07 december 2024

Me pir kişandiye lê ewê baş bibe

Li gorî medyaya Swêd dinivîsîne Pûtîn ji Beşar Eshed ra gotiye dibê ew ji Rûsyayê êdî tu alîkariyê nepê. Bi îhtîmaleke mezin ev agahdarî rast be.

Çimkî Rûsyayê do bang li hemwelatiyên xwe kir, got ji Sûriyê derkevin.

Heger wiha be Îranê û Hizbullahê jî ewê neçin hawara Esed. Îsraîl herdu jî baş basko kirine, birîndar in, kel û kût bûne nikanin ji ciyê xwe bilivin.

Îsraîl ne tenê Hamas, îşê Hizbullahê û Îranê jî qedand. Îran ji Sûriyê û Libnanê were desrxistin  pir baş e.

Heger Pûtîn alîkariyê qut bike û Eshed çûbe Îranê, ev tê wê maneyê Beşar Eshed ya revîya ye, ya jî îro sibe ewê bireve. Sûriya berê êdî namîne, ewê sîstemeke nuh ava bibe, kurd jî ewê bibin xwedî îdareyeke netewî.

Ev yek ji bo kurdan baş e, Sûriye ewê were parvekirin. Kurdistan ji xwe diyar e.

Meriv nizane kîjan bi xêr e. Tirkan çi pilan kir, mesele hat li ku sekinî.

Kurdistanê çêbe. Mala kesên, şêr û şepalên rahîştin sîlehê, li ber xwe dan û miletê xwe gîhandin vê rojê hezar carî ava be.

XXX

Tê gotin Beşar Eshed û malbata xwe û serokwezîr çûne Îranê. Heger ev xeber rast be reviya ye. Bi texmîna min jî ewê bireve. Heta nuha bi alîkariya Rûsyayê, Îranê û Hizbullahê li ser hukim bû. Pûtîn gotiye ji min hewqas, li çara serê xwe binêre.

Rûsya tunebe îran jî tune ye. Û mesele qediya ye.

Înşela ewê Kurdistaneka din jî çêbibe.

Bira ne Kurdistanek, bira çar Kurdistan çêbin. Mesela yekîtiyê dûra çêdibe.

XXX

Li Sûriyê pêşketina çeteyên îslamî gelkî kêfa serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan anîye, ji kêfa ya dilê xwe ji devê xwe fistiqandiye, gotiye:

”Piştî Îdlibê, Hamayê û Humsê helbet hedef Şam e. Hêviya me ew e ku meşa hêzên mixalif a li Sûriyeyê bê qeza û bela berdewam bike.”

Yanî hedefa wî êdî ne tenê dagirkirina Kurdistanê ye, mêrik çav berdaye Şamê û tevayiya Sûriyê jî.

Seddam jî Kuwêt di rojekê da girt.

Hîtler di nava salekê da Polonya, Danîmarka, Norweç, Belçîka û

gelek welatên din dagir kir. Lê aqûbeta wî çawa bû her kes zane.

Aqûbeta çeteyên HTŞ´ê û sponsorên wan jî hîn ne diyar e; şer hîn neqediya ye.

XXX

Li Stenbolê 22 kes bi alkola bi jahrî mirine, 24 kes jî jahrdadayî bûne, rakirine nexweşxanê. Metanol di alkolê da hebûye.Metanol bi jahrî ye, nayê vexwarin.

Berê jî çend caran bûyerên wiha çê bûn, gelek însan mirin.

Kurdino, ez ketime bextê we li xwe miqate bin, li her derê alkolê venexun. Alkola erzan nekirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE