29 november 2024

Feyde û başiyên fûarên kitêban


Ev demeke fûarên kitêban li dû hev çêdibin. Ez ne şaş bim berê hewqas fûarên kitêban çênedibû. Lê nuha her sal li gelek bajarên Tirkiyê û Kurdistanê fûarên kitêban çêdibin.

Bi baweriya min tiştekî baş e. Gava fûar çêdibe dibe wesîleya însan herin fûarê, lê bigerin û kitêban bikirin.

Hinek ji bo gerê, ji bo ku nas û dostên xwe, hin nivîskaran bibînin diherin, lê kitêbekê, du kitêban dikirin.

Heger ne fûar be gelek kes ewê tu carî wan kitêbên kirîne nebînin, nekirin.

Heger ne fûar be tu carî hewqas kitêb ewê neçe ber nigê xelkê wî bajarî; xwendevan, xelk ewê wan nivîskaran nebînin.

Ji ber ku fûar e, gelek nivîskar diçin fûarê bi rojan kitêbên xwe îmze dikin. Fûar, di nabêna nivîskar û xwendevan da dibe pira, di ser wê pirê ra digihîjin hev.

Ev yekî dibe sebebê însan herin li fûaran wan nivîskaran bibînin, kitêbên wan bikirin û sûretekî bi wan ra bigirin.

Yanî meriv kane bibêje fûar, zewq û hewesa xwendinê di nava civatê da zêde dike.

Li alî din zûdebûna fûaran ji bo geşbûna bazara kitêban baş e, hindik be jî dibe sebebê çerxa weşanxaneyan baştir bigere.

Fûar ne tenê firotina kitêban zêde dike, ez dibêjim xwendinê jî zêde dike. Çimkî kitêb ne tiştekî ji bo sûsê, ji bo xwendinê tê kirîn. 

Kitêbên li fûaran tên kirîn giş neyên xwendin jî, qismekî wan tên xwendin.

Hêvî dikim texmîna min ne şaş be, fêda fûraran digihîje weşanxaneyan û nivîskarên kurd û rêje xwendinê jî bilind dike.

Fûara Kitêban a Amedê sibe dest pê dike. Herin çend kitêban bikirin, bira fêda we bigihîje weşanxaneyan.
Riya xwe bi weşanxana DARAyê û PALL´ê jî xînin. Kitêbên min li standên wan hene.

XXX

Ji gulê pirsîne:

-Tiştê te dide jiyandin çi ye?

-Evîna yê ji min hez dike.

-Kî te bîn dike?

-Yê ji min hez dike min bîn dike.

-Tiştê te li piya dihêle çi ye?

-Germahiya yê ji min hez dike.

-Tiştê te hewqasî xweşik kiriye çi ye?

-Hezkirina di çavên yê ji min hez dike.

-Çima ji te ra dibêjin gula min ?

-Ji bo ku hezkiriyê min ji canê xwe bêtir ji min hez dike.

-Baş e, tu çawa dimrî?

-Dema dildarê min, min ji bîr bike, a wê çaxê ez dimrim.

Welato, em ji te pir hez dikin, lema ji bo te em tehamulî vî ezabê dojehî dikin, lema em ji bo te her roj tên kuştin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE