Kekê hêja Ahmed Zekî Okçuoglu, li ser girîngiya tifaqa kurdan a netewî ya li Rojavayê Kurdistanê ya dilê min pir xweş gotiye. Lema jî ez wan gotinên wî dikim kurmancî:
”Bingeha tifaqa kurd a netewî li Rojavayê Kurdistanê tê avêtin.
Mehrûmbûna ji tifaqa netewî gelşeke kevnar a me kurda ye. Ji ber ku me
nakanîbûye vê gelşê çareser bikin me dewleta xwe ava nekir. Ji wê jî wêdatir em
di bin gefa tunebûnê da ne. Ji bo ku em ji vê kepazetîya em tê da ne xelas
bibin nuha dera herî bêtir şansê me lê heye Kurdistana Rojava ye.
Bi alîkariya Amerîkayê û Fransayê wer xuya dike li Rojava yekîtiya kurd a
netewî ewê ava bibe. Em li Rojava bikanibin viya bikin herêmên din jî ewê
mecbûrî vê yekê bibin.
Heger em bikanibin vê astengiya li pêşiya xwe rakin tu qewet ewê nikanibe li hemberî
çêbûna dewleta Kurdistanê bisekine.
Dinya li bende me ye!..”
Tiştê kekê Ahmed Okçuoglu gotiye ez jî pê ram e, ez jî her roj dubare dikim.
Me kurdan bi xwe hetanî nuha nikanîbûye yekîtiya xwe ya netewî li tu beşekî
Kurdistanê ava bikin.
Lema jî her serîhildana me di nîvê rê da şikiya û bobelatên mezin hatin serê
miletê me. Bi milyonan kurd ji Kurdistanê derxistin, bi milyonan tirk lê bi cî
kirin. Em rûbirûyê jenosîdekê ne. Kurd li welatê xwe kêm dibin, dihelin, demografiya wealtê me diguhere.
Ji bo yekîtiya çêkirina yekîtiya netewî em motajî alîkariya derve ne, dibê hinek xêrxwaz têkevin nabêna me.
Li Kurdistana Rojava av alîkarî û piştgiriya derva ji me ra lazim e li Rojava ji
me ra çê bûye, Amerîka û Fransa hêzên kurdan mecbûrî cepheyeke netewî dikin.
Tiştê me bi xwe nikanîbû bikira belkî bi xêra Amerîkayê û Fransayê em mecbûr bibin bikin.
XXX
Li dinyayê bêedaletiyên pir mezin dibin. Dewlet, yên xurt
tên welatê meriv, gund û bajarên meriv ji meriv distînin û meriv bi çolan
dixin.
Tirk li Kurdistana Rojava wer dikin,
Li Serê Kaniyê tenê 45 kurd hîştine. Cengîz Xan û Hulagû jî
zulmeke wiha nekirin.
Haya dinyayê ji vê jenosîdê tuneye.
XXX
Heger tu yê li ser soza xwe nema
te çima ev dilê reben xapand
te çima bi xayinî çav pê ra qurçand?
XXX
Çûk ji şikestina çiqilê dara li ser veniştiye natirse, çimkî
ew ne bi çiqilê darê, bi baskên xwe bawer e.
Kurdan jî bi saya piştgiriya miletê xwe li Kurdistana Rojava
serî hildan û micadela xwe heta vira anîn. Ne bi xêra kesî.
Lê îro piştgiriya derva lazim e. Çimkî êrîşkar êdî ne terorîstîn
îslamî tenê ne, şerê mezin Tiriye dike.
Lema jî dibê kurd bi mitefikên xwe ra êrîşên Tirkiyê rawestîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar