Şêx Murşîdê Xeznewîyê hêja, do jî li Tirbespiyê bû. Di mitîngeke pir qelebalix da peyivî, dîsa gelek mesajên muhîm da gelê xwe û neyaran. Êrişên çete û terorîstên ereb şermezar kir. Şîretên muhîm li serok û siyasetmedarên kurd kir.
Xeznewî di axaftina xwe da li ser gefên terorîstên ereb jî rawestiya, got:
”Kes nikane kurdan tine bike. Ji me ra dibêjin, ‘Emê wan û çekên wan binerd
bikin’.
Oxlim(lawê min) bavê te nekanibû!
Pêşiyên te nekanîbû. Oxlim(lawê min) guhdarî bike, em
şehîdên xwe bi lîlandinê pêşwazî dikin.”
Dibê kurd, serokên kurd jî wek Xeznewîyê hêja li hêza xwe ya çekdar xwedî derkevin, wê biparêzin.
Şêx Mûrşîdê Xiznewî di axaftina xwe da bangî cîhanê jî kir, got:
”Piştgiriya HSD´ê bikin. Ev hêz mafên gelê kurd û pêkhateyên din ên li herêmê
diparêze, piştgiriya wê erkekî nîştimanî, mirovî û exlaqî ye."
Xeznewî di axaftina xwe da li ser yekîtiya kurdan û hebûna
hêza HSD´ê jî sekinî, got:
“Em bi hêza HSD´ê tên parastin. Werin destê hev bigirin, vê
derê xweşiktir ava bikin, biçûk e mezintir bikin.
Ji bo qedir û qimeta gotina we li Şamê hebe divê hêza we ya
leşkerî hebe. Îro em bi hêza HSD´ê tên parastin.
Em qet qebûl nakin ew kesên mejîqirej bên me kontrol bikin.
Gelê kurd ji bo ku bi azadî û rûmet li ser xaka xwe bijî di
dirêjahiya dîrokê de fedekariyên mezin kiriye û li hemberî van fedekariyan jî
xaka kurdan hat parçekirin."
XXX
Tiştê ev çend roj in Şêx Murşîdê Xeznewî ji bona hevkarî û
yekîtiya kurdên Rojavayê Kurdistanê dike bi sedan serok û partiyên herçar perçeyên
Kurdistanê nekirine.
Wê demê ez kanim bibêjim Şêx Murşîd Xeznewîyê dildarê kurd û
Kurdistanê bergendî hemû serok û partiyan e.
Ya di nav kurdan da yekî wek Şêx Murşîdê Xeznewî tune ye, ya
jî hene lê ji dilê wan nayê, naxwazin karekî wek yê Şêx Murşîdê Xeznewî dike
bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar