28 november 2024

Gur eyarê xwe naguherîne

Li Tirkiyê û li Kurdistanê rewşa siyasî, aborî, civakî pir xerab e. Ji bo ku milet serî hilnede, hukûmetê rexne neke zorê, zulmê zêde dikin, her roj însanan qefle bi qefle digrin, ceza dikin.

Ji bo ku kes dengê xwe neke zor dane girtina însanan, digrin, davêjin zindanê, ceza dikin. 

Dixwazin bi vê riyê milet çavtirsiyayî û bêdeng bikin. Helbet berhemekê digrin, lê ewê heta ku dom bike?

Tirkiye bûye zîndaneke mezin, her kes ji ruhê xwe ditirse, tu kes bi şev, bi dilekî rehet serê xwe danayne ser balgiyê xwe.
Dîktator gava ji ketina xwe ditirsin zulmê zêde dikin.

Bi milyona însan bêkar in, bihayiyeke mezin heye. Lê nahêlin kes vê rewşa xerab protesto bike. 

Yê kanibe ji Tirkiyê û Kurdistanê direve.
Ev rewşa xerab ewê zêde najo, mixalefefet roj bi roj berfireh dibe. Êdî tirk jî hêdî, hêdî serî hil didin.
Mixalefeta kurdan tenê têrê nake, dibê cepheya tirkan firehtir bibe.

XXX

Gelo Bahçelî û Erdogan bi rastî dixwazin benê xistine gewriya me kurdan hinekî sist bikin, zulma li me dikin hinekî kêm bikin, ya jî dixwazin dîsa xerabîyeke nuh, nerindiyeke nuh bikin?

Ez bi xwe bawer nakim Bahçelî û Erdogan dixwazin ji bo me tiştekî baş bikin, zulma xwe kêm bikin, mafekî bidin me. Çimkî hîn mecbûr nebûne.

Gur eyarê xwe naguherîne. Marê sor avzûm nabe.

Hêvî dikim, hesabê wan şaş derkeve, nikanibin zêde zirarê bidin me.

XXX

Dîsa girtine ser gelek malên kurdan, li Entabê û Manîsayê 21 kes girtine. Roja 15, 20, 30 kesî negirin tuneye. Zulmeke hewqasî bênabên psîkolojiya meriv xera dike.

Bi xwendina van xeberan pir nerehet û xemgîn im. Li Tirkiyê û Kurdistana garantiya jiyana tu kurdî tuneye. Nahêlin însan ji ber vê îşkenceya fizîkî û psîkolojîk bibêjin AY jî !

Ev terorîzekirina bênabên ewê hetanî kînga dom bike ez nizanim. Miletê min di bin zulmek mezin da ye. Ez vê zulmê di dilê xwe da his dikim, dijîm…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE