Min îşev di telewîzyona Swêd kanala 1´ê da fîlmê dokumenterê bi navê ”Rêwîtiya Dawî/Den Sista Resan” temaşe kir.
Fîlîp Hammar bavê xwe Lars Goranê 80 salî bi hevalê xwe Fredrik Wîkîngsson ra dibe Fransayê, der û mekanên bavê wî pir jê hez dikir, havînan tahtîla xwe li wan deran diborand digerîne. Him jî jê ra qala bîranînên xwe û wî dike. Bavê xwe dibe dibe wan rojan.
Lars Gosta Hammar mamosteyê fransî bûye û di çend fîliman da jî rol girtiye. Şexsîyetekî nas ê telewîzyona Swêd e.
Lawê wî Fîlîp Hammar jî wek bavê xwe nivîskar, rojnamevan, programçêkerekî meşhûr e.Lars Hammar hatiye dawiya rê, ji hêz da ketiye, nikane kevçî bibe devê, nikane avê vexwe.
Rojên xwe li ser kursiyekê derbas dike. Bi gotineke din li bende mirina xwe ye.
Fîlîp bi vê gerê dixwaze wî ji wê jiyana monoton xelas bike.
Di ”Rêwîtiya Dawî” da meriv fedekarî û wefadarîya ewladekî şîrhelal dibîne; ji bo ku bavê xwe kêfxweş bike her fedekariyê dike, di eynî wextê da meriv nikane hêsiran jî nebarîne.
Lê ”Rêwîtiya dawî” tije ken, henek, kêfxweşî û mîzahe jî. Êş û komedî bi hev ra ye.
Dokumenterekî pir bi tesîr e, sentîmental e. Fîlîp hemû bîranînên xwe yên zaroktiyê yek bi yek bi fîlm, bi cî û mekan, bi tiyatroyê, bi manîpilasonên bi hosteyî jiyana bavê xwe ya borî teze dike.
Hemû jiyan
û serpêhatiyên bavê xwe wek fîlmekî nîşanî bavê xwe dide.
Taswîra extîyariyê, ketina ber destan meriv pir hestîyar dike, lê Fîlîp û
Fredrîk dokumenterekî him meriv dikenîne, him jî digrîne bi hostayî çêkirine.
Ji bo ku bavê wî hestên salê 1980´î bijî bi texsiyeke biçûk
ya wan salan digerin. Diçin eynî cî û deran.
Ji bo ku kêfa bavê xwe bîne, manîpulasyon dibe mijareke
girîng. Bi manîpilasyonê hemî bîranînên zaroktiyê bi hûrgulî ji nû ve diafirîne,
bêyî ku jbavê wî bizanibe. Lê dûra jê ra dibêje.
Dokumenterekî pir xweş, bi tesîr bû. Carcarnan ez jî bi Fîlîp û bavê wî ra
girîyam.
Galaya flm di 1´ê adarê da çêbûye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar