Biserketinên mezin bi fedekariyên mezin mimkûn e. Bi rûniştinê, bi leqeleqê, bi rexnekirinê û bi qazinan meriv nagihîje tu armanc û mirazan.
Kurdistan bi xebatê, bi fedekariyên mezin çêdibe.
Di xebatê da, di micadelê da d ibê meriv bi biryar û bi
îstîkrar be, zû neweste.
Di riya azadî û serxwebûna Kurdistanê da mimkûn e carnan meriv bilikume, carnan
hin bend û astenî derkevin pêşiya meriv.
Ev zor û zahmetî, êrîşên dijmin dibê meriv di xebatê da duldil û çavtirsiyayî neke.
Hin rê dirêj in, hin rê kin in.
Hin kar zor e, hin kar rehet e.
Hin avahî di rojekê da, hinek di mehekê da, hinek di salekê da ava dibin, qedandina hin avahîyan jî sedsalan dajo.
Kurdîstan ewê çêbe, miletê kurd ne bi hev ra, perçe bi perçe ewê azad bibe. Lê
ewê wextê bigire.
Tişt nabe bira çar Kurdistan hebin...
Ma 22 dewletên ereban tune ne?
Kurdistan welatekî pir mezin e, li herêmeke pir stratejîk e, xwedî gelek maden
û dewlemendiyên muhîm in û ketiye bindestê çar dewletên mezin, zalim.
Ji bo wê jî xelasiya me ji welatekî Afrîka, ji Qerebaxê, ji Bosnayê pir zortir e.
Lê
mimkûn e. Ev yek girêdayî xebat, îstîkrar, zîrekî û yekîtiya me ye...
Hin dagirkerên welatê me pir har in. Ji bo ku em azad nebin her xerabiyê dikin. Lê hesabê mal û bajêr hertim li hev nayê. Ji xeraba wetnê bihar nayê. Lê ew çi bikin jî ew bihar ewê were.
Bêhêvî nebin, giraniyê bidin xebatê. Moral û destekê bidin şervan û pêşengên Kurdistana Rojava...
XXX
Daxwaz hebe, hema hema her tişt mimkûn e.
Ferqa nabêna merivê biserketî û yên din ne kêmasiya hêzê ye,
ne kêmasiya zanînê ye, belovacî wê kêmasiya daxwazê ye. Merivê biserketî
dixwaze biserkeve, ji bo wê dixebite, bi yên din ra ev daxwaz tune ye. Tu parî
necû nikanî daqultînî.
Ji bo ku dewleta me jî çêbibe dibê em bixwazin û ji bo wê bixebitin. Miletên bûne xwedî dewlet gişan wiha kiriye. Daxwaz û xebat. Ev hebe her tişt mimkûn e. Riyeke din tune ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar