Hefteya borî(22/12-24) sê dostên min ên ezîz, Îbrahîm Xelîl Baran, Memo Îldîgur û Emîn Maskan hatin serdana min.
Bi dîtina van hersê dostên xwe yên hêja, bi mazûbaniya ji wan ra pir kêfxweş bûm.
Min bi destên xwe ji wan ra qahwake kurdî a kizwana çêkir. Me sohbetek xweş û bi fêde
kir.
Hemşeriyê minê hêja, sê sal berê jî(2021)di programa xwe ya bi navê ”Suhbet û Muhbetê” da bi min ra hevpeyvînek çêkir.
Lê heta nuha koça me rastî hev nehatibû, me rû bi rû hevdu nedîtibû. Cara pêşî ye me hevdu rûbirû dît û sohbet kir.
Mêrê çê ji dûr va jî xuya ye. Jixwe Îbrahîm Xelîl Baran bi fikrên xwe, bi karê dike jî navê mêrê çê îspat dike.
Îbrahîm Xelîl Baran û hevalên xwe bi xebatên xwe yên PAKURD´ê, bi Akademîya PAKURD´ê ji kurd û Kurdistanê ra karên pir baş û pir hêja dikin.
Hevalên PAKURD´ê bi fikirên xwe yê netewî, Kurdistanî di nav kurdan da kurdperweriyê, şiûra netewî xurt dikin.
Bi van xebatên wan ciwanên kurd ji bin tesîra îdeolojiyên antî-kurd xelas dibin, dibin xebatkar û dildarên welatê xwe.
PAKURD di 26´ê gulana 2014´a da bi îmzeya 500 delegeyî ava
bûye.
Serokê PAKURD´ê yê ewil Îbrahîm Halîl(Xelîl)Baran bû.
Di kongreya 2´a da(21/12-23) Gewran Goyî bû serok.
PAKURD, partiyeke kurdî û Kurdistanî ye, siyaseteke Kurdistanî dimeşîne. Silogana,
şîara PAKURD´ê ya esasî ”Ji kurda ra dewlet, ji her kesî ra edalet” e.
Sipas ji bo serdana hersê hevalên hêja û ezîz. Ji we ra, ji partiya we ra
serketinê dixwazim. Dilê min bi we ra ye, armanca me yek e, ji bo kurdan jî dewlet
e, Kurdistaneke serbixwe ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar