16 november 2024

Heger ez di dewsa Jake Paul da bûma bi 40 milyon dolarî minê çi bikira?


Jake Paul û Mike Tyson, kesî kes nakawt nekir, Paul bi pûanê maç qezenc kir. Maç 8 raund û her raundek 2 deqîqe bû.

Li gorî hekemên maçê, Jake Paul zora Mike Tyson bir û 40 milyon dolarê xwe bera bêrîka xwe da. Tyson jî 20 milyon girtiye.

Texmîna min şaş derket, min digot Tysonê qezenc bike, lê wisa nekirin. Qey wiha li hev kirirbûn.

Di nav çend deqîqeyan da qezenckirina hewqas pere ne karê aqil e. Maç şoveke ji bo pera bû.

Min ji xanimê ra got, heger mimkûn bûya ezê derketama hemberî Tyson, bira bi boksekê ez neqawt bikirama, minê 40 milyon dolarê xwe bera bêrîka xwe bida. Û me yê heta taliya umrê xwe kêf û ji bo miletê xwe jî karên baş bikira. 

Minê hemû nivîsên xwe di çend cildan da bida çapkirin û belaş li xelkê belav bikira.

Minê li kêleka Gola Wanê qesreke mezin û bexçeyekî xweşik çêkira. Minê bikira merkez û seyrangeha xebatên li ser kurd û Kurdistanê.

Minê çend wasîteyên biçûk û mezin bikiriya, ji bo ku dost û heval pê bigerîyana, biçûna û bihatana.

Minê boteke mezin jî bikiriya ji bo ku mîvanên xwe ji dîtin, gerr û seyrana bahra Wanê jî bêpar nehîşta.


Deriyê qesrê sal donzd meh ewê ji bo mîvanan vekirîbûya.

Minê kitêbxaneyeke mezin çêkira û bi hezaran kitêbên li ser kurd û Kurdistanê tê da kom bikira. 

Bira lêkolîner û hezkiriyên edebaîyatê, tarîxê him tahtîla xwe derbas bikirina, him jî lêkolînên xwe bikirana.


Minê arşîeveke muzîka kurdî ya pir mezin çêkira, ji bo ku kesên muzîkhez kanîbûna li her babetê muzîka guhdarî bikirana.


Minê rojnameyeke rojane bida derxistin. Minê alîkarî bida nivîskarên nikanin kitêbên xwe çap bikin. Ji bo wê minê komîsyonek bida çêkirin.

Minê komîteyek ji bo wergerê çêkira, bira kitêbên li ser kurdan û kilasîkên cîhanê tercumeyî kurmancî bikirana.

Aşxaneyeke mezin ewê her roj di xizmeta mîvanan da bûya.
Yanî heta ez sax bûma minê ew 40 milyon dolar ji bo kurd û kurdistanê xerc bikira.

Ev çend tiştên nuha tê bîra min, dûra li ser pêşniyaran minê gelek tiştên din jî çêkira. Çimkî 40 milyon dolar pir e, ji banka ewê faîz jî lê zêde bibûya.

Wek tê dîtin zengînek heger bixwaze kane ji bo miletê xwe gelek tiştên baş bike. Kurdên 40 milyon dolarê wan heye pir in, lê kes bîra tiştekî wiha nabe. Xwezî çend kesan bîra karên wiha biriba...

XXX

Îro li Stockholmê, li herêma me meriv bi ber bê diçe, bayekî pir heye. Em 69 deqîqeyan meşîyan û hatin. Me meşa xwe kin kir. Carnan ba pir dibû, meriv nikanîbû bimeşiya.

Lê me xwe lê qeliband, em neçûn daristanê, em li derên bêdar û di nav malan da meşiyan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE