Umrekî fêrbûnê tune ye, meriv bixwaze kane di her umrî da xwe bi pêş xîne, tiştên nuh fêr bibe.
Xortek rojekê li bajêr rastî mamostê xwe yê dema lîseyê
hat. Silav li hev kirin, li halê hev pirsîn. Dest bi sohbetê kirin.
Mamoste pirsa karê wî jê kir, gelo çi dike, çi dixwîne?
Xort got, wî dev ji xwendinê berda û ji bo ku ew neçû zanîngehê gelkî poşman e.
Mamoste got:
-Çima tu nuha naçiyê?
Xort got:
Mamoste got:
-Heger tu dest bi zanîngehê bikî, dema tu biqedînî tu çend salî bî?
Xort got:
-Ezê 29 salî bim.
Mamoste pirseke din jê kir, got:
-Heger tu dewam nekî, tu yê çend salî bî?
Xort hinekî matmayî ma, lê rb yek ne der, got:
-Dîsa ezê 29 salî bim.
Dûra hinekî fikirî û qesta pirsa mamosteyê xwe fêm kir, got:
-Erê çar salên din ezê 29 salî bim. Ez herim zanîngehê jî ezê 29 salî bim, ez neçim zanîngehê jî ezê 29 salî bim.
Umrê fêrbûnê tuneye, dema însan dev ji fêrbûnê berde, meriv 20 salî be jî kal e, 50 salî be jî kal e, 70 salî be jî kal e, pîr e, extîyar e.
Dibê meriv tu carî dev ji fêrbûnê bernede. Terikandina fêrbûnê qebûlkirina extîyariyê û tembelîyê ye.
Fêrbûna mayinde, ya nayê jibîrkirin a dema zaroktiyê û xortaniyê ye. Piştî 30-40 salî hafiza zeîf dibe, hafize wek dema xortaniyê tiştan qeyd nake, qismekî mezin ji bîr dike. Lema xwendin ji bo xurtkirina hafizeyê baş e, nuh dike.
Gelek kes piştî umrekî dev ji gelek karan berdidin, dibêjin êdî em kal bûne. Rast e fizîkî, bi salan meriv kal dibe, lê ruh, dil teslîm nabe, bixwaze kane karên xortan bike. Evy ek di destê meriv da ye.
Em kurd kal, pîr, ciwan dibê giş bi hev ra ji bo azadiya miletê xwe, ji bo rizgariya welatê xwe bixebitin, tiştên nuh ji hev fêr bibin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar