wî yên bi tirkî hene. 

Meriv rastnivîsê nizanibe fêr dibe. Min jî nizanîbû ez fêr bûm. Çimkî min xwest, min xwe fêr kir.
Her kesê îro bi kurdî dinivîsîne ji bo ku xwestiye fêr bûye.

Qederê em kurd giş bi hev va girê dane

Kurdên başûr û rojavayê Kurdistanê çi sozê, çi tawîzê bidin serokên Tirkiyê bira bidinê, her daxwaza wan qebûl bikin jî ewê tu carî bela xwe ji wan venekin, tu carî wan rehet nehêlin.

Xwezî wiha nekirana, xwezî kurdên her çar peçên kurdistanê wek hev neyarên xwe nedîtana. 

Lê dibînin. Ji bo wan pîvaz çi sor çi sipî, ferq nake. Kurd kurd e, çi başûr, çi bakur, çi rojava, çi rojhilat, ferq nake, ji bo wan giş dijmin in, dibê yek jî nebe xwedî dewlet, xwedî statuyeke netewî.

03 december 2024

Dagirkirina Helebê ji bo dagirkirina Kurdistana Rojava ye

Dîplomatê rûs Andrey Baklanaov ji Rûdawê ra wiha gotiye:

“Bi nêrîna min, Erdogan dest ji armancên xwe yên demdirêj ên guherîna sînoran bernedaye. Jixwe di daxuyaniyeke xwe ya van rojan da gotiye, cîhan derbasî qonaxeka guherînê ya sererastkirina sînoran bûye.”
Ev tast e. Sînorên Erdogan û tirk dixwazin biguherînin dagirkirina tevayiya Kurdidstana Rojava û beşekî mezin ê Kurdistana Başûr e.Dixwazin wan deran jî bikin erdê Tirkiyê.

02 december 2024

Bi vê hevpeyvînê pir kêfxweş bûm

Ji bajarê Urmiyê rêveberê kovara Vejînê, Akam Cîhangirî îşev bi min ra hevpeyvînek kir. Hevpeyvînê li dora seetekê ajot.

Ji ber ku xortekî ji Kurdistana Rojhilat ji bo kovara xwe bi min ra sohbet kir pir kêfxweş bûm.
Cara pêşî ye hevpeyvîneke min ewê di kovareka Kurdistana Rojhilat da darkeve.

Gerek dinya nehêle Sûriye bibe Afganîstan

Li Sûriyê jiyana kurdên Helebê û Şahbayê di talûkê da ye.
Lê ne jiyana wan tenê, heger çeteyên îslamî Esed bixînin û li Sûriyê werin ser hukim, jiyana kurdên Kurdistana Rojava jî di talûkê da ye. Ewê êrîşî wan jî bikin.
Ewê dewleteke îslamî, bi şerîetê tê îdarekirin ava bikin. 

Yanî ewê Sûriyê bikin Afganîstan. Û ewê kurdan û nîvê nufûsa Sûriyê bi çolan xînin. 

Sûriye ewê bibe dojeh. Jin ewê bibin kêzikên reş. Tirkiye ewê hin erdên din dagir bike.

01 december 2024

Merivê bêxîret ji hevlatiya bi dijmin ra şerm nake

Levent Gultekîn kurd e, lê kurdekî pir bêxîret e, bûye zilamê tirkan û dijminê qewmê xwe.

Titirse ji ber şaşiyên serokên Tirkiyê ”Kurdistana Sûriyê jî çêbibe.”

Vî qûnalêsê tirikan gotiye:
”Tu nikanî Helebê bigirî birayê min´î bêhiş, piştî Kurdistana Îraqê, Kurdistana Sûriyê jî bi te didin avakirin.”

30 november 2024

Gelî amedîyan, herin Fûara Kitêban a Amedê


Fûara Kitêban a Amedê îro dest pê kir, heta 8´ê vê mehê ewê dom bike.

Gelî amedîyên hêja, dildarên ziman û edebîyata kurdî, herin fûarê çend kitêban bikirin, bira feydeyda we bigihîje weşanxaneyan.
Ji bîr mekin, riya xwe bi standên weşanxana DARA´yê û PALL´ê jî xînin.
Kitêbên min Hebû Tunebû û Rojnivîskên Sirgûnekî li standên wan hene.

Bi êrîşa ser Helebê Tirkiye dixwaze çi bike?

Terorîstên Tehrîr El Şam êrîşeke mezin birine ser Helebê. Şer çar roj in dom dike. Navê gurûbê Heyeta Tehrîr El Şam e lê di esasê xwe da cepheyeke terorîstên Daîşê ne.
Tirkiye navên cihê li wan dike. Hêza li piştî êrîşê û şer îdare dike Tirkiye ye, terorîstên şer dikin pîyon in.
Wasîte û sîlehên hewqasî mezin ancax di destê dewletan da hebin.

29 november 2024

Feyde û başiyên fûarên kitêban


Ev demeke fûarên kitêban li dû hev çêdibin. Ez ne şaş bim berê hewqas fûarên kitêban çênedibû. Lê nuha her sal li gelek bajarên Tirkiyê û Kurdistanê fûarên kitêban çêdibin.

Bi baweriya min tiştekî baş e. Gava fûar çêdibe dibe wesîleya însan herin fûarê, lê bigerin û kitêban bikirin.

Hinek ji bo gerê, ji bo ku nas û dostên xwe, hin nivîskaran bibînin diherin, lê kitêbekê, du kitêban dikirin.

28 november 2024

Gur eyarê xwe naguherîne

Li Tirkiyê û li Kurdistanê rewşa siyasî, aborî, civakî pir xerab e. Ji bo ku milet serî hilnede, hukûmetê rexne neke zorê, zulmê zêde dikin, her roj însanan qefle bi qefle digrin, ceza dikin.

Ji bo ku kes dengê xwe neke zor dane girtina însanan, digrin, davêjin zindanê, ceza dikin. 

Dixwazin bi vê riyê milet çavtirsiyayî û bêdeng bikin. Helbet berhemekê digrin, lê ewê heta ku dom bike?

27 november 2024

Hersê şehîdên kurd û Kurdistanê bi hurmet bibîr tînim !


Do(26/11-1971)roja şehadeta Dr. Şivan, Brûsk û Çeko bû.

53 sal berê, di 26´ê mijdara 1971´ê da ev hersê canfîdayên kurd û Kurdistanê Dr. Şivan, Brûsk û Çeko, li Kurdistana Başûr ji ber sûcekî wan nekiribû, bi îthameke ne rast ji alî PDK´ê va hatin gulebarankirin.
Ev çend roj in ez kitêba Selahattin Alî Arik ”Dr. Şivan, Dr. Saît Kirmizitoprak” dixwînim.
Nêta min piştî min kitêb qedand ezê tiştekî li ser binivîsînim.

Nifira li ser şîrê kerê


Me kerên xwe qelihandin, xelk ji şîr û penêrê keran milyonan qezenc dike. Li ba me hesilandina, yanî mecbûrmana vexwarina şîrê kerê nifira herî giran bû.

Min nizanîbû penêrê ji şîrê keran çêdibe heye û li dinyayê penêrê herî biha ye.

Penêrê Pule li Sirbistanê ji şîrê kerê çêdikin, kîloya wî bi 1000 euroyî ye.

Lîtreya şîrê kerê jî 50 uro yî ye.

Li Wêranşarê nifirike me li ser şîrê kerê heye. 

Çend gotinên xweş

Îro jî dixwazim bi çend gotinên xweş, gotinên meriv kane li ser bifikire, jê aqil bigire dest bi nivîsa rojê bikim.

Min bala xwe nedaye tu malperê, nizanim çi qewimîye, çi neqewimîye. Înşela xeberên xweş hebin.  

Her sibe hinekî bi tirs kompîtora xwe vedikim. Dibêjim şalê li Kurdistanê tiştekî xerab neqewimî be. Îsal pê da xerab çû, hêvî dikim sal çê biqede.

26 november 2024

Li Stockholmê 10 saliya rizgarkiriya Kobanê hat pîrozkirin


10 sal di ser têkbirina Daîşê û rizgarkirina Kobanê ra derbas bû.

Rizgarkirina Kobanê ji keriyên wahş û zebanîyan di tarîxa miletê kurd da zafereke pir mezin û tarîxî ye.

Îro li Stockholmê hin parlamenterên swêdî yên dostên kurdan û nûnerê Kurdistana Rojva Şiyar Elî li ser rizgarkirina Kobanê û rewşa nuha semînerek dan.

Dîktatorekî wek Elî Xameneyî îdama Netanyahu xwestiye

Hela hûn bala xwe bidin vê sosireta giran, ne kesî din, rêberê îslamî yê Îranê Elî Xameneyî gotiye, biryara girtina Netanyahu baş e, lê têrê nake, dibê Netanyahu û berpirsiyarên Îsraîl giş werin îdamkirin.

Heger ICC (Dadgeha Cezayê Navnetewî)mahkimeyeke bi rastî adil û bêteref bûya, dibê Elî Xameney nuha di binê kilîtê da bûya. Çimkî di dema wî da bi hezaran însan hatine kuştin û îdamkirin.

25 november 2024

Ma yahûdiyên antîsemît tune ne?

Min di nivîseke xwe da biryara ICC´ê(Mahkima Navnatewî ya Cezayê)rexne kiribû, gotibû biryareka neheq e, antîsemît e.

Yek li dijî vê dîtina min derketiye, gotiye efendim ji 6 hakimên ICC´ê yên biryara girtina Netanyahu dane yek ji wan yahûdî(cihû) ye.

Yanî xwestiye bibêje gava hakimekî yahûdî biryara girtina Netanyahu dabe biryar rast e, ne şaş e, ne neheqî ye.
Yahûdiyek neheqiyê li yahûdîyekî nake, hakimekî yahûdî(cihû) nabe antîsemît !

24 november 2024

Bêyî dagirkerên welatê xwe dibê em ne li dijî tu dewletê bin

Em gelek caran li ser şerê Îsraîl û filistîniyan dikevin gewriya hev, hevdu aciz dikin, carnan jî dilê hev dihêlin.

Bi baweriya min wek ferdên miletekî bindest bêyî dagirkerên welatê xwe û hêzên girêdayî wan dibê em ne li dijî tu dewletê bin.

Em miletekî bindest in, welatê me hatiye dagikirin, em motajî alîkariya her dewletê, her kesî ne. Bêyî dewletên dagirker û şûrkêşên wan dibê em dijminatiya tu kesî nekin.

23 november 2024

Bersîva kurdekî dostê filistîniyan û dijminê Îsraîl

Kurdekî bi navê Zariyê Mezre di X´ê da fikrê min ê li ser biryara Dadgeha Cezayê Navnetewî (ICC)rexne kiriye, gotiye:

”Mamoste, qerar tam di cihê xwe da ye, lê kêm e. Bi min, skandalên heqîqî va ne:
1. Ê dagirker û terorîst dewleta Îsraîl e. Netenyahu tenê serokê wî dewletê ye. Yanî berpirsiyar girtina şexsan, xapandin e.
2. Diktator ne tenê Netenyahu ye. Dinyayê de be dehan dîktator hene lê mehkeme seba wan û dewleta wan qet naşixûle. Ku ne durûtî je û je dil in, bira seba gişt dîktator û dewletên terorîst û dagirker mehkeme vekin.”
Dixwazim bi çend gotinan bersîva Zariyê Mezre bidim.

Jin di warê aborî da azadiya xwe bi dest dixin


Li Kurdistana Bakur berê jin di malan da hatibûn hefskirin, jin nedixebitîn. Çavên wan li destê mêran bû. Ji ber ku nedixebitîn motajî mêran bû. Xebat ji jinan ra şerm dihat dîtin.

Dûra, piştî salên 1970´î jinên xwendin xebitîn, bûn abûqat, tuxtor, mamoste, hemşîre, filan, bîvan.

Lê nuha rewş hatiye guhertin, jinên qet nexwendine jî dixebitin. Bi karên diki, bi tiştên çêdikin azadiya xwe ya aborî bi dest dixin. Êdî jin jî wek mêran karsaz in, tucar in, esnaf in, bazirgan in.

22 november 2024

Yê ruh kal û pîr dike ne sal in


Rojekê ji siyasetmedar, xatibê bi nav û deng yê îtalî Cîcero pirsîne, gotine:
-Mamoste, gelo tu dixwazî ji nuh ve vegerî dema xwe ya xortaniyê?

Cîcero gotiye:
-Hespa di bezê da bûbe yekem, ji bo çi ewê bixwaze careke din vegere ciyê jê dest pê kiriye?
Baş xerab meriv umrekî dijî, tê dawiya hêniyê. Li wir êdî veger tune ye.

21 november 2024

Li Îraqê zewaca bi keçikên 9 salî ra dike serbest bibe


Li gorî rojnameya îngilîz The Telegraphê nivîsîye Îraq kane di rojên pêş da zewaca bi keçên 9-10 salî ra bi qanûnekê serbet bike.

Partiyên şîe yên konservatîv di meclîsê da piranî bi dest xistine, dixwazin zewaca bi zarokên, keçikên  9-10 salî ra serbest bikin, bikin zewaceka qanûnî.

Heger pêşniyar bibe qanûn, bêyî zewaca bi keçikên 9 salî ra, jin ewê nikanibin ji mêrên xwe veqetin, mafê hevdu berdanê ewê ji jinan were girtin, bibe mafekî mêran tenê. Mêrê kanibe jinê berde, lê jinê nikanibe xwe bide berdan.

Du Heval û dîk

Du hevalên ji hev hez dikirin bi hev ra dipeyivîn. Ji hev ra qala xeyalên xwe dikirin. Herdu jî pir xizan bûn. Yekî ji yê din pirsî:

-Du mangeyên(çêlekên) te hebûna, te yê yek bida min?
-Erê!
Du xaniyên te hebûna, te yê yek bida min?

Berfa salê ya pêşî xwe gîhand Stockholmê

Li Stockholmê berfa me ya salê ya pêşî barî, li Stockholmê hîn ne pir e, lê erd sipî kiriye. Û ewê dom bike. 

Li hin bajarên nêzî Stockholmê nîv mîtro derbas kiriye. Belkî hêdî hêdî were Stocholmê jî.

Ez dixwazim bibe nîv mîtro. 

Berf xweş e, xwezayê sipîboz dike. Kêfa min jê rat ê. Serma 3 derece ketiye binê sifirê.

20 november 2024

Şansê min îro baş meşiya

Şikir, telefona min bê qeza, bê bela îro hat girêdan. Min operator guhert, ji TELE2 çûm ba Comvîqê.

Dibê min îro sîm-karta xwe biguherta, lê min nizanîbû. Ez ditirsiyam numreyên di telefona min da wenda bibin. Ji bo wê jî min dixwest yekî hoste biguerîne.

Beytika dixwest ezman bi ser dinyayê da nekve


Li daristanê, li ser guliyê darekê beytikekê(çivîkekê) ji xwe ra hêlînek xweşik çêkiribû, bi kêf û şahî di hêlîna xwe da dijiya.

Ji sibê hetanî dinya tarî dibû ji ser wê darekê difiriya ser dareka din.
Bi vî hawî bextewariya xwe nîşan dide. Kêf kêfa wê bû, daristana mezin ya wê bû.

Rojekê li daristanê bahozek, bagerek wer rabû hey hewar, hîmîn û xuşîn ket nav daristinê, gelek dar wergeriyan.

19 november 2024

Mêrik bi vê bangê henekê xwe bi kurdan kiriye

Li Kerkkûkê sibe serjimarî heye, berpirsê YNK´ê yê Kerkûkê Rewend Mela Mehmûd bang li kurdên Kerkûkê kiriye, gotiye:

”Divê hemû endamên malbatê ji bo serjimêriyê vegerin Kerkûkê û heta ew venegerin navên wan nayên qeydkirin.

Em tekez dikin heta hemû malbat venegere Kerkûkê ew nayên jimartin. Rojên 20 û 21´ê mehê dibê hemû endamên malbatê vegerin Kerkûkê.”

Sibe serjimêr e, efendî îro ji kurdan ra dibêje vegerin Kerkûkê. Mêrik ya ne temam e, ya jî henekê xwe bi kurdan dike !

Ax ji derdê van gotinên naylon

Helbet ziman ne tiştekî sitatîk e, tim wek xwe namîne, gotinên nuh, formên nuh lê zêde dibe. Bi vî hawî bi pêş dikeve, zengîn dibe.

Tiştên nuh, teknîkên nuh, alet û edewatên nuh derdikevin, îcadên nuh çêdibin.

Heger meriv bikanibe navên kurdî li wan tiştan dike. 

Lê ew jî ji bo her tiştî nabe, dibê însanên bi rastî zimanzan wan gotinan, wan navan pêşniyar bikin.

18 november 2024

Xelata Arjen Arî dane şairekî tirk !


Şairê bi nav û deng Arjen Arî do li Amedê ji alî malbata wî û Weşanên Sor ve hat bibîranîn.

Arjen Arî şairekî mezin e, meriv çiqasî qedrê wî bigire, çiqasî pesnê wî bide hêja ye.

Malbata wî û Weşanxana Sor her sal li ser navê Arjen Arî xelatekê dide şairekî. ”Xelata Şerefê” ya îsal dana nivîskar, şair Mûrathan Mûnganê tirk.
Xelata şairekî kurd dane şairekî tirk !
Êcêba giran !

Yên dixwazin NECO nas bikin dibê Rûpelên ji Qelema Min bixwînin


Min kitêba bi navê ”Kalemimden sayfalar/Rûpelên ji qelema min” xwend û nivîsek li ser nivîsî.

Birayê Necmettîn Buyukkaya(Neco), Şervan, qismek ji notên, nameyên, nivîsên NECO di vê kitêbê da bi dûzan anîne ba hev. 

Şervan Buyukkaya karekî pir hêja, hêjayî teqdîrê kiriye. Xwendina bi hezaran rûpelên destnivîs, tasnîfkirina wan, nivîsîna wan karekî pir û pir zor e.
Şervan bi vê xêbata xwe him ji bo Neco, him jî ji bo tarîxa me xebateke muhîm kiriye. Mala camêr hezar carî ava be.

17 november 2024

Bi sedan klasîkên edebîyata me derdikevin ronahiyê


Di sempozyuma Melayê Cizîrî ya Navneteweyî ya sisiya da Mamosteyê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Mêrdînê Prof. Dr. Mehmet Zahîr Ertekîn, li ser şairên heta nuha nedihatin naskirin gotiye:

“Me heta niha 800 helbestvanên klasîk ên bi kurdî nivîsîne peyda kirine. Me 93 nusxeyên mewlûda kurmancî bi dest xistine.”

Hetanî nuha navên Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Batê, Melayê Cizîrî û Ehemdê Xanî dihat zanîn û tim qala wan dihat kirin.

Yekîtiya hêzên pêşmerge ma sala 2026´a !

Wezîrê hêzên pêşmerge Şoriş Îsmaîl gotiye, ”heta dawiya 2026a hemû hêzên pêşmergeyan ewê werin yekkirin.”

30 sal e hûn vê demagojiyê dubare dikin, lê tu carî nakin.
Çima ne nuha, çima 2026 ?
Ji bo ku PDK û YNK tiştekî wiha naxwazin, lema tim taloq dikin. Yanî xapandin e.
Heger heta 2026´a dijmin we rehet bihêle, hûn kanibin bimînin. Çimkî talûke pir in.

16 november 2024

Heger ez di dewsa Jake Paul da bûma bi 40 milyon dolarî minê çi bikira?


Jake Paul û Mike Tyson, kesî kes nakawt nekir, Paul bi pûanê maç qezenc kir. Maç 8 raund û her raundek 2 deqîqe bû.

Li gorî hekemên maçê, Jake Paul zora Mike Tyson bir û 40 milyon dolarê xwe bera bêrîka xwe da. Tyson jî 20 milyon girtiye.

Texmîna min şaş derket, min digot Tysonê qezenc bike, lê wisa nekirin. Qey wiha li hev kirirbûn.

Di nav çend deqîqeyan da qezenckirina hewqas pere ne karê aqil e. Maç şoveke ji bo pera bû.

15 november 2024

Li ser bîranînên Necmettîn Buyukkaya

Di van rojên dawî da min kitêba Necmettîn Buyukkaya(NECO) ”Kalemîmden sayfalar/Rûpelên ji qelema min” xwend. 

Du roj berê min qedand. Bin got ezê nivîseke kin li ser binivîsînim, lê nivîs dirêj bû, min hîn neqedandiye. 

Ezê îşev ya jî sibe biqedînim.

Ji bo ku meriv Neco nas bike, bizanibe çi xebat kiriye kitêbeke dibê meriv bixwîne. Li ser wî û serdema wî, xebatên wî arşîveke pir dewlemend û giranbiha ye.

Canfîdayê kurd û Kudistanê Seyid Riza serbilindiya miletê kurd e


Welatparêzê canfîdayê kurd û Kurdistanê, serokê serîhildana Dêrsimê Seyid Riza, 87 sal berê, ew û lawê xwe û şeş kurdên welatparêz li Xarpêtê bi hovane hatin bidardakirin.

Ez Seyid Riza û wan welatparêzên bi hurmet bibîr tînim.
87 sal di ser îdama Seyid Riza ra derbas bûye, lê zalim hîn jî gorra wî û kesên pê ra îdamkirin nîşan nadin.

14 november 2024

Li ser jiyanê çend gotinên xweş

Hin kesan jiyan xweşik tarîf kirine, li ser jiyanê hin tiştên xweş, hin gotinên meriv dide fikirandin gotine.

Richard Stephen Wilkins jî yekî ji wan kesa ye serê xwe bi gelşên jiyanê ra, bi jiyana însan ra diêşîne. Ez dixwazim ev gotinên xweş bi kurmancî jî hebin. Min 20 gotinên Richard Stephen Wilkins wergerand kurmancî.
Hêvî dikim kêfa we jê ra were.

13 november 2024

Nevî pir şîrîn in


Dawiya vê heftê Arasê me hatibû serdana kalik û pîrika xwe. çaxa tê mala me şên dibe. 

Bi dîtina wî em îhya bûn. Zêde nabên dikeve hatina wî lema dema tê hinekî xerîbiyê dikşîne. Piştî nîvseetekê sakîn dibe, tê ba me.

Hêdî hêdî mezin dibe, êdî kane rûne.

Ez çend salî me?


José de Sousa Saramago´yê(1922-2010) portegîsî navîskarekî bi nav û deng e. Di sala 1995´a da xelata Nobelê ya edebîyatê girt.

Min ji vê şiîra wî ya li ser jiyanê, li ser extîyarbûnê hez kir, lema jî ew ji tirkî wergerand kurmancî. Xwezî min portegîsî bizanîbûya ji portegîsî wergeranda. 

Lê wergerên ji zimanê duduya pir in. Ez bawer dikim tu zirar tê tune ye, ji tunebûnê çêtir e.

Şiîreke li ser extîyariyê

Heger keçik be ewê her tiştî fêrî min bike

Xanima bihalkî, bihimil ji peyê xwe(mêrê xwe)pirsîye:

-Tu dixwazî gedê me lawik be ya keçik be.
Mêrik gotiye:
-Heger lawik be ezê matamatîkê fêrî wî bikim, emê bi hev ra sporê bikin, bi hev ra herin masîyan û gelek tiştên bi hev ra bikin.
Jinik kenîya ye, gotiye:
-Le heger keçik be tu yê çi bikî?
Mêrik gotiye:

12 november 2024

Mozên hingiv, mûcîzeyên biçûk


Mozên hingiv heywanin muhteşem in. Meriv dibe heyranê wan. Min di derekê da li ser wan hin agahiyên ecêb xwend.
Em hingiv dixun lê mozên hindiv çêdikin qet meraq nakin.

Du firşikên, du hûrên mozên hingiv hene; yek ji bo xwarinê ye, ya din jî ji bo tepokirina nektarên dikin hingiv e.

Ev mûcîzeyên biçûkên bi perik, yên hingiv çêdikin li dora 40 rojî dijîn.

Çend metelokên li ser zewacê û jin û mêran

-Piştî pevçûn û devjeniyeke dirêj mêrik bi xanima xwe da qîriya ye, gotiye: ”Dema ez bi te ra zewicîm ez yekî tam xêvik bûme."

Jinikê serê xwe hejandiye, gotiye: ”Erê tu rast dibêjî, ez dildar bûm min ferq nekir.”

-Xortekî ji bavê xwe pirsîye; ”bavo, zewac kane bi çiqasî li ser meriv mal bibe?”
Bavê wî gotiye:

11 november 2024

Ereb dikin Kerkûkê bi serjimêrê jî bikin bajarekî ereban


Bexda di 20-21´ê vê mehê da li Kerkûkê serjimêrê çêdike. Bexdayê çima 9-10 sal berê, dema Kerkûk di bin destê kurdan da bû tiştekî wiha çênekir?

Wê demê nekirin, nuha dikin çim kî demografiya gelek deran li gorî xwe, di lehê xwe da guhertine.

Di van şertan da bi qebûlkirina vê serjimêrê kurd dikin Kerkûkê bi nufûsa xwe jî bikin bajarê ereban.

Zulma li me dikin kevir û daran dihelîne

Hemşeriyê minê hêja Azad Bariş, di X´ê da qala serpêhatiyeke pir bi êş a keçikek êzdî kiriye.

Çeteyên Daîşê keçik birine Tirkiyê. Ji bo ku keçikê bigrin, teslîmî malbata wê bikin sê sal in rêxistinên êzdiyan, abûqat, parêzvanên mafê mirovan, rojnemevan pir xebitîne, lê dewletê keçik teslîmî wan nekiriye.
Keçik îro (10/11-14) teslîmî qatilên malbata wê kuştibûn kirine. Keçika, zaroka 3 sal in êsîr girtine nedane malbata wê, dane qatilên malbata wê kuştine. Ev çi qanûn e, çi edalet e?

10 november 2024

Şerê li ser sîya kerê


Li meydaneka Atînayê milet li hev kom bûbû, minaqaşeyeke mezin hebû.

Fîlozofê bi nav û deng Demosthenes derketiye ser kursiyê, dest bi axaftinê kiriye.

Kesî zêde lê gudarî nekirye, komik, komik li hev kom bûne, bi hev ra peyivîne.

Demosthenes(384 BÎ-322) gotiye, ”ezê ji we ra çîrokekê bibêjim û herim” û dest bi çîroka xwe kiriye, gotiye:

09 november 2024

Jiyan riyeke dûr û dirêj e

Jiyan gelek tiştan fêrî meriv dike, geh meriv poşman dike, dilşa û bexewar dike.

Jiyan wek riyeke dûr û dirêj e, hetanî dawiyê rê meriv rastî gelek tiştên xweş û ne xweşê tê 

Carnan meriv ji bo ku ji yekî hez kiriye poşman dibe, carnan jî ji bo ku meriv jê hez nekiriye poşman dibe.

08 november 2024

Du serpêhatiyên dilşewat ên li ser pisikên me


Cîranekî me yê qerebaxî heye. Ji havîn da ye pisikek kirîne. Malbat giş pê ra direqise. Giş wer jê hez dikin, wer jê hez dikin, tu dibêjî belkî ji wan ra zarokek çêbûye.

Carnan li hewşê dengê şabûna wan tê me, pir pê şa dibin, pê ra dipeyivin, ji dest hev direvînin. Bi navê wê ban dikinê, pirsa jê dikin, pê ra sohbet dikin.

Yanî wek zêdayîyeke ji wan ra çêbûbe, hewqasî pê kêfxweş in. Serdilka gişan e.

Êdî em tarîxa xwe dinivîsin

Sedat Ulugana li ser tarîxa me lêkolînên pir giranbiha dike.

Kitêba wî ya bi navê ”Sê halê kurdan: liberxwedan, qetlîam, sirgûn”, li ser mijareka pir girîng e. Çapa 4´a di nav weşanên Dara´yê da derketiye.
Kitêb bi tirkî ye. Hêvî dikim Sedat rojekê kurmanciya wê jî binivîsîne.

07 november 2024

Mamosteyên zimên em gêj kirine !

Kesên xwe wek zimanzanên kurmancî dibînin û di medyaya sosyal da her roj hin teoriyên çeqilmastî li hev tînin, xwe pispor, alimên zimên dibînin wer pir bûne, wer pir bûne aqilê meriv nagire.

Li ba xelkê ji bo ku yek bibe zimamzan dibê 4-5 salan li zanîngehê bixwîne. 

Li ba kurdan xwendin, perwerde ne şert e, zanîna kurmancî têrê dike ji bo ku yek bibe "zimanzan"!

Hesûdî xerab e

Marekî dabû dû kêzika êgir/kurmekî şevê. Nêzîkî lê kir, tam dikira bixwara kurm jê ra got:

-Ma ez kanim tiştekî ji te bipirsim?
Mar got:
-Esas ez tu carî bersîvê nadim pirsên qurbanên xwe, lê vê carê ezê ji bo te îstîsnayekê bikim, destûrê bidim, ji bo ku tu pirsa xwe bikî. Ka biprse.

Kêzika êgir pirsî:

06 november 2024

Bi Mîr Kamiran Bedirxan ra hevpeyvîneke tarîxî


Dostê minê hêja Rohat Alakom ji me ra dîsa lêkolînek pir girîng kiriye. Hevpeyvîneke Mîr Kamiran Bedirxan a bi rojnamevan, nivîskara swêdî Gîtta Barbro Karabuda ra bi dest xistiye.

Barbro Karabuda hevpeyvîn di sala 1962´a da kiriye û di telewîzyona Swêd da weşandiye.  
Botan Timesê jî hevpeyvîn, ev qeyda tarîxî weşandiye.

Rojnamevan Beşîr Kavak hevpeyvîn ji arşîva Telewîzyona Swêd derxistiye û wergerandiye.

Erdogan û Bahçelî kanin her tiştî bikin

Serokê partiya nîjadperest MHP´ê Devlet Bahçelî do ji devê xwe fistiqandiye, gotiye ”namzedê me Recep Tayyip Erdogan e. Erdogan temînat û dildarê gel e”.

Devlet Bahçelî gelkî pesnê Erdogan daye, bi dîtina wî namzedekî ji Erdogan baştir ne mimkûn e, serokatiya wî ji bo Tirkiyê û tirkan nihmetek Xwedê ye. 

Yanî heger Erdogan heta wê demê sax bimîne cara çaran jî ewê bikin bikin serok.

05 november 2024

Çerxa felekê geh li jêr e, geh li jor e

Dijminên me îro ji me xurttir in, em nikanin ji welatê xwe biqewitînin. Ji bo ku îro em nikanin bi dijmin, dibê em xwe nekujin, û bêhêvî jî nebin.

Micadele berdewam e. Ya muhîm em serê xwe natewînin, dev ji doza xwe, dev ji micadela xwe bernadin.
Li dinyayê tu tişt, hêzên dewletan jî tim wek xwe namîne. Îro ew ji me xurttir in, sibe ev rewş kane biguhere. Tu tişt wek xwe namîne, her tişt diguhere.

Bi çend gotinan gazina ji nivîskarekî

Çend roj berê min ev nivîsa jêr bi Messengerê ji nivîskarekî hevalê xwe yê Facebookê ra şand. 

Ew û zarokên xwe çûbûn bajarekî Ewrûpayê seyahetê. Berê gelek salan li wî bajarî jiyabûye. Nuha jî bûbû rêberê zarokên xwe.

Rismekî xwe û zarokan parve kiribû û gotibû, ”ji bo sê rojan bi zarokan li Svîsreyê digerim. Welatê ciwaniya min lê derbas bû.”
Ev rêz ne bi kurdî, bi tirkî nivîsîbû.

Êrîşên we nikane vî karwanî bisekinîne

Sed sal e pantirkîstên tirk ji bo ku kurdan bikin tirk her riyê bi kar tînin, her zulmê li kurdan dikin.

Di vî şerê man û nemanê da bi milyonan kurd ji Kurdistanê derxistin, li metropolan belav kirin, bi milyonan asîmîle bûn.

Lê miletê kurd neqediya. Bira teslîmîyet li wir bimîne, her ku diçe berxwedan xurttir dibe, micadela antîkolonyalîst berfirehtir dibe.

04 november 2024

Dewleta tirk dîsa dest bi tayinkirina qeyûman kir


Dewleta tirkan, ya Erdogan û Bahçelî qeyûm danîne ser sê beledîyan, beledîyên Mêrdînê, Batmanê û qeza Rihayê Xelfetîyê.

Ya me û dewleta tirkan qedîya ye, dibê em kurd êdî vê rastiyê bibînin û siyaseteke li gorî wê bimeşînin.

Dewleta îradeya me, nûnerên em hildibijêrin qebûl neke, dibê em jî wê dewletê êdî wek dewleta xwe nebînin.

03 november 2024

Demokrasî kultureke


Qiralê Îspanyayê Felîpe û xanima xwe qiralîçe Letezîa îro dema çûn serdana herêma Valencîya ya herî bêtir zirar dîtiye 
Paîrporta yê, xelkê ew protesto kir, siloganên ”qatil, qatil, biteqize, ji vir here !” olan da.

Kevir avêtinê, çamûr avêtinê, ew di nav gerekê da hîştin. Serê notirvanekî wî şikiya.

Di konferansa Dîakurdê da bi çend nas û dostan ra


Do bi şev di konferansa Dîakurdê da min gelek nas, dost dîtin, me bîstekê sohbet kir û bi hev ra çend risim girtin.

Hin heval ji bajarên din, ji welatên din hatibûn. Gewran Goyîyê hêja ji Fînlandiyayê, Aledîn ji Almanyayê.

02 november 2024

Konferansa Dîakurdê serketî derbas bû


Ez nuh ji konferansa Dîakurdê hatim, gihîştim malê.

Konferansê li dora 7 seeta ajot, em hinekî westîyan, lê konferanseke bi ser û ber û bi dûzan bû. 
Di panelan da konferensîyran gelek meseleyên muhîm minaqaşe kirin û bersîvên beşdaran dan

Dîakurdê bi vê konferansê gavake baş avêt, di konferansê da li ser gelek kar, wezîfe û gelşên dîasporayê hat peyivîn.

01 november 2024

Xwedêgiravî li Tirkiyê îşkence tune ye (!)

 


Pûlisên tirk vêsê girtine ser mala Elî(Alî) Çeven, ew birine emnîyetê. Lê xistine, îşkence pê kirine.

Çend roj berê jî gortin û berdan. Dîyar e emrekî nuh çû ji dozgeran ra. Lema dîsa girtin.

Wek her tim dikin, Elî Çeven jî bi îthama ”propagandeya rêxistina terorîst kiriye” sewqî sawcî kirine.

Meclîsa Tirkiyê pêşniyara ji bo wergera kurdî red kir

Di parlamamentoya(meclîsa) Tirkiyê da pêşniyara DEM partiyê ya ji bo wergerên (tercumanên) kurdî bi rayên AKP´ê û MHP´ê hat redkirin. 

Parlamenterên AKP´ê û MHP´ê qebûl nekirin ne kurdî were peyivandin, ne jî were wergerandin. 

Di nava wan da parlamenterên kurd jî hene, wek irqçiyên tirk ew jî li dijî zimanê xwe ne.

Li Valencîyayê Tofana Nûh rabû


Di telewîzyona Swêd da, di hin parvekirinên medyaya sosyal da li tofana li Îspanyayê, li bajarê Valencîyayê temaşe dikim, ji tiştê dibînim nikanim bawer bikim. Matmayî dimînim, gurrûzî digire canê min.

Tofana Nûh tîne bîra meriv. Barana Tofana Nûh çel rojan, bi şev û roj bênabên barî bû, lehî rabûbû, çiya û derya gîhandibûn hev.

Li gorî xeberên ajansan 158 kes mirî hatine dîtin, lê gelek kes hîn wenda ne. Tirs heye ev jimar zêdetir bibe.

PARVE BIKE