Di sempozyuma Melayê Cizîrî ya Navneteweyî ya sisiya da Mamosteyê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Mêrdînê Prof. Dr. Mehmet Zahîr Ertekîn, li ser şairên heta nuha nedihatin naskirin gotiye:
“Me heta niha 800 helbestvanên klasîk ên bi kurdî nivîsîne
peyda kirine. Me 93 nusxeyên mewlûda kurmancî bi dest xistine.”
Hetanî nuha navên Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Batê, Melayê Cizîrî û Ehemdê
Xanî dihat zanîn û tim qala wan dihat kirin.
Mala van akademîsyen û lêkolîneran yek bi yek ava be, xezîneyên em ji hebûna wan bêhay bûn, wek arkeologan yek bi yek ji bin erdê, ji kitêbxaneyan, ji quncik, tûrik û sindoqên malan derxistin, toz û dûmana li ser wan paqij kirin û wek mirwarîyên, aqût û alamsên edebîyata zimanê kurdî pêşkêşî miletê xwe kirin û dikin.
Ji gotinên Prof. Dr. Mehmet Zahîr Ertekîn jî meriv fêm dike, berî Melayê Cizîrî jî gelek şairên me hebûne.
Jixwe ne mimkûn e berîya Melayê Cizîrî mîratek,
edebîyateke dewlemend tunebe. Miheqeq hebûye.
Melayê Cizîrî ji wê mîrata edebî sûd û îlham girtiye; ew berhemeke wê
edebîyatê, wê mîratê ye. Di rojên pêş da zana, akademîsyen û lêkolînerên me ewê
vê yekê bi gelek numûneyên din îspat bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar