Berpirsiyarê Pêwendiyan Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Ciwan Îso ji Rûdawê ra gotiye, “Li Serê Kaniyê tenê 44-45 kurd mane.”
Serê Kaniya ji sedî nodê nufûsa wê kurd bûn, Tirkiyê di nav 5 salan da 44-45 kurd lê hîştine.
Ev jenosîdeke pir mezin e. Bajarekî ji sedî 90´ê nufûsê kurd be, piştî 5 sala 50 kurd lê
nemîne !
Di 9´ê cotmeha 2019´a da Tirkiyê Girê Sipî û Serê Kaniyê dagîr kir.
Di 5 salan da li herdu bajaran jî kurd ji kok da paqij kirine.
Ji bo ku têkiliya bi Kobanê ra zajmetir bikin Serê Kaniyê ji kurdan vala
kirine.
Bi dagirkirina Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî demografiya Kurdistana
Rojava perçeperçeyî kirine.
Heger HSD, PYD têk biçe tirk ewê tevayiya Kurdistanê bikin Serê Kaniyê. Dibê
serokên ENKS´ê viya baş bizanibin.
Bi dagirkirina Girê Sipî û Serê Kaniyê ra dest bi koçberkirina kurdan kirin; girtin,
talan, tecawuz, îşkrnce, kuştin kirin beëkä jiyana kurdan.
ENKS di nav cepheya mixalefata Sûriyê da bû lê tirkan û ereban dîsa jî ef felekata
mezin anîn serê kurdan û ENKS´ê li vê jenosîdê temaş kir, ji wan veneqetiya.
Mêrikan ne di nav 50 salî da, di nav 5 salan da Serê Kaniyê
û Girê Sipî ji kurdan paqij kirine. Haya dinyayê û piraniya kurdan jî ji vê
felaketa mezin tune ye.
Bi miletekî wiha ra meriv najî. Dibê HSD, PYD vê yekê qebûl neke,
XXX
Law însan gerek hewqasî jî bêbext, bêexlaq nebe. Çar
siyasetmedar, akademîsyenên tirk di telewîzyona CNN Turkê da gotine êrîşên
çeteyên HTŞ´ê û cîhadçiyan li Hemayê, li Humusê, li Tertûsê û Şamê birine ser
elewîna kane îşê Îranê be, tiliya Îranê di van êrîşan da heye.
Hûn dibînin bê merivên çiqasî bêbext, bêûjdan û rezîl in?
Êrîşên çeteteyên îslamî birin ser elewîyan, dixin hustuyê Îranê.
Min xeber xwend lê li programê temaşe nekir, belkî kurd û Îsraîl
jî bi Îranê va zeliqandibin.
Ji tirkan tê, şahê ew û ereb pîrê teoriyên komployê ne.
XXX
Serokê Tirkiyê Erdogan gotiye:
”Li Helebê, li Şamê, li Hamayê, li Humusê, li Derayê û li
Minbiçê her ku em dibînin ala tirk a bi hîv û sitêrk hêl dibe em şad dibin.”
Erdogan bi van gotinên xwe dibêje me ev bajarên min navên
wan jimartin giş dagir kirine, ji bo ku em qismê mayî jî bigrin em dixebitin.
Çimkî mêrik van bajaran wek yê tirkan dibîne, dibêje min ew
ji paş da girtin, destê dijmin xelas kirin.
Heta nuha ji mêrik ra li hev hatiye, lê şer hîn neqediya ye.
Carnan pêşiya şixulan xweş e, lê dawî reş e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar