29 december 2024

Beyana DEM partiyê dişibe tiştanokên kurmancî

Dem Partiyê li ser hevdîtina Pervîn Buldan xanimê û Sirri Sûreyya Onder a bi Evdila Ocalan ra beyanek daye. Min bi xwe ji beyanê qet tiştek fêm nekir. Belkî jî ji min da ye...

Bi ya min beyaneka vala, beradyî ye. Diyar e gelşek heye, dewlet ji Evdila Ocalan hîn tam ne razî ye.

Beyana DEM partiyê dişibe tiştanokên/mamikên kurmancî, tiştekî min heye, ew çi ye ?

-Tiştekî min heye dar e

Li ser darê hinar e

Li ser hinarê gopal e

Li ser gopalî rist e

Li ser ristê kulmist e
Çi ye, çi ye, çi ye, ew çi ye?

Vin, vin, vin, teşî ye
xaltîka min pê ristî ye
Vin, vin, vin teşî ye
xaltîka min pê ristî ye
va ye min tê derxistiye

Hilindir milindir,

law ji bavê bilindtir.

Ew çi ye?

Pervîn Buldanê gotiye piştî serê salê ewê careke din herin Îmraliyê. Vê carê ”belkî” Ahmet Turk jî beşdarî hevdîtinê bibe.

Dewlet ji Evdila Ocalan çi dixwaze, Evdila Ocalan di vê hevdîtinê da ji Pervîn Buldanê û Sirri Sureyya Onder ra çi gotiye di beyana DEM partiyê da xuya nake.

Belkî jî Ocalan li gorî dilê dewletê nepeyivî be, lema dixwazin hinekî din jî nerm bikin.

Evdila Ocalan merivekî pir jîr e, baş zane heger PKK, PYD, qeweteke leşkerî li pişta wî tunebe dewletê tavilê îşê wî biqedîne, wî bike rahmetî...

Lama jî saxmayina wî heta nuha bi saya hêza PKK´ê û piştgiriya miletê kurd e. Bi xêra hebûna Kurdistana Rojava ye.

Îdareya Kurdistana Roja, HSD, PKK nemîne, hêzên Kurdistana Rojava xwe lewx bikin, Kurdistanê teslîmî ereb û tirkan bikin, roja din dewletê Evdila Ocalan bikujin û wek serokên din cenazeyê wî jî nedin malbata wî. 

Tirkan heta nuha cenazeyê tu serokê îdam kirine nedane malbatên wan. Mêrikan ev yek ji xwe ra kirine adet. 

Dikujin, îdam dikin, lê cenazên wan jî nadin malbatan. Evdila Ocalan viya baş zane. Ew tirkan pir baş nas dike.


Lê heger tam li gorî dilê Erdogan û Bahçelî jî bipeyive ewê pûç û bêqîmet bibe, kesê guh nedê...

XXX

Serokê Tehrîr El Şamê Ehmed Şer li statuya kurdan û hilbijartinê ji telewîzyona El Erebîyê ra gotiye:
”Ew sîstema federalîzmê qebûl nakin û ji bo hilbijartinan jî belkî 4 sal lazim be. Çimkî amadekirina destûrê bi kêmanî ewê 3 salan bajo.”
Ev tê wê maneyê dibê heta 4-5 salan bi zor li ser hukim bin û tu mafî jî nedin kurdan. Bi destê wî be, bikanibe ewê hilbijartan qet çêneke û ji kurdan ra jî bibêje werin sîlehên xwe teslîmî me bikin û bibin leşkerê Sûriy.
Ahmed Şerê terorîst xewnan dibîne, kurd ewê devî wî biçirînin. Ew mecbûr e federasyonê qebûl bike, gava neke kurd ewê serxwebûna xwe îlan bikin.
Tirkiye dixebite, dixwaze bi alîkariya Evdila Ocalan PKK´ê, PYD´ê, HSD´ê bixapîne û vê daxwaza kurdan kêm bike, bike otonomî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE