Me kerên xwe qelihandin, xelk ji şîr û penêrê keran milyonan qezenc dike. Li ba me hesilandina, yanî mecbûrmana vexwarina şîrê kerê nifira herî giran bû.
Min nizanîbû penêrê ji şîrê keran çêdibe heye û li dinyayê penêrê herî biha ye.
Penêrê Pule li Sirbistanê ji şîrê kerê çêdikin, kîloya wî bi
1000 euroyî ye.
Lîtreya şîrê kerê jî 50 uro yî ye.
Li Wêranşarê nifirike me li ser şîrê kerê heye.
Gava yek
ji yekî pir diqehere, dixwaze pir feqîr bikeve, bi erdê ve bizeliqe, dibêje:
”Înşela tu yê li şîrê kera bihesilî”!
Yanî li ber deriyê wî pez, dewar ttu terş nemîne, li şîrê kera bihesile.
Ji bona kesên kêmaqil, xêvik jî dibêjin, "ma te şîrê kerê xwariye?" Yanî însan bi şîrê kerê xêv, kêmaqil dibe.
Her wisa şîrê kerê heram e, nayê vexwarin. Li gorî alimên îslamê şîrê heywanan tabiî goştê wan e, hewana goştê wê neyê xwarin şîrê wê jî heram e. Kurd goştê keran naxun, fibêjin heram e.
Lê wa ye li dinyayê şîrê herî biha yê kerê ye, kîloya penêrê ji şîrê kera bi 1000 euroyî ye, şîr jî bi 50 euroyî ye.
XXX
Erdogan û Bahçelî bi hev ra li ser kurdan senaryoyek nuh
ajotine pîyasê. Senaryo çi ye, ewê çawa biqede ez nizanim.
Li alîkî demagojiya destpêkek nuh a bi PKK´ê ra dikin, li alîyekî din jî
qeyûman tayinî ser belediyên kurdan dikin.
Her roj digrin ser malên kurdan, bi dehan siyasetmedar, nivîskar, rojnemvanan,
ciwanan bi îthama terorê digrin.
Ev çi ”pêvajoye” min fêm nekir. Lê heger tiştê tê gotin ne fen e, ev çi ben e?
Tê gotin Erdogan axaftin kurdên di cepheya hukûmetê da na qedexe kiriye, lem tu
siyasetmedarê hevalê hukûmetê newêre di medyayê da tiştekî bibêje.
Tiştê ez zanim gur eyarê xwe naguhere, merivê xerab dev ji pîşikê xwe yê xerab
bernade.
Miheqeq dîsa li dû nerindiyakê ne.
XXX
Du roj berê li Emîrata Erebî hinekan Haham Zvî Kogan
revandin û kuştin.
Sê qatilên ozbek(Alimbay Tahiroviç, Mahmudcan Abdurrahim
Azizbek Kamiloviç)yên Haham Zvî Kogan kuştine li Stenbolê hatine girtin.
Tiştekî ne ecêb e. Hêlîna qatilan, îslamîstan wira ye.
XXX
Kabîneya Ewlekariya Îsraîl agirbesta bi Libnanê ra qebûl
kir. Hibullahê ji xwe berê qebûl kiribû. Herdu serîyan jî zanîbûn dawiya dawî
ewê agirbestê îlan bikin û li hev werin. Dawiya her herbê agirbest e, aştî ye.
Hizbullahê şer xwest, lê mala Libnanê wêran kir.
Şerê Xezayê û Libnanê, Hibullahê carek din nîşan da yê zeîf
ne Îsraîl e, filistînî ne, ereb in.
Her cara êrîşî Îsraîl kirine tim li zirarê derketine. Lê tu
carî jî baqil nabin, ji şaşiyên xwe dersê nagirin.
Îranê mala filistîniyan şewitand, lê ne xema Hamasê û Hizbullahê ye. Hamas gewî bûbû, lê di çavê xwe da dît.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar