Rûdawê di ser nivîsa xwe da ji zetê ra gotiye, ”zeyta zeytûnan.”
Di nivîsê da ”rûnê zeytûnan” jî bi kar anîye.
Em li Wêranşarê tenê dibêjin ”ZEYT”.
Em nabêjin ”zeyta zetûnan” ya jî ”rûnê zeytûnan”.
Zeyta me qediyaye dibê ez herim bikirim.
Ez ji xwarinên zeytê hez dikim.
Li Wêranşarê gava te got ZEYT, her kes fêm dike tu qala çi dikî.
Ji rûnê heywîn û netaban ra meriv dibêje rûn, lê ji yê zeytûnan ra meriv dibêje
zeyt.
Gelo ”zeyta zeytûnan, rûnê zeytûnan” tercumeya ji tirkî ye ya jî bi rastî hin kurd wisa dibêjin.
Ez meraq dikim gelo li kîjan herêman ji zeytê ra dibêjin ”rûnê zeytûnan”, ya jî ”zeyta zetûnan” ?
Zeyta Tirkiyê, çi marqe dibe bira bibe dibê meriv nekire. Ji sedî 99´ê zeyta Tirkiyê ne zeyt e, her jahr û zuqûm tê da heye, tenê navê zeytê lê dikin û rismekî zeytûnan lê dixin.
Li Swêd kes zeyta Tirkiyê nakire, yên dikirin bi paş da dişînin.
Kurdistana Başûr dibê zeyta Tirkiyê nekire, ji bo kurdan pir talûke ye, kanin
her jahrê tevê bikin.
Ne zeyt, rûn, zeytûn tenê, mêwe û sebze jî dibê meriv ji Tirkiyê nekire. Wê
rojê mandalînên wan jî talûke dîtin, bi paş da li wan vegerandin.
Tirkiye bûye welatê sextekariyê. Xurekên Tirkiyê, çi dibe bira bibe sextekarî
tê da heye, dibê meriv nekire û nede miletê xwe.
Onay Tîcaretê eynî zeyt bi 43 marqeyên cihê daye pîyasê.
Yanî 43 nav li eynî zeyta sexte kirine û buha firotine xelkê.
Sunciq, penêr, goşt, kebab, şîreberf(bestenî,dondurme)zeyt di gişan da gişk
sextekariyên mezin kirine.
Belê emdibêjin rûnê zeytûnan jî û zetyt jî
SvaraRaderaMeriv bibêje zeyt têrê dike. Zeyt jixwe rûnê zeytûna ye. Ne hewce ye meriv dubare bike. Navê rûnê zeytûnan tenê zeyt e. Gava meriv got zet tê fêmkirin meriv qala çi dike.
Radera