Dawiya dawî ew roj hat, Beşar Esed reviya, çeteyên Tehrîr el Şamê paytexta Sûriyê Şam girtin û li kuçe û kolanên Şamê bi reqe reqa kelaşan zafera xwe pîroz kirin.
Tê gotin Beşar Esed û malbata xwe do derengê şevê reviya ye, li ku ye, çûye kîjan welatî kes nizane.
Ketina Esed baş e, li Sûriyê ji bo gelê ereb, kurd û yên xeyrî muslîm rûpeleke nuh vedibe.Esas mesele nuha dest pê dike. Sûriye ewê bibe welatekî çawa ?
Gelo ewê Sûriyê bikin Afganîstana duduya, ya jî ewê bikin welatekî ”demokratîk”, welatekî azadî, mafên însanî lê hebe?
Gelo ewê çêkirina destûreke nuh, demokratîk qebûl bikin ya jî ewê dîktatoriya îslamî li ser xelkê ferz bikin.
Ketina Esed baş e, lê îhtîmal heye yên nuh ji Esed xerabtir bin. Çimkî him îslamî ne, him jî gelek gurûp in û girêdayî Tirkiyê ne. Ew çiqasî kanibin xwe ji bin tesîra Tirkiyê xelas bikin ne dîyar e.
Hêzên serîyan jêdikin, şîara wan ya esasî ”alahûekber” be li tu derê azadî, wekhevî, demokrasî qebûl nekirine. Ez bawer nakim li Sûriyê jî HTŞ rejîmeke demokratîk, pulûral qebûl bike. Di vir da helbet rola Tirkiyê jî ji bo me kurdan pir xerab e. Hêvî dikim dinya, dewletên mezin, Neteweyên Yekbûyî nehêlin Sûriye bibe dewleteke îslamî.
Lema rola Neteweyên Yekbûyî û dewletên mezin jî muhîm e.
Gelo ewê bi kurdan ra federasyonê qebûl bikin ya jî ewê li gorî daxwaza Tirkiyê êrîşî kurdan bikin?
Şêla berpirsiyarên HTŞ´ê ya hatanî nuha û beyana dane baş xuya nake, lê her tişt girêdayî hêza me kurda ye.
Di van rojên pêş da ev yek ewê baş diyar bibe…
Beyana Qesra Sipî baş e, gotine ew bi mitefikên ra di nav têkliyê da ne.
Tehrîr el Şam di sala 2011´a da bi navê Cepheya el Nusra ava bû. HTŞ hêzeke bi giranî ji terorîstên El Qaîde û Daîşê ye.
HTŞ ji alî Amerîka û Netewryên Yekbûyî wek hêzeke terorîst hatiye îlankirin. Amerîkayê 10 milyon dolar daniye serê serokê HTŞ´ê Ebû Mohammad al-Culani. Nuha ev mêrik ewê bibe serokê Sûriyê.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar