Ji bo ku meriv baş ji heqê karekî derkeve, bibe erbab û hosteyêyê
karê xwe, bibe alim, nivîskar, lêkoêîner berê meriv ji sifirê dest pê dike, dûra bere, bere fêr dibe, xwe bi pêş dixîne, dibe
şagirt, xelfe û hosteyê karê xwe, sinetê xwe.
Ji bo ku meriv bi pêş keve dibê meriv dest pê bike. Meriv berê elîfbayê fêr
dibe, dûra dibe nivîskar, rojnamevan, alim, edîb, şair û zana. Kes zane ji diya xwe nabe.
XXX
Di micadela li dijî dagirkeriyê da heger tu westiya, taqet
di te da nema bêhêvî mebe, dev ji micadelê bermede; bîstekê, demekê bîna xwe
bigire. Hêza xwe topî ser hev ke, xwe baştir amade bike.
Şaşiya herî mezin meriv di nivîsê rê da dev ji micadelê berde. Ji bo serketinê
dibê meriv tim biceribîne, îcar nebû, carek dinê…
XXX
Çeteyên HTŞ´ê yên girêdayî artêşa tirk in 15 hezar kurdên
efrînî revindine û dixwazn wan li hemberî HSD´ê wek êsîrên bazarê bi kar bînin.
Bêyî tirkiyê ew tiştekî wiha nakin.
Amerîka, Hêzên Hevpeyman dibê midaxale bike.
NATO li dijî çeteyên îslamî şer dike, Tirkiye him endama NATO´yê ye him jî mitefiq û sponsorê HTŞ´ê ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar