Kurdperwerê dilşewat Şêx Murşîdê Xeznewî ji bo yekîtî û hevkariya kurdan bi dil û can dixebite.
Şêxê hêja, li Qamîşloyê, li Mizgefta Şêx Maşûqê Xeznewî, di xutbeya îniyê da daxwaza yekîtiyê, yekrêziyê li partiyên kurd kiriye, gotiye îro roja yekîtiya netewî ye.
Siyasetmedarno, serok û ronakbîrno, hûn li bende çi ne, çima hûn jî ne bi Şêx Murşîdê Xeznewî ra ne li Qamîşloyê ne ?
Piştî xutbeyê bi hezaran însan bi şîra ”bijî yekîtiya gelê kurd” meşiyan û piştgirî dan banga Şêx Murşîdê Xeznewî.
Şêx Murşîdê Xeznewî bi Mezlûm Ebdî û siyasetmedarên din ra hevdîtin kiriye. Lê di vî warî da hîn beyaneka resmî nehatiye dayin.
Însîyatîfa Şêx Murşîd Xeznewî girtiye tarîxî ye, hêjayî teqdîrê û pesnê ye. Ez
Şêxê hêja ji bo vê xebata ji bo miletê xwe dike bi dil û can pîroz dikim.
Dibê îro ne Şêx Murşîd Xeznewî tenê biçûya Qamîşloyê, gerek bi sedan ronakbîr,
siyasetmedar û serokên partiyên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî bi wî ra bûna.
Lê hîn ne dereng e, gelek kesên din jî kanin tiştê Şêx Murşîdê Xeznewî kiriye bikin;
têkevin nabêna PYD´ê û ENKS´ê.
Însîyatîfeke wiha wacibê her kurdî ye.
Ronakbîrên me, rîsipiyên me, siyasetmedar û serokên me dibê bi twîtt û nivîsên
di medyaya sosyal da qîma xwe nînin, wek Şêx Murşîdê Xeznewî gavên konkret
bavêjin, dakevin qada xebatê, herin bi serokên PYD´ê, YPG´ê, ENKS´ê ra bipeyivin, têkevan nabêna wan.
Dibê em li bûyeran temaşe nekin, bi gazinên di medyaya sosyal da xwe tetmîn
nekin, însîyatîfê bigrin, dakevin qada xebatê.
Îro roj roja namûs û xebatê ye. Azadiya miletê me yê Kurdistana Rojava hatiye
ber derî.
Li dinyayê piştgirî û alîkariyeke mezin ji bo me heye, Amerîka,
Fransa, Îsraîl û gelek dewlet ji bo ku em ji bindestiya eraban xelas bibin
alîkariya me dikin, yekîtiya me dixwazin.
Dibê em vê fersenda tarîxî ya ji me
ra çêbûye ji dest xwe nedin. Dibê em nakokiyên xwe yên şexsî, siyasî,
îdeolojîk, dînî, mezhebî gişan bidin aliyekî, ji bo yekîtiya netewî destên xwe
bidin hev û giş bi hev ra doza azadiya xwe bikin; wek nûnerên miletê kurd giş bi hev ra herin ser masa
birr û bazarê.
Sûriya berê namîne, ewê bibe tiştekî din, heger em li Rojava yekîtiya xwe ya
netewî çênekin, emê tiştekî bi dest nexin û Kurdistana Rojava ewê bi temamî ji
destê me here. Ji bo ku wiha nebe dibê partiyên me bi lez tifaqa xwe çêkin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar