Fîlozpfê mezin Sokrates, rojekê ji xwendekarên xwe ra qala serpêhatiyeke xwe ya dema zortaniya xwe kiriye, gotiye:
-Dema ez xort bûm min hez nedikir sibehan zû şiyar
bibim. Diya min ji vî exlaqê min nefret dikir, dixwest ez sibehan zû ji xew ra
bim. Çimkî dixwest rojekê min wek bazirganekî(têcirekî)mezin bibîne. Li gorî wê, kar sibehan xweş e, rizq sibehan belav dibe.
Rojekê diya min bi min ra hat ba mamosteyê
min, jê ra qala vê mesela xewariya min kir. Got ez dikim nakim, Sokrates sibehan zû ranabe.
Mamoste heq da diya min, derengrabûna min ji xew şaş dît. Min ji diya xwe ra got:
-Wê demê bira mamoste feydeya zûrabûnê sibehê îzah bike.
Mamoste ji min ra got:
-Sokrates, ezê ji te ra çîrokeke pir xweş bibêjim, tu jî jê çi fêm dikî ji min
ra bibêje.
Sokrates gotiye baş e. Mamoste dest bi çîroka xwe kiriye:
-Du çûk hebûne, yek her sibe zû radibû, diçû kurm û kêz, mêş û mûrî dianî, dida çêlikên
xwe, pê zikê wan têr dikir. Ya din sibehan dereng şiyar dibû, tiştekî xwarinê nedidît.
Ka ji min ra bibêje, te ji vê çîrokê çi fêm kir?
Sokrates gotiye min got:
-Kurm û kêzên, bihukên, mêş û mûriyên zû şiyar bibin ji alî çûkan ve tên xwarin
!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar