Terorîstên Tehrîr El Şam êrîşeke mezin birine ser Helebê. Şer çar roj in dom dike. Navê gurûbê Heyeta Tehrîr El Şam e lê di esasê xwe da cepheyeke terorîstên Daîşê
ne.
Tirkiye navên cihê li wan dike. Hêza li piştî êrîşê û şer îdare dike
Tirkiye ye, terorîstên şer dikin pîyon in.
Wasîte û sîlehên hewqasî mezin ancax
di destê dewletan da hebin.
Cepheya Sûriyê nuha zeîf e, Hizbullah qels bûye, Rûsya bi şerê Ukranyayê da mijûl e, Îran zeîf ketiye.
Tirkiye dixwaze berî Donald Trump li
ser kursiya xwe rûne pozîsyona xwe ya leşkerî xurttir bike. Şertên xwe bi Sûriyê, Îranê û Rûsyayê dide qebûlkirin.
Li gorî Erdogan xurtiya di qada şer da di bazara ser masê da jî ewê wî xurt bike.
Xurtbûna Tirkiyê di
her warî da li zirara kurda ye.
Heger terorîst Helebê bigrin ewê êrîşî kurdan jî bikin.
Hela em binêrin Rûsya û Îran îro ewê çi bikin?
Gelo ewê bihêlin Helep bikeve, ya jî êrîşê bişkînin, îro
sibe ev yek ewê dîyar bibe.
Tirkiyeya îro belayeke mezin e, ji bo me kurdan ji Îranê jî xerabtir e. Hetanî ev cepheya îslamî-faşîst li Tirkiyê li ser hukim be ji kurdan ra li tu beşekî Kurdistanê ewê rehetî tunebe û şerê Sûriyê jî naqede.
XXX
Kêfa gel ji halan û pesindanên vala ra pir tê. Lema jî
demagogên gotinên xweş dikin tim pêşeng û serok in.
Halanan di milet hildidin, bi dijminên der û hundur yên
dixwazin ”Tirkiyê perçe bikin” mejiyê însanan diçelqînin û bi vî hawî li ser
kursîya xwe dimînin.
Merivên cahil zû tên xapandin. Lema li Tirkiyê karê
demagogan baş dimeşe, tim xurt û desthilatdar in.
Ji bo ku hukim ji dest xwe bernedin milet cahil dihêlin,
nahêlin însan baş û rast perwerde bibin, ilim fêr bibin, medenî bibin, ji
xurafeyan xelas bibin.
XXX
Gava dewletek neheqiyê li meriv, li miletê meriv bike, bi
zulma xwe meriv ji canê xwe bêzar bike jî meriv kane rojekê zulimkarên wê
dewletê efû bike.
Lê dibê meriv ne zulma li meriv bûye, ne jî wan zulimkaran
ji bîr neke. Navê vê tarîx e, dibê meriv tarîxa xwe bizanibe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar