17 november 2024

Yekîtiya hêzên pêşmerge ma sala 2026´a !

Wezîrê hêzên pêşmerge Şoriş Îsmaîl gotiye, ”heta dawiya 2026a hemû hêzên pêşmergeyan ewê werin yekkirin.”

30 sal e hûn vê demagojiyê dubare dikin, lê tu carî nakin.
Çima ne nuha, çima 2026 ?
Ji bo ku PDK û YNK tiştekî wiha naxwazin, lema tim taloq dikin. Yanî xapandin e.
Heger heta 2026´a dijmin we rehet bihêle, hûn kanibin bimînin. Çimkî talûke pir in.

Taloqkirina yekîtiya hêzên pêşmerge heta sala 2026´a tê maneya ewê tiştekî wiha nebe. PDK û YNK çekdarên xwe naxin bin emrê îdareya Kurdistanê, hukûmetên xwe nakin yek.

Tiştê min fêm kiriye heta mala Barzanî û Talabanî hebe yekîtiya pêşmergeyan çênabe. Çimkî herdu serî jî tiştekî wiha naxwaze. Bi hêzên çekdar disthilatên xwe diparêzin.

XXX

Ji bo ku hinek fikrê meriv şaş dibînin, ya jî li dijî fikrê meriv in, dibê meriv dev ji fikrê xwe,dev ji micadela xwe bernede.

Ji bo ku hin kes ji bindestiyê, ji xulamtiya neyar memnûn in, naxwazin ji bindestiyê derkevin,dibê dilê meriv nebije halê wan û wek wan bêxîret nebe.

Ji bo hinek bawer nakin miletê kurd azad bibe, Kurdistanê çêbibe, dibê meriv jî dev ji xebat û micadela ji bo kurd Kurdistanê bernede.

XXX

Ev gotinên jêr ên Baran Zeydanliogluyê hêja nîşan dide dewleta tirkan em kurd çawa kirine mankurt, koleyê haya wî ji koletiya wî tune ye, nizane ku kole ye.

Baran Zeydanlioglu:

”Girseyek(kîtleyek)hewqas ecêb heye, li ser tarîxa Betlîsê tu qala kurdên Betlîsê dikî, dibêje irqçîtiyê meke.

Tu qala ermeniyan dikî, ji te dipirse, dibêje ”ma tu ermenî yî ?”

Tu qala êzdiyan ya jî suryaniyan dikî, dipirse, dibêje, ”ew kî ne ?”

Li ser tarîxa bajêr, sosyolojiya wî û tarîxa wî ya nêzîk tiştek nexwendiye, lê dîsa jî ji xwe ra dibêje, ”betlîsiyê rastîn, heqîqî ez im.

Trajedî mezin e wesalam…"

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE