05 december 2024

Di siyasetê da kî jîr û zane be ew bi ser dikeve

Heger mezinên me, pêşeng û serokên me ji yên tirkan jîrtir, zanetir bûna Mistefa Kemal û hevalên xwe nikanîbûn ew bixapandana, nikanîbûn, ew bi darên sêpiyan va li ba kirina. 

Heger ew ji tirkan jîrtir, zanetir bûna, wanê zora tirkan bibira, wanê ew ji ortê rakirina.

Heger ew bi qasî tirkan jîr bûna, ewê nehîştana xayinên wek Qaso(bînbaşî Qasim) di nava wan da lotikan bixwe xwe, li ber çavên wan ajantî ji tirkan ra bikira û serokên Hereketa Azadî giş bidana girtin û îdamkirin.

Gava tu zanibî yek li dû kuştina te ye dibê tu wî ji ortê rakî. Yê viya neke, newêribe bike ya jî tiştekî wiha rast nebîne mahkûmî têkçûnê û îmhayê ye.

Ji bo ku dagirkerên welatê me hemû serokên me kuştin, ji berxwe da xistin bi ser ketin, miletê kurd bê pêşeng hîştin û Kurdistan hetanî nuha kontrol kirin.

Serok, rêber ew kes e ku zane kînga ewê çi bike, kîjan gavê bavêje, kîjan tedbîrê bigire. Gava hinek rê li ber bigire, bikanibe riyeke din bibîne yan jî wê riyê veke.
Ji bo serokê tevgereke siyasî, netewî tiştê herî xerab, talûke dudilî û tirsonekî ye.
Heger tirkan Dr. Şivan nedana kuştin, heger meleyên faris yên qatil Dr. Qasimlo nekuştana rewşa kurdan îro ne wiha bû, belkî jî kurdên bakur û rojhilat azad bûbûn, ya jî bûbûn xwedî statuyên netewî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE