Xanima bihalkî, bihimil ji peyê xwe(mêrê xwe)pirsîye:
-Tu dixwazî gedê me lawik be ya keçik be.
Mêrik gotiye:
-Heger lawik be ezê matamatîkê fêrî wî bikim, emê bi hev ra sporê bikin, bi hev
ra herin masîyan û gelek tiştên bi hev ra bikin.
Jinik kenîya ye, gotiye:
-Le heger keçik be tu yê çi bikî?
Mêrik gotiye:
Lê hin zalim îro van keçikan dikujin. Perwerdê, rejîma
siyasî exlaq û kultura civata xera kiriye, gelek îndan kirine qatilên keçên xwe,
dayikên xwe, xwehên xwe. Dibê em vê bobelata civatî biguherînin.
XXX
Li gorî rapora Federasyona Komeleyên Jinan, li Tirkiyê û li
Kurdistanê ji 1´ê meha yekê heta 31´ê meha cotmehê(1/1-24-31-10-24),yanî di 10
mehên îsal da 357 jin bi destê mêran hatine kuştin, mirina 61 jinan jî bi guman
e. Yanî ew jî kuştin e, lê îspat nebûye, qatil nehatine girtin. Di Mêrên hov,
ji medenîyetê, ji însanîyetê bêpar di 10 mehan da 418 jin kuştine.
Di vê barbariyê da tesîra îdareya siyasî û mueseseyên dînî
pir e.
Li Tirkiyê û li Kurdistanê her ku terîqet, dîndariya
radîqal, îdeolojiya Daîşê xurt dibe însan ji medenîyetê, ji tehamul û toleransê
dûr dikevin.
Di viya da sûcê îktîdara siyasî pir e. Kultura civatê,
exlaqê civatê guhertin, bi îdeolojiya fanatîk gelek mêr kirine neyarên jinan
XXX
Pêşiyên me gotine, mirina zengînan ji bo mele mizgîn e,
mirina feqîran ji bo mele şîn e.
Rast e, di mirina dewletîyan da pere heye, bêrîka mele tije dikin.
Di mirina feqîran da belkî kes tiştekî nede mele, bibêjin tiştê tu dikî bira xêra
te be.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar