27 november 2024

Hersê şehîdên kurd û Kurdistanê bi hurmet bibîr tînim !


Do(26/11-1971)roja şehadeta Dr. Şivan, Brûsk û Çeko bû.

53 sal berê, di 26´ê mijdara 1971´ê da ev hersê canfîdayên kurd û Kurdistanê Dr. Şivan, Brûsk û Çeko, li Kurdistana Başûr ji ber sûcekî wan nekiribû, bi îthameke ne rast ji alî PDK´ê va hatin gulebarankirin.
Ev çend roj in ez kitêba Selahattin Alî Arik ”Dr. Şivan, Dr. Saît Kirmizitoprak” dixwînim.
Nêta min piştî min kitêb qedand ezê tiştekî li ser binivîsînim.

Kitêb ebeda mezin e û 735 rûpel e, pûntoyên nivîsan jî pir hûrik in. Lema ji bo min xwendin him zor e, him jî hêdî diçe.

Nuha gihîştim rûpela 205´a. Di wir da dibêje:

”Dr, Şivan û Çeko di 18´ê temûzê da, Brûsk di 8´ê îlonê da hatin girtin û hersê heval di 26´ê mijdara 1971´ê da hatin gulebaran kirin.”

Gava min ev rêz xwend, fena yek şîrmaqekê li min xîne, ez veciniqîm, êdî min nikanîbû bixwenda, girî ket qirika min, hêsir bi çavên min ket.

Min ji xwe şerm kir, ji bo ku min do ji bîr kir wan bibîr bînim.
Dr. Şivan û hevalên wî ne mêrên meriv wan ji bîr bike.

Şiklê kuştina wan, buhatana li wan hate kirine di tarîxa me da bêbextîyeke mezin e, him jî êşeke giran e.

Dr. Şivan, Çeko û Brûsk karên xwe, xwendina xwe, rehetiya xwe, mal û milkên xwe berdan, ji bo ku xizmetê ji şoreşê ra bikin çûn wir. Hinekan zarokên xwe birin. Gava meriv gotinên jina Brûsk dixwîne kezeba meriv perçe dibe.
Meriv çawa kane egîdên wiha, canfîdayên wiha gulebaran bike ez fêm nakim ! 

Di vê kitêba Selahattin Alî Arik da meriv vê yekê pir baş û zelal dibîne.

Ji destpêka girtina wan, heta înfaza wan, Tirkiye di nav da ye, rojnameya Hurrîyetê mehekê berî gulebarankirina wan xebera înfaza 5 kesan daye. Radyoyan qala kuştina wan kirine.

Ji ber ku min kitêb neqadandiye ez dîtinên xwe yên li ser bûyerê û li ser naveroka kitêbê dihêlim piştî min kitêb qedand.

Lê heta beşê min xwendiye bi dilekî rehet ez kanim bibêjim, Dr. Şivan, Seîd Elçiyê rahmetî nekuştiye, ji dûr û nêzîk tu têkiliya Dr. Şivan û hevalên wî bi kuştina Seîd Elçî ra tuneye. Omer Çetîn çûye hefsê pê ra peyivîye, ev mesele jê pirsiye. Dr. Şivan ji Omer Çetîn ra gotiye me Seîd Elçî nekuştiye. 
Ev jî nîşan dide Seîd Elçî jî wan kuşt, li ser daxwaza MIT´a Tirkiyê herdu partî jî tasfîye kirin.
Dr. Şivan, Çeko, Brûsk û Seîd Elçî bi hurmet bibîr tînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE